Ayşe Gokkan: Yekitî dermanê civakê ye
Kongra Star: Dermanê êşa sedsalê yekitiya neteweyî ye

  • rojane
  • 12:54 21 Hezîran 2025
  • |

AMED - Endama TJA'yê Ayşe Gokkan nameyek ji konferansa ji aliyê Platforma Jinên Kurd ve tê organîzekirin re şand û got, "Yekitiya Neteweyî ya Kurd a Demokratîk çareserî û çareya hemû pirsgirêk û êşên civaka me ye." Kongra Star got ku divê jin pêşengiyê ji projeya yekitiya neteweyî re bikin.

Platforma Yekitiya Jinên Kurd ji bo 3'emîn Konferansa Platforma Jinên Kurd ku dê du rojan berdewam bike bi slogana "Yeketiya jinên Kurd yekitiya neteweyî" berdewam dike. Berdevka berê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan ku li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê tê girtin, nameyek ji konferansê re şand.
 
NAMEYA AYŞE GOKKAN
 
Nameya Ayşe Gokkanê wiha ye: “Silav beşdarvanên ezîz û birûmet, hûn hemû bi xêr hatin, li ser seran û li ser çavan hatin. Xwebûn û tevlîbûna we geştir û xweştir be. Em destpêkê bejna xwe li ber jinên ku îro di nav me de ne û em anîn vê merheleyê ditewînin. Em wan bi minet bi bîr tînin. Beşdarvanên delal, Yekitîya Netewa Kurd a Demokratîk derman û çareseriya hemû pirsgirêk û êşên civaka me ye.
 
 
Wekî hûn jî dizanin em di demeke dîrokî de ne. Heta ku em gihîştin vê dema dîrokî di Rojhilata Navîn û cîhanê de çiqas kujer, hêzên qirêj ên ser erdê û yên di bin erdê de hene êrîşî me kirin û hîn jî dikin. Lê belê her êrîşeke ku nikaribû pişta me bişikîne em pê bi hêztir bûn. Ev êrîşên piralî em dorpêç kirine lê em serwext bûn ku tu wendakirin û êş qasî parçebûnê nikare me bipelçiqîne. Niha dem dema yekitîya jinên Kurd e. Di heman demê de jin avakirina Yekitİya Netewa Kurd a Demokratîk re bibe rêber.
 
Vê carê em destûrê nadin vê fersenda ku me bi hezar û yek zehmetîyan bi dest xistiye ji destê me bişemite. Îro bi felsefeya jin, jiyan, azadîyê hewce ye ku em dîroka şoreşa jinê ya neolîtîk bi destanîya rêzeçiyayên zagros-torosan bi hevalbendîya Mezopotamya û Anatolyayê welatê pênc behran re careke din bikin şoreşa serdemê. Avakarên vê destanê û hevalbendiyên jin bûn.
 
Em ji xwe bawer bin ji bo ku me bi piralî li ber xwe da li dijî zayendperestî, olperestî, navendperestî, nijadperestî, artêşperestî, zanistperestî, oryantalîstî û sermayedarîyê. Ev heşt nezikbuna baviksalarî hemû raman û berhemên me afirandin Ji me dizîn û kirin çekên destavêtinê li me barandin.
 
Jin be, kurd be, Kurdistanî be, asûrî, suryanî,mehelmî, ermenî, roman, durzî, qereçî, laz, çerkes, elewî, sunnî şoreger be demokratîk be, sosyalîst, ekolojîk, femînîst me cuda asteng be. Lê ev heşt îtîfakên baviksalarî erîş20-30 qat zêde kirin. Ango her cudatiyek me kirin sedema erîşên cur be cur. Lewma em hatin merhaleya netewa demokratîk da ku cudatî bi civaka xwe re wekhev û demokratîk xwe rêxistin bikin. Di heman demê de rêxistinên hevpar bi hev re netewa demokratîk ava bikin. Bi van hest û ramanan ez beşdarvanan yek bi yek silav dikim û hembêz dikim. Jinên ku di rêya azadîya jinê de li Mezopotamya, Anatolya, li welatên pênc behran û cîhanê jiyana xwe ji dest dane silav dikim bejna xwe li ber wan ditewînim.”
 
NAMEYA KONGRA STAR
 
Piştre nameya Kongreya Starê hat xwendin. Name wiha ye: “Em weke rêxistina Kongra Star, ji Rojavayê Kurdistanê, kelha berxwedanê û ji qada şoreşa jinê, bi vê ruhê şoreşgerî em ji kongreya we re germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêş dikin. Silavên xwe yên germ pêşkêşî hemû delegeyên kongreyê dikin, ji we re serkeftin û pêşketinên berdewam dixwazin. Û bi vê mûnasebetê em hemû şehîdên Kurd û Kurdistan ê bi minetdarî bibîrtînin.
 
Em hêvîdar in ku di kongireyê de wê biryarên girîng derkevin ku bibe wesîleyek ji bo lidarxistina konferansa netewî ya jinan û pêkanîna yekîtiya netewî ya Kurd . Li darxistina kongire ya ku ji çarçoweya rêxistinî derbas dibe di pêvajoya têkoşîna Kurdan de kêliyeke girîng îfade dike. Dengê ku ji kûrahiya vê serdemê diqelişe, destnîşan dike ku jina Kurd ti carî li kêleka dîrokê nebûye, lê bûye cewhera wê ya zindî û bingeha wê ya şoreşgerî . Konferansa we di demeke pir hestiyar de tê lidarxistin, ji ber ku gelê me yê Kurd di qonaxeke dîrokî de ye ku dudilî û paşvekişînê qatîyen tehemûl nake. Sedsala kû piştî Peymana Lozanê ya ku Kurdistan perçe kirî de guhertînen mezîn tê dîtîn.lewra, hêzên hegemonyayê careke din nexşeyên herêmê ji nû ve xêz dikin, di navbera metirsiya ji nû ve hilberandina paşerojê û derfeta ku hûn bibin hevkarek çalak di şekildana pêşerojê de, ev yek berpirsiyariyeke dîrokî dixe ser milê men tevahî jinan.
 
Pêvajoya heyî ne wexta hebûna sembolîk a jinê yê, lê pêwîstî bi rêbertiya rasteqîn a xwedî wêrekî, rêxistinbûn, sitratejî û hevgirtin heye. Ev dikare rê li ber avakirina çarenûseke hevpar veke. Jinên Kurd ên ku li dijî faşîzm û dagirkerîyê şerê herî mezin ê hebûnê kirin û li hember terora DAIŞ’ê sekinîn, îro ne tenê gerek di asteke fedakariyê de bimîne, lê di heman demê de di asta biryardari , pêşengtî û dîyarkirina pêşerojê de wê rol bilîze , ji bo projeya yekîtiya netewî jî pêşengiyê bike. Em helwestên we yên birûmet jibo Rojava, helwestên ku li hemberî gefan stûna bingehîn a yekîtiya Kurdan ava dike bi nîrx dibînîn. û destnîşan dikin ku têkoşîna Kurdan ne bi erdnîgariyê ve sînordar e, bi nirx û çarenûseke hevpar ve girêdayî ye. Hêviyên me ji vê konferansê hene, ji ber ku ew ê bibe gaveke pratîk ku ji Başur heta Rojava û ji Bakur heta Rojhilat rê li ber konferanseke netewî ya jinên Kurdistanê veke. ev wê parastina destkeftiyên heyî û pêşxistan wan û avakirina tifaq û hevgirtinê li hemberî hemû xeteriyên ava bike. Îro ji her demê zêdetir bang li jinên Kurd tê kirin ku bi îradeya azad û nêrîna xwe ya a azadiyê pêşengiyê bikin û vê serdema guherînê bi rê ve bibin. Ji ber ku jin destpêka veguhertinê û çirûska guherînê ye. Ji ber ku azadîya gelê ku jin tê de bêpar be, ne pêkane. Bi rastî tekoşîna jin mijteya azadî demokrasî u yêkîtîyê ye. Pêşengî û tekoşîna hevbeş a jinan dikare welat bike beheşta tevahî mafên azadî û aramî. Banga ‚aşîtî u civaka demokratîk‘ herî zêde wê rê û derfet bide ji bo pêşketîna azadîya jin. Lewra em jin divê bibin pêşeng û avakerê aşîtî û demokrasî. Em bi bedelên gelekî giran buha gîhaştin van rojan lewra dîvê ev konferans ji xeyalên şehîdên Kurdîstanê re bîbe bersîv. Bîrîna Kurd û kurdîstanê a mezîn perçebuna netewî bu. Lewra dermanê vê bîrîna sed salan xwe gîhandina yekîtîya neteweyî ye. Em jin bi gotîn, hewildan, kar, tevger, dilsozî û wêrekîya xwe re dîvê bibin avakerê yekîtîya neteweyî. Bi vê em dikarîn statûya jînê di vê serdêma xeternak de hildeyin misogerîye.
 
Em di wê baweriyê de ne ku hûnê bi vê kombûna dîrokî re ji demê re bersîvekî bi hêz derînîn holê. Di înşakirina azadiya gelê me û garantîkirina destkeftiyên tekoşîna jin de wê konferansa wê bibe helwestekî baş.. bi van hestan re dubare bi germehîya şoreşa jinê em we silav dikin, xebata we da serfiraziyê dixwazîn. Bîjî yêkitiya netewa Kurd, bîjî yêkitiya jinên Kurd, Jîn jiyan azadî.”
 
PLATFORMA JINÊN KURD
 
Pişt re endama platformê Mûazzez Orhan nameya Platforma Jinên Kurd a Neteweyî xwend. Name wiha ye: “Hevalên hêja, xwûşkên ezîz. Di serî de, Konferansa Yekitî ya Jinên Bakûrê Kurdistanê silav dikin û serkeftinê dixwazin. Giştî delegasyone re rêz u silavê xwe peşkeş dikin.
 
Em di pêvajoyek ku pergala cîhanê tê dizayn kirin de dijîn. Di Şerê Cîhanê yê Yekem de, dîzaynkirina sîstema cîhanê bi avabûna dewletên netewe li Rojhilata Navîn û parçebûna Kurdistanê bû. Piştî sedsalekê, em ketin pêvajoyek dîzaynkirinê ku di encamê de dewletên netewe hatin hilweşandin. Ya ku ev guhertin pêk anî, têkoşîna azadiyê bû ku gelê me yê sed salî di bin dagirkerî û qirkirinê de bû, li her çar parçeyan bi êşên mezin li ber xwe da. Bi dilsoziya gelê Kurd a ji bo azadiyê û têkoşîna xwe ya bê westan pergala qirker û dagirker îflas kiriye. Lê belê di vê pêvajoya dîrokî de hem xeterî û hem jî derfetên mezin ên azadiyê hene. Di Şerê Cîhanê yê Yekem de jî wek gelek netewên din soza dewletbûnê ji gelê Kurd re hat dayîn û nexşe hatin xêzkirin, lê serokên gelê kurd tenê bi herêmên xwe ve sînordar man, bi yekîtî tevnegeriyan û encam bi peymana Lozanê bû çar parçe û welat înkar kirin. Ji ber vê sedemê ji bo ku pêvajo di berjewendiya gelê me de bi serkeftî bi dawî bibe, yekane tişta pêwîst ew e ku yekîtiya neteweyî pêk were. Ger nebe gelê me tu îradeya siyasî efû nake.
 
YEKIYA NETEWEYÎ AZADÎ YE
 
Ji bo me jinên Kurd yekitiya netewî tê wateya azadî û rûmetê. Kurdistan di bin dagirkeriyê de tê wateya ku bedena jinê di bin dagirkeriyê de ye. Jinên Kurd ev sed sal in di bin kolonyalîzma hovane de dijîn, destavêtin, komkujî û revandin. Kolonyalîzm pirsgirêka jinê ye û ji bo azadiya jinê şertê yekemîn rizgarbûna ji dagirkeriyê ye. Parçebûna neteweyî bingehê domandina dagirkeriyê dide û ji bo vê jî perçebûna neteweyî ji bo jinên Kurd jiyanekî bê rumete. Yekane rêya ji holê rakirina sedemên şîdet û koletiya li ser jinan li Kurdistanê yekîtî û çalakiya hevpar a di nava yekîtiya neteweyî de ye. Di vê wateyê de yekîtiya neteweyî ji bo me jinên Kurd azadî û têkoşîna azadiyê ye.
 
Em hevîdarin ku li her kad u civakê de yekitî bê sazkirin; Siyasi, çandî, hunerî, şaredarî, perwerde u hukukî yekitiyan avakin. Jinên Kurd xwedî hêza avakirina welatekî yekpareye. Bi vê heviyê konferansa we pîroze, hêz da me. Serkeftin û biryarên we nihave pîroz be.”
 
Piştî xwendina name û peyaman konferans dewam dike.
 
 

Sernavên din

19/07/2025
19:59 Girtiyê ku berdana wî du caran hat taloqkirin serbest hat berdan
18:56 SOHR: Ji 13’ê Tîrmehê ve herî kêm 940 kes hatine kuştin
16:33 Xizmên windayan li 4 bajaran daxwaza edaletê kirin
16:30 Dîmenê ku polîs malbata muzîk guhdarî kiribû gule barandiye derket holê
16:16 Li Girtîgeha Sinê 3 girtiyên Kurd dest bi greva birçîbûnê kirin
16:15 Têkildarî kuştina Ayşe Tokyaz polîsek hat binçavkirin
16:11 Meclisa Ekolojiyê ya Wanê hat avakirin: Tovê aştiyê ya ku Ocalan çand bû hêvî
15:57 Altan Öymen jiyana xwe ji dest da
15:54 Komxebata DAD'ê: Dayik hilgirên heqîqetê ne
14:50 Ji bo Hasan Gulunay ê 33 sal berê hat windakirin edalet xwestin
14:45 Meclisa Jinan a DEM Partiyê bi jinan re hevdîtin pêk anî
12:53 Li Rihayê bi rojnamegeran re civîna pêvajoyê
12:42 Girtiyê ku kamera li hucreya wî hatibû bicihkirin doz li Wezareta Dadê vekir
11:32 MKG'ê Ayfer Serçe bi bîr anî: Pênûsa wê hê jî dinivîsîne
11:25 Kongra Star ji bo 19'ê Tîrmehê daxuyanî da: Li dijî gefên nû em xweparastinê xurt bikin
11:21 Husiyan êrîşî Îsraîlê kirin
11:15 Ji bo girtiyê nexweş ku rastî îşkencyê hat cezayê hucreyê
10:58 Kaya: Ji bo entegrasyonê demildest sererastkirinên qanûnî divê
10:55 Bîra çandî ya Enqereyê hilweşandin
10:50 Her ku zêr buha dibe eleqeya ji bo teqlîdê zêde dibe
10:49 Jin piştevaniyê xurt dikin: Dê li Rihayê bazara 'pevguherandinê' bê avakirin
10:38 Malbatên 33 'Rêwiyên Xeyalan' 10 salên ji bo edaletê têdikoşin
10:32 Tekane xayeya wan serkeftina pêvajoyê ye: Divê her kes hewl bide
10:31 Sumeyye Boz: Divê komîsyon li ser zemîneke qanûnî be
09:00 ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2025'AN
18/07/2025
23:37 Hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê agirbestê red kir
23:28 DEM Partî: Dadgeh eşkere sûc dike
22:49 Li Geverê bi girseyî serdana kesên ji girtîgehê derketin hat kirin
22:41 Li ber Girtîgeha Xarpêtê îşkenceyê protesto kirin
22:33 Rêveberiya Xweser: Em destkefiyên şoreşê biparêzin
22:30 Li Behra Spî bi pileya 4.1 erdhej
20:25 Li Elbakê hevdîtina gel: Me xwe bi berxwedanê bi cîhanê da nasîn
19:29 Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Divê hemû partiyên siyasî daxilî pêvajoyê bibin
19:13 Ji Erdogan daxuyaniya pêvajoyê
18:54 Gulerê 85 salî ji girtîgehê derket
17:14 Bi zarokan pîsî dan xwarin, wezaretê pêdivî bi ‘parastinê’ nedît!
16:28 Bernameya Mîhrîcana Mûnzûrê aşkera bû
15:42 Meclisa Leşkerî ya Siwêdayê: Me piraniya cihên stratejîk kontrol kirin
15:35 Ji malbatan serlêdana ji bo Îmraliyê
15:28 Der heqê Siddik Guler de biryara tehliyeyê hat dayîn
15:10 NY’ê ji bo Siwêdayê banga lêpirsîna lezgîn kir
15:02 Platforma Elewiyan a Edeneyê: Bila ji bo Durzan korîdor bê vekirin
14:45 Li 7 bajaran ji bo jinên Elewî yên hatibûn revandin çalakî
14:32 Îdareya girtîgehê nav û rengê Amedsporê sansur kir
14:23 Di civîna komîsyonê de kîjan biryar hatin girtin?
14:11 Li Girtîgeha Dumluyê kiryarên 1980’an tên kirin
13:41 Dê li Meletiyê navê Sirri Sureyya Onder bidin jiyîn
13:38 Cara duyemîn e tehliyeya girtiyê 30 salan hat taloqkirin
13:24 Civîna komîsyonê ya li meclisê bi dawî bû
12:26 Ji bo 2 rojnamegeran beraet û rojnamegerekî ceza
12:12 Yildiz ê MHP’î parvekirinek bi pirtûka Abdullah Ocalan ve kir
11:47 Kurdên Anatoliya Navîn piştgiriyê didin pêvajoyê
11:46 Qeyûm wesayîta ku hatibû hîbekirin xwest û projeyên şaredariyê betal kir
11:24 Partî ji bo komîsyonê kom bûn
10:57 Li Mêrgomarê xweza tê talankirin
10:48 Li Rihayê ciwan dê di şahiya azadiyê de bên cem hev
10:40 ‘Divê sererastkirinên qanûnî bên çêkirin’
10:26 Di lêpirsîna ÎBB’ê de ji bo 18 kesan biryara binçavkirinê
10:22 Ozlem Bîlgî: Bêdengiya li dijî îstismara zarokan sûc e
10:08 Li Rihayê zêdetirî 200 civîn: Bila devlet gav bavêje
09:47 'Komxebata Dayikan' wê were lidarxistin: Bi baweriya Rêya Heq jin jiyan e
09:39 Li Sûriyeyê bi sedan jin hatin revandin
09:35 Ciwanên sosyalîst şopdarên kesên li Pirsûsê hatin qetilkirin in
09:34 Li taxên Rihayê civînên têkildarî pêvajoyê
09:32 Welatiyên Kopê: Divê dewlet gavên mezin biavêje
09:31 Dayika Aştiyê: Divê bi awayekî ewle rêya vegerê ji bo gerîla bê vekirin
09:27 Welatiyên Sêrtê: Ji bo pêvajo baş bimeşe divê Abdullah Ocalan azad be
09:26 Salih Muslim: Em teslîmbûnê qebûl nakin, divê feraset biguhere
09:23 Hevdîtin bi kesên ku çekên xwe şewitandin re kir: Veger tune ye, têkoşîn neqediyaye
09:07 Di merasîmê de zarokên xwe temaşe kirin: Cîhanê hêza teorîk û pratîk a Ocalan dît
09:00 ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2025'AN
17/07/2025
23:19 SOHR: Hejmara kesên li Siwêdayê mirine gihîşt 516'an
23:11 'Kujerê Ayşeyê Cemîl Koç e, polîsên hevkar kujer diparêzin'
23:02 Girtiyên li Girtîgeha Xarpêtê dest bi greva birçîbûnê kirin
20:31 Qetilkirina Ayşe Tokyazê hat şermezarkirin
20:21 Li Girtîgeha Kirşehîrê bi 'darbeyê' gef li girtiyan hat xwarin
20:10 Êrişa li ser malbata ku muzîka kurdî guhdar kir hat şermezarkirin
19:03 Fransayê dawî li hebûna xwe ya leşkerî ya li Senegalê anî
18:34 Bi girseyî serdana şîna Akyuzê ku li Tişrînê jiyana xwe ji dest da kirin
17:56 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Ji bo tevkariya li pêvajoyê divê rê li ber hevalên me bê vekirin
17:37 Li Enqereyê hevdîtinên balkêş
17:29 Endamên ESP û SKM'ê hatin berdan
16:13 Mecît Alagoz piştî 32 salan tehliye bû
16:02 ‘Tundiyên fîzîkî û dêrûnî li Pexşan Ezîzî tên kirin’
15:13 Civaka Durzan: Bila korîdorek ji bo Herêma Rêveberiya Xweser bê vekirin
14:34 Li Zaxo li ser bîrên petrolê êrişeke din pêk hat
14:19 Ji Şandeya Îmraliyê û Ozel daxuyanî: Dê temînat pêvajoyê civakî bike
14:16 ÎHD 39 salî ye: Divê peymaneke civakî ya nû bê çêkirin
13:32 Daxwazên jinan ên ji bo TÎS'ê
13:22 Ji ber barana li Pakîstanê 54 kesan jiyana xwe ji dest dan
13:17 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Ozel û destpê kir
12:13 Hevserokên DEM Partiyê çûn serdana Demîrtaş
12:01 Li Siwêdayê ‘ewlehî’ ji Durzan re hiştin
11:41 Ocalan ji Konferansa Ronakbirî ya Şengalê re peyam şand
11:17 Li Iraqê hejmara kesên di şewatê de mirin derket 61’an
11:15 İlayda Alkaş hat qetilkirin
11:14 Bi paradîgmaya Abdullah Ocalan ve perwerde didin
11:10 Endamên komîsyonê yên DEM Partiyî diyar bûn
11:00 Piştî bi salan keça xwe dîtin: Em jî civaka demokratîk dixwazin
10:25 Parêzer Kutluay: Divê mafên zarokan neyên jibîrkirin