Konferansa ‘Manîfestoya Gîranoyê’ bi dawî bû

img

AMED -  Nivîskarên beşdarî konferansa bi mijara “Ji bo bicîkirina bendên manîfestoya Gîronayê” bûn, gotin ku divê kurdî were parastin û her kes xwedî lê derkeve. 

PENa Kurd bi piştevaniya PENa Navneteweyî û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi rasthatina 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî bi serenavê “Ji bo bicîkirina bendên manîfestoya gîronayê” 10 û 11’ê Gulanê li Çand Amedê konferans li dar xist. Ji çar aliyên Kurdistanê û welatên cuda gelek rewşenbîr, nivîskar, zimanzan û mamoste tev li konferansê bûn. Roja duyemîn bi rûniştina 3’yemîn berdewam kir. Di rûniştina 3’yemîn de nivîskar û Hevberdevka Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê Cemîle Turhalli, nivîskar û Lêkolîner Sîdar Jîr li ser mijara “Di sedsala dawîn de rewşa wêjeya Kurdî”, mamoste Mozhgan Kavusî li ser mijara “Qefes, bîranînên zindanê”, Nivîskar Rojbîn Perîşan “Di wêjeya Kurdî de rengê zindanan, bandora zindaniyan”, nivîskar û lêkolîner Beyan Ezîzî li ser mijara “Bingeha sansura li ser wêje û zimanê Kurdî li Îranê / Mînaka nivîsên jinan li rojhilatê Kurdistanê”, û nivîskar Firat Can jî li ser “Bandora wêje û polîtîkayê ya li ser hev” axivîn.
 
Cemîlê Turhalli diyar kir zimanê Kurdî di bin xetereyê de ye û da zanîn ku divê politîkayên balkêş pêş bixin û bixebitin.
 
‘SOSYOLOJIYA ZINDANAN PIR CUDA YE’
 
Nivîskar Rojbîn Perîşan jî diyar kir ku nivîs li vê erdnigariyê hatiyê afirandin û got: “Ez 30 sal di zindanê de mam. Sosyolojiya zindanê gelek cuda ye. Jiyana li zindanê ji jiyana derve pir dûr e. Girtî bi rêya nivîsê dixwazin dengê xwe bidin derve. Girtîgeh ji bo wejeyê kaniyek e. Ji bo ramana girtiyan dernekeve derve lijneya zindanan jiyana girtiyan dorpeç dike. Bi rêya lêgerinê nivîsên girtiyan qedexe dikin. Civak li derve eleqê nîşanî nivîsên girtiyan nadin. Ev jî rexeneyeke.”
 
FIRAT CAN: JI HER KESÎ RE SERBEST JI KURDAN RE QEDEXE YE 
 
Nivîskar Firat Can jî keyfxweşiya xwe ya ji konferansê anî ziman û wiha got: “Girtîgeh gelek teng e. Yên ku girtîgeh çêkirine, naxwazin tu kes bi hêz derkevin derve. Girtîgeh jî li gorî vê hatiye avakirin. Pergal li dijî Kurdan dijminatiyê pêş dixe. Tiştên ji bo herkesî serbest e, ji Kurdan re qedexe ne. Kesekî ji bo azadiya Kurdan têdikoşe, rastî êrişên dewletê tên. Wejekarên Kurd hîn nikarin bi rehetî her tiştî binivîsin.”
 
Nivîskar û lêkolîner Beyan Ezîzî jî destnîşan kir ku jinên nivîskar li rojhilatê Kurdistanê di bin astengiyan de xebatan dikin. Beyan Ezîzî, da zanîn ku konferansa PENa Kurd gelek giring e. Mamoste Mozhgan Kavusî jî li ser mijara bîranînên zindanê axivî û destnîşan kir ku gelek mafên kesan di zindanên li Îranê de tên binpêkirin.
 
‘DIVÊ ZIMANÊ KURDÎ XWEDÎ STATÛ BE’
 
Herî dawî jî nivîskar Sîdar Jîr axivî û got: “Şikestina gelê me di peymana Qesra Şîrîn de pêk hat. Piştre Sykes-Pîcot de şikest. Di navbera gelê me de sînor danîn. Ez îro bi pasaport diçim Hewlere. Ew ji bandora xwe dide wejeya Kurdî. Rewşa siyasî rast e rast bandora xwe li nivîskaran dike. Îro em gelek nivîskar li vir in. Lê me kesî pirtûka hevdu nexwendiye. Ji ber ku welatê me hatiye parçekirin. Cihekî perwerdehiya Kurdî tune be wejê jî pêş nakeve. Berê perwerdahiya Kurdî hebû. Divê îro em bêtir pêş ketibûna. Lê mixabin em paş ve çûn. Sedema van jî parçekirina Kurdistanê ye. Em kêmasiyên xwe dizanin lê ev kêmasî ne yên me ne. Kêmasî yên Tehran, Şam, Bexda û Enqereyê ne. Ji ber ku welatê me wan perçê kirine. Kurdan gelek berxwe daye lê pirsgirêk ev e ku em ne parçekî cîhanê ne. Divê em xwedî statu bin. Divê ziman, çand û nasnameya me di her alî de xwedî statû be.”
 
Piştî axaftinan, forum hat lidarxistin û konferans bi dawî bû. 
 

Sernavên din

15/06/2025
09:02 Di dema agirbestê de birayê wî jiyana xwe ji dest da: Êrîş baweriyê kêm dike
09:01 ROJEVA 15’Ê HEZÎRANA 2025’AN
14/06/2025
16:53 Êrişên Îsraîlê berdewam in: 3 zanyar hatin kuştin
16:35 PJAK’ê der barê Îranê de daxuyanî da: Azadî di têkoşîna demokratîk a gel de ye
16:01 Li Pirsûsê ji bo Altûn û Kaytan merasîma bibîranînê li dar ket
15:32 Bayindir: Bila dewlet dev ji helwestên êrişkar berde
14:46 Li Îzmîrê agir bi daristanê ket
14:27 Dayikên Şemiyê aqûbeta Nûrettîn Çûr pirsîn
14:21 Girtiyê ku tehliyeya wî 5 caran hatibû taloqkirin tehliye bû
14:17 Ji bo jinên girtî kartên piştgiriyê
14:06 Çalakiya KHK: Divê li welat aştî pêk were
13:54 Ji xizmên windayan banga ‘rûbirûbûnê’
13:09 Îran: Beşdariya me ya guftûgoyan ne diyar e
13:01 Şenyaşar hatin bibîranîn: Divê ji bo aştiyê gav bên avêtin
12:51 Di êrîşa li dijî Tebrîzê de 2 fermandarên Îranê hatin kuştin
12:42 Bakirhan: Hevdîtina Ocalan a bi lîderên Kurd re dê pêvajoyê xurt bike
11:56 Serokê komeleyê di êrişa bi çek de jiyana xwe ji dest da
11:44 Li Îranê Serfermandarê Giştî yê Artêşê hate tayînkirin
11:38 Li Şirnexê li hemberî îstîsmara zayendî bertekên hevpar: Bila kiryar bên cezakirin
11:20 Îranê Tengava Hurmuzê girt
11:18 Serokên Baroyên 15 bajaran ji bo rojevê dê biçin Enqereyê
10:59 Gerry Adams piştgirî da Ocalan: Azadiya wî mijareke jiyanî ye
10:41 Dê Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz bê lidarxistin
10:32 Welatiyên Tirkmen pêvajo nirxandin: Em bi Abdullah Ocalan bawer in
10:30 Dr. Yildiz Onen: Divê mafên penaberan bên qebûlkirin
09:41 Wesayîta karkeran qeza kir: 20 karker birîndar bûn
09:34 Welatiyên Mexmûrê piştgirî dan banga Ocalan: Divê firsend ji dest neçe
09:34 Îranê bi fuzeyan êrîşî Îsraîlê kir
09:02 Welatiyên Dêrsimê: Bila êrîş rawestin, meclîs komîsyonê ava bike
09:01 Di vê pêvajoyê de azmûna desthilatdariyê: Rêveberiyên herêmî
09:00 ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2025'AN
13/06/2025
22:49 7’emîn Rojên Ma Musicê di roja 2’yan de domiya
22:34 Îranê bi fuzeyan êrişî Îsraîlê kir
22:25 Netanyahu: Êriş dê bidomin, Îran dê bersivê bide
22:12 Êrişên Îsraîlê didomin: Li Tehranê dengê teqînan
22:02 Reyhan Hacioglû ji girtîgehê derket: Dê li cihê min hiştibû bidomînim
21:53 DEM Partî: Êrişên Îsraîlê zirarê didin gel û sivîlên herêmê
21:48 Netanyahu bi Trump û Putîn re hevdîtin kir
21:41 Enqere bi rojeva êrişên Îsraîlê civiya
21:33 Ekîncî ku piştî 30 salan hatibû berdan, jiyana xwe ji dest da
21:18 Konseya Ewlekariyê ya NY’ê li ser daxwaza Îranê dê îro bicive
17:59 Êrişên li dijî Îranê: 78 kes mir û 329 kes birîndar bûn
17:55 KCK’ê têkildarî êrişên Îsraîlê daxuyanî da
16:06 Li Pirsûsê hevdîtina DEM Partiyê ya bi cotkaran re: Em bi berhemdêran re ne
16:05 Bakirhan dê biçe serdana partiyên siyasî
16:04 Bexdayê hemû rêyên ber bi Herêma Kesk ve diçin girt
15:54 Erdogan: Îsraîl, herêmê ber bi felaketê ve dibe
15:48 Ji bo mexdûrên şewatê komîsyona piştevaniyê hate avakirin
15:43 Lîderên 3 welatan bi rojeva Îranê hevdîtin kirin
15:27 Pezeşkiyan: Em ê bersiveke xurt û dijwar bidin
15:06 Bernameya Hefteya Koçberiyê aşkera bû: Vegerin xaka xwe
14:57 Kakşar Oremar: Ev êriş ji bo Îran dev ji hilberandina çekên nukleerî berde hate kirin
14:26 Li Şirnexê şewat derket
14:24 Li Şemrexê şewat: Li cihekî hate tefandin li cihekî dîtir derket
14:05 Ji Trump daxuyaniyeke nû: Êrişên din dê bêrehmtir bin
13:51 Li Sûriyeyê çi diqewime?
13:50 Der heqê girtiyên li Herêma Federe ya Kurdistanê agahî hatin xwestin
13:27 Îsraîl: Qonaxa ewil a êrişan temam bû
13:26 Rojnameger Reyhan Hacioglû tehliye bû
12:45 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:45 Îranê banga civîna lezgîn li NY’ê kir
12:43 NATO: Êrişa Îsraîlê ya li dijî Îranê yekalî ye
12:21 Prof. Kotharî: Divê berê me li Abdullah Ocalan be
12:03 Ji bo tundiya li rojnamegerên jin hatiye kirin biryara neşopandinê hat dayin
11:48 Li Îranê li şûna kesên hatin kuştin hin kesên nû hatin wezîfedarkirin
11:23 Tirsa desthilatan mafên bingehîn ên gelan e: Zimanê dayikê
11:13 Li Şemrexê agir bi daristanê ket
11:12 Li Miksê zarokekî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
11:07 Li Sêwasê erdhej çêbû
11:06 Tirkiyeyê bertek nîşanî êrişên Îsraîlê da
11:06 Qeyûmî civaknas ji bo paqijkirina daşiran peywirdar kir!
10:36 Îranê muzakereyên bi DYA’yê re da sekinandin
10:32 Michael Hardt: Ez biryara Ocalan pîroz dikim û piştgiriyê didim
10:31 Rêveberê Odeya Bazirganiyê ya Rihayê: Ji bo pêşeroja xwe em piştgiriyê didin pêvajoyê
09:57 Dayikên 3 jinên li Silopiyayê hatine qetilkirin: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:36 Dê ciwan di konferansa ‘Civaka Demokratîk’ de bicivin
09:30 Îsraîl: Îranê ji bo êrişê zêdetirî 100 balafirên bêmirov ên biçek şand
09:04 Trump: Heke bersiv were dayin em ê Îsraîlê biparêzin
09:04 Iraqê qada xwe ya hewayî ji hemû balafiran re girt
09:02 4 rojnameger hatin binçavkirin
09:01 ‘Li gorî nêrîna çep modela herî zêde hêviyê dide Rêveberiya Xweser e’
09:00 Welatiyên Enqereyê têkildarî pêvajoyê çi difikirin?
09:00 ROJEVA 13'Ê HEZÎRANA 2025'AN
08:48 Kesên di êrişa Îsraîlê de hatine kuştin
08:38 Ji DYA’yê daxuyaniya ewil: Di operasyonê de rola me tune ye
08:37 Netenyahu: Heta gef ji holê tê rakirin dê operasyon bidome
08:34 Li Îsraîlê rewşa awarte hate ragihandin
08:33 Îran: Îsraîlê ji bo xwe dawiyeke biêş amade kir
08:19 Îsraîlê êrişê Îranê kir: Serfermandarê Giştî Bakirî hate kuştin
12/06/2025
16:41 Li Xelfeliyê rojên pirtûkan dest pê kir
16:24 Ahmet Tekîn piştî 31 salan hate berdan
16:14 Li Qoserê trafo teqiya: 115 gund bê ceyran man
16:09 BÎSAM: Sînorê xizaniyê 81 hezar û 686 TL ye
16:00 Navê Onder li Stenbolê li parkekê hate kirin
15:47 Komîsyona Zarokan a DEM Partiyê ya Amedê hat avakirin
15:31 ÎHD’a Colemêrgê banga berdana girtiyên nexweş kir
14:25 Ji bo endamê HPG’ê Kocaman şîn hate danîn
14:06 Ji HPG'ê daxuyaniyeke girîng: Artêşa Tirk bi hemû cureyên çekan êrişên xwe didomîne
13:56 Tora Navbeynkarên Jin a Akdenîzê bi DEM Partiyê re hevdîtin kir
13:47 ÎSÎG: Di 12 salan de herî kêm 770 zarokan di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan