Serokê Baroya Wanê: Divê retorîka ‘Tirkiyeya bêteror’ bê terikandin

  • rojane
  • 09:24 15 Hezîran 2025
  • |
img

WAN - Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz, diyar kir ku dê di hevdîtinên xwe yên li Enqereyê de li ser pêvajoyên demokratîk û hiqûqî biaxivin û got: “Divê êdî terka gotina ‘Tirkiyeya bêteror’ berdin û gavên demokratîk biavêjin.”

 
Ji Kurdistanê 15 serokên baroyê wê di 17-18 'ê Hezîranê de biçin Enqereyê û bi nûnerên partiyên siyasî re hevdîtinan pêk bînin. Serokên baroyan wê biçin serdana Serokê Meclisê Nûman Kûrtûlmûş û partiyên siyasî, wê piştre raporekê amade bikin. Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz diyar kir ku nîqaşên ku ew ê bikin dê li ser avêtina gavên zagonî û demokratîk rawestin.
 
‘EM Ê TÊKILDARÎ GAVÊN DEMOKRATÎK Û HIQÛQÎ BIAXIVIN’
 
Ozaraz diyar kir ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27'ê Sibatê de gelek girîng e û got, "Birêz Abdullah Ocalan ji bo Tirkiye û PKK'ê 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' kir. Di vê pêvajoyê de PKK'ê li hemberî vê bangê biryara fesîxkirinê da. Pêvajoya ku bi vê yekê dest pê kir, ji bo hemû gelên li Tirkiye û Rojhilata Navîn atmosfereke aştiyê afirandiye. Ev pêvajoya ku berdewam dike ne pergaleke ku tenê bi fesîxkirina PKK'ê berdewam bike ye. Di serî de sîstema li ser înkar û tinekirinê hatiye avakirin, pêwîste ji holê bê rakirin û veguherîn. Pirsgirêka Kurd ne pirsgirêkeke ku bi PKK'ê dest pê dike; PKK encameke vê înkar û tinekirinê ye. Ji ber vê sedemê, dema ku sedema rastîn ji bîr nekin divê em bala xwe bidin ser encamê. Armanca vê civînê, gavên demokratîk û qanûnî ne ku divê ji niha û pê ve werin avêtin.”
 
LI DIJÎ ÊRÎŞAN BERTEK
 
Ozaraz bal kişand ser bomberdûmana Hêzên Çekdar ên Tirk a li Herêma Federal a Kurdistanê û got, "Li gorî agahiyan û nûçeyên di medyayê de cih digirin, Tirkiye hînê operasyonên xwe yên leşkerî didomîne. Ev yek nikare dewam bike; divê ev operasyon bi temamî bên rawestandin. Gavên piştre divê êdî bi temamî li ser bingeha demokrasî û hiqûqê werin meşandin. Navnîşana van hemûyan parlamento ye. Pêwîste parlamento tavilê vê mijarê derxîne pêş û çareseriyekê bibîne."
 
‘DIVÊ REDKIRIN JI HOLÊ RABE’
 
Ozaraz da zanîn ku li Tirkiyeyê li gel hebûn û mafên wan ên çandî, zimanê gelê Kurd tê înkarkirin, û wiha got: "Divê êdî parlamento vê înkarê ji holê rake. Weke baro, ji bo her tiştên ji me tê xwestin bên kirin, em ê bikevin nava hewldanên girîng. Bi taybetî girîng e ku Kurdî bi rengekî azad bê axaftin û li hemû saziyên cemaweriyê fermî be. Çend roj berê di balafira diçû Amedê de li hemberî zimanê Kurdî nêzîkatiyeke nîjadperest derket holê û divê ev pirsgirêk çareser bibe. Çareserkirina van pirsgirêkan bi tenê pêwîstî bi hin tedbîrên qanûnî yan jî destûra bingehînî nîne. Ya ku pêwîstî pê heye, demokratîkbûyîneke ku li tevahiya welêt belav dibe ye. Banga Aştî û Civaka Demokratîk ji bo vê armancê gelekî girîng e."
 
‘HINEK GAVÊN BI LEZGÎNÎ DIVÊ’
 
Ozaraz anî ziman ku binçavkirina siyasetmedarên Kurd, pêkneanîna biryarên DMME’yê û rewşa lezgîn a girtiyên nexweş mijarên gelekî giran in û got, "Pakêta înfazê ya di dema dawî de hatiye qebûlkirin, ji ber ku ji bo hemû girtiyên nexweş nîn e. Lê belê, tişta ku em wekî nexweşiyekê bi nav dikin, di rastiyê de li girtîgehê dewam nekirina jiyanê ye. Divê xwezaya cezayê li vir li ber çavan neyê girtin. Her wiha mijarên der barê serbestberdana bi şert, desteyên girtîgehan, pirsgirêka qeyûm û mafê darizandina adîl hene. Li vir polîtîkayên bêcezahiştinê hene. Rêya ku Tirkiye van hemûyan bi ser bixîne, bi çareserkirina pirsgirêka Kurd dibe. Pêwîste welat ji gotina 'Tirkiyeya bêteror' dûr bikeve û bêyî dereng bikeve gavên hiqûqî û demokratîk biavêje."
 
DAXWAZA BI OCALAN RE HEVDÎTINÊ
 
Ozaraz di bersiva pirsa gelo dê daxwaza hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bikin de wiha bersiv da: "Di vê mijarê de fikrên me hene. Piştî qedandina hin qonaxan, bêguman em ê ji bo vê jî însiyatîfekê ava bikin."
 
Ozaraz anî ziman ku ew ê mijarên weke destûra bingehînî, çandî, demokratîk, siyasî û neheqiya qeyûman di nîqaşên li meclisê de bikin ragihînin û got, "Piştî nîqaşan em ê lêkolîneke berfireh bikin û li gorî wê tevbigerin. Bêyî rêziknameya qanûnî tiştên divê bên kirin hene. Mînak, ji bo bicihanîna biryarên DMME pêwîstî bi guhertineke qanûnî nîne. Her wiha bicihkirina qeyûman dikare berovajî bibe. Heke ev werin kirin wê li ber çavê raya giştî bawerî hebe. Ji bo vê jî em ê nîqaşan bikin û encaman bi raporekê ji raya giştî re ragihînin.”
 
MA / Adnan Bîlen
 
 
 

Sernavên din

14/07/2025
13:08 HSD’ê ji bo Siwêdayê banga agirbestê kir
12:59 Rojnamegerê tedawiya penceşêrê dibû jiyana xwe ji dest da
12:53 Şebnem Korur Fîncanci: Divê rêxistinên civaka sivîl jî beşdarî komîsyonê bibin
12:14 PDK û YNK dê îro bicivin
11:50 Tazmînata ji bo leşkerê hatibû kuştin ji malbatên HPG’iyan xwestin
11:27 Palestine Action li Ingilistanê hate qedexekirin: Yasayeke neheq hate derxistin
11:08 Li gundên Cilbya û Bilikayê rojane 270 tonê daran tên birîn
10:39 SOHR: Li Suweydayê 37 kes hatin kuştin
10:36 Li Endonezyayê bi pileya 6.7’ê erdhej çêbû
10:26 DBP, DEVA, SAADET: Divê pêvajoya avakirina komîsyonê û gavên hiqûqî neyê dirêjkirin
09:51 Şewata li Îzmîrê gihîşte rê
09:48 Welatiyên Wanê bangî dewletê kirin: Em ne gotin lê fermiyetê dixwazin
09:45 Li Pirsûsê birîndar bû, di têkoşîna edaletê de hate girtin
09:00 Dîroka hevdîtinê ya Şandeya Îmraliyê ya bi Ozel û Bahçelî re diyar bû
09:00 ROJEVA 14’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:34 Di hevdîtina ‘Civaka Demokratîk’ de li pêşniyarên gel guhdarî kirin
08:34 Şaredarê Şîleyê hate girtin
13/07/2025
21:39 Rêveberiya Xweser têkildarî hevdîtinên bi Şamê re daxuyanî da
21:26 Alçîçek li warê xwe Amedê bi coş hate pêşwazîkirin
17:12 Berxwedana li Hesendînê ya li dijî madenê didome
16:45 Kesên di Komkujiya Pirsûsê de hatin qetilirin dê bên bibîranîn
16:40 Spanyayê Ahmet Dîkmen girt: Xetereya vegerandina li Tirkiyeyê heye
16:39 ‘Elewî û Kurdan li dijî înkarê li ber xwe dan’
16:18 Kesên di Komkujiya Zîlanê de hatin qetilkirin bi bîr anîn
16:10 Li Balikesîrê şewat derket
16:05 Li Zozana Tiloranê hevdîtina ‘Civaka Demokratîk’
15:50 Mala Muze û Çandê ya Qazî Mihemed hate vekirin
15:36 AATUHAY-DER’ê kongreya xwe li dar xist
14:59 Çelîk têkildarî gotinên Erdogan daxuyanî da
14:51 Hevşaredarên Tetwanê: Dê xebatên me yên ji bo çanda Kurdî bidomin
14:40 ‘Em ji nexşerêya birêz Ocalan bawer in’
14:27 Serokê Baroya Agiriyê: Divê êdî dewlet berpirsyartiyê li xwe bigire
14:04 Li Gimgimê aşûre hate belavkirin
13:55 Di şewata Enqereyê de yek jê pitik 3 kes mirin
13:51 Ji bo Komkujiya Zîlanê banga hevrûbûnê
13:45 Medyaya Îranê: Pezeşkiyan di êrişa Îsraîlê de birîndar bû
13:04 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Avakirina aştiyê peywira me tevan e
12:42 Du zarokên wê tev li PKK’ê bûn: Barekî giran li ser milê me hemûyan e
12:32 Zwanenberg piştgirî da Ocalan
12:02 ‘Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk’ li Êlihê ji 25 hezar kesan re hate vegotin
11:49 Welatiyên Amedî: Em azadî û wekheviyê dixwazin
11:29 Şahidên berxwedana 14’ê Tîrmehê: Ruhê wê demê ev em gihandin vê rojê
11:02 Jin ji bo yekitiya neteweyî têdikoşin: Hedef kongreya neteweyî ye
10:39 Birayê xwe Alî Çîçek vegot: Digot ‘Em ê bi ser kevin’
10:22 Hejmara 124’an a kovara Jinê derket
10:18 Li Şirnexê tacîza zayendî li zaroka 13 salî hate kirin
10:06 Parastvanên mafan ên envanterên çekan radestî wan hatine kirin dê raporê amade bikin
09:52 Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê: Êdî tu hincetên dewletê neman
09:37 Mihrîcana Tetwanê di roja 16’an de bi dawî bû
09:30 Dayika 12 salan piştre keça xwe di merasîmê de dît: Em aştiyê dixwazin
09:20 TJA bi boneya pêvajoyê bi jinên Tirkmen re civiya
09:12 Hat îdiakirin ku cerdevanan dest danîne ser erdê gundiyan
09:02 Wekîlên DEM Partiyê: Divê Meclis di çareseriyê de bi roleke çalak rabe
09:01 Li Besta û Biligayê dîmenên talankirina daristanan
09:00 ROJEVA 13’Ê TÎRMEHA 2025’AN
12/07/2025
18:17 Şara û Aliyev hevdîtin pêk anîn
17:38 2 girtî serbest hatin berdan
17:31 Tirkiyeyê bejahiya Amêdiyê bombeberan kir
16:44 Panela Komkujiya Zîlanê: Armanc înkar û qirkirin bû
16:17 Pervîn Buldan gotina Erdogan nirxand
16:17 Firat Nebîoglû hat berdan
15:28 Ji bo 3 girtiyan doza azadiyê kirin: Nikarin pêdiviyên xwe dabîn bikin
14:58 Xizmên Windayan piştgirî dan pêvajoyê: Bila komîsyon bê avakirin
14:35 Ji KESK'ê daxwazên ji bo 'pêvajoyê'
14:25 Ji bo Sune û Çakarsin şîn hate danîn
13:58 33 sal in tu agahî ji Kayayê ku cerdevanan ew revandiye nayê girtin
12:34 Di ser Komkujiya Zîlanê de 95 sal derbas bûn
11:50 Erdogan: Em ê bi avakirina komîsyonê li ser pêdiviyên qanûnî yên pêvajoyê biaxivin
11:40 Li Balikesîrê ji ber şewatê du tax hatin valakirin
11:15 Vaye dîmenên amadekariya merasîma dîrokî!
11:09 Merasîma dîrokî di manşeta ewil a rojnameyan de cih girt
11:06 Kesên şahidiya merasîma dîrokî kirin bihêvî ne: Berpirsiyarî li ser milê her kesî ye
11:03 Salîha Aydenîz: Şewata çekan destpêka têkoşîneke nû ye
10:38 Unsal: Ji bo siyaseta demokratik sererastkirinên qanûnî divê
10:00 Ji bo girtiyê nexweş Çam serlêdaneke nû
09:58 Nivîskar Karakûş: Ger reforma hiqûqî çêbibe dê pêvajo pêş ve biçe
09:40 Li Tetwanê konserteke bicoş li dar ket
09:08 Welatiyên Botanê li benda ‘sererastkirinên hiqûqî’ ne
09:00 ROJEVA 12’YÊ TÎRMEHA 2025’AN
11/07/2025
20:36 Bafil Talebanî: Biryara PKK'ê ya destpêkirina serdemeke nû gavekî dîrokî ye
20:26 Wezîrê Dadê Tunç: Ji niha û pê ve karê me zede ye
20:07 Besê Hozat: Niha dora aliyê din e
20:02 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Merasîma PKK'ê vexwandina ji bo jiyana azad e
18:51 Berdana Erdemê 30 sal in girtî ye cara duyan hat taloqkirin
18:45 Davûtoglû: Divê em pêşengiya vê serdemê bikin
18:40 Erdogan: Gava ku hate avêtin bibe wesîleya xêrê
17:05 Midûrê Karên Nivîsan ê Kovara Lemanê hate binçavkirin
17:02 Fîkret Ataş hate tehliyekirin: A girîng azadiya civakî ye
16:59 Ozgur Ozel: Divê pêvajo li Meclisê bi gavên lez û bibiryar bê birêvebirin
16:50 Kurtulmuş: Xebatên me yên têkildarî komîsyonê ber bi dawiyê ve ne
16:34 Li Amedê kelecana merasîma dîrokî: Em ji bo kesên çek danîne temînateke destûra bingehîn dixwazin
16:29 Navên kesên tev li merasîma şewitandina çekan bûn
16:00 Li Deşta Fîsê şahidiya kêliyên dîrokî
15:56 Şîna Harun Karay bi girseyî hate ziyaretkirin
15:55 Dayikên Aştiyê: Êdî tu hincetên dewletê nema, bila gav biavêje
15:41 Rojeva çapemeniya cîhanê merasîma dîrokî bû
15:26 Oral ê 30 salan girtî ma: Divê êdî dewlet gavên şênber biavêje
15:10 Nêçîrvan Barzanî: Ev gav dê pêvajoyê derbasî qonaxeke nû bike
15:05 ÇHD’ê têkildarî komkujiya Elewiyan serlêdana sûc kir
14:28 Merasîma dîrokî li ser ekranan temaşe kirin