PKK’ê ragihand: Me kongreya xwe ya 12’emîn li dar xist

img

NAVENDA NÛÇEYAN - PKK’ê ragihand ku piştî banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wan Kongreya 12'emîn a PKK'ê li dar xistiye. 

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin, di 27’ê Sibatê de “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” kir. Abdullah Ocalan, di banga xwe de ji PKK’ê xwest ku kongreya xwe li dar bixe û xwe fesix bike. PKK’ê jî piştî bangê daxuyanî da û got ku dê tiştên di bangê de hatine xwestin bicih bîne. 
 
PKK’ê têkildarî kongreyê daxuyaniyeke girîng da. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF); PKK’ê diyar kir ku wan Kongreya 12'emîn a PKK'ê di navbera 5-7'ê Gulanê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi rengekî serkeftî li dar xistine. Hate ragihandin ku encamên Kongreya 12'emîn, biryarên hatin wergirtin û belge û agahiyên berfireh ên têkildarî kongreyê wê di dema herî nêz de bi raya giştî re bêne parvekirin.
 
DAXUYANIYA PKK’Ê 
 
Daxuyaniya Dîwana Kongreya 12'emîn a PKK'ê bi vî rengî ye:
 
“Kongreya 12'emîn a PKK'ê di navbera 5-7'ê Gulanê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi rengekî serketî hate lidarxistin. Kongre bi beşdariya delegeyên ku hemû qadên kar temsîl dikin, li du qadên cuda paralelî hev hate pêkanîn.
 
Kongreya 12'emîn a PKK'ê li ser banga Rêber Abdullah Ocalan li hev kom bû. Kongreyê di serî de Rêber Apo bi hesret û hurmet silav kir, perspektîf û pêşniyarên Rêber Abdullah Ocalan ên ji bo kongreyê xwend û nirxand. Her wiha rapora kurt a Komîteya Navendî ya PKK'ê jî li kongreyê hate xwendin û nîqaşkirin.
 
Di vê çarçoveyê de Kongreya 12'emîn a PKK'ê li ser bingeha banga Rêber Apo, têkildarî karên PKK'ê biryarên girîng ên dîrokî wergirt.
 
Kongreya 12'emîn a PKK'ê ku di meha şehîdan Meha Gulanê de pêk hat, şehîdên leheng ên têkoşîna dîrokî ya 52 salan bi hurmet, hezkirin û minnet bi bîr anî. Bang li gelê me yê welatparêz û hêzên sosyalîst demokratîk hemûyan kir ku bi rengekî rast xwedî li şehîdên me û hemû nirxên demokratîk û neteweyî yên têkoşîna mezin a 52 salan derkevin, bijîn û bidin jiyîn.
 
Kongreya 12'emîn a PKK'ê şehîd Sirri Sureyya Onder jî bi hurmet û minnet bi bîr anî ku di amadekariyê de yek ji wan kesayetan bû ku kedeke mezin da. Ji bo serxistina armanca civaka demokratîk û aştiyê ya vî mirovê hêja ku 12 salan hevrêtî ji Rêber Apo re kir, bang li her kesî kir ku bi hevkarî bixebitin.
 
Encamên Kongreya 12'emîn a PKK'ê û agahî û belgeyên berfireh ên li ser biryarên hatin wergirtin, piştî ku encamên li du qadên cuda kir yek, wê di demeke gelekî nêz de bi raya giştî re bêne parvekirin.
 
Li ser van bingehan, di şexsê şehîdê me yê mezin ê yekemîn hevrê Hakî Karer de em şehîdên leheng hemûyan careke din bi hurmet û minnet bi bîr tînin. Em bang li gelê xwe yê welatparêz û dostên xwe yên demokratîk dikin ku li her qadê şehîdên me yên leheng bi bîr bînin û têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hîn bêhtir bilind bikin.
 
Şehîd Namirin!
 
Bijî Rêber Apo!”
 
ÇI QEWIMÎ? 
 
Abdullah Ocalan piştî rewşa agahînegirtina mutleq a 44 mehan domiya, di 23’yê Cotmeha 2024’an de di çarçoveya hevdîtina malbatê re bi Wekîlê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Rihayê û biraziyê xwe Omer Ocalan re hevdîtin kir. Piştre jî Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê di 28’ê Kanûna 2024’an de bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Di şandeyê de Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan cih girtin. Şande, di 22’yê Çileyê û 27’ê Sibatê de jî dîsa çûn serdana Îmraliyê. 
 
Abdullah Ocalan, di hevdîtina 3’yemîn de tevî hevalên xwe yên girtî yên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş, “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” kir. Di daxuyaniya bangê de Ahmet Turk, Pervîn Buldan, Sirri Sureyya Onder, Tulay Hatîmogûllari, Tuncer Bakirhan, Cengîz Çîçek û Faîk Ozgur Erol jî cih girtin. 
 
BANGA AŞTÎ Û CIVAKA DEMOKRATÎK
 
Di banga Abdullah Ocalan de wiha hate gotin: 
 
"Banga Aştî û Civaka Demokratîk
 
PKK; di sedsala 20’an de, di sedsala herî tund a dîrokê de ava bû. Zemîna ku PKK tê de hat afirandin zemîna du şerên cîhanê, reel-sosyalîzm û dema şerê sar ê li cîhanê bû. Di vê zemînê de înkarkirina rastiya Kurdan, qedexekirina azadiyan, bi taybetî jî qedexekirina azadiya ramanê li dar bû.
 
Di warê teorî, bername, stratejî û taktîkan de bandora rastiya pergala reel-sosyalîst a sedsalê li ser vê avabûnê çêbûye. Di salên 1990’î de, ji ber sedemên navxweyî hilweşîna reel-sosyalîzmê, şikestina înkara nasnameyê li welat û pêşketinên azadiya ramanê bû sedem ku PKK wateya xwe biborîne û xwe zêde dubare bike. Ji ber vê yekê ew jî wekî yên din hatiye dawiya jiyana xwe û pêwîstî bi fesihkirina wê heye.
 
Têkiliyên Kurd û Tirkan; di dîroka zêdetirî hezar salan de Tirkan û Kurdan ji bo hebûna xwe bidomînin û li dijî hêzên hegemonîk li ser piyan bimînin, her tim pêwîstî pê dîtine ku bi dilxwazî di nava tifaqekê de bimînin.
 
Du sedsalên dawî yên modernîteya kapîtalîst, şikandina vê tifaqê ji xwe re kiriye armanc. Hêzên ku bandor li wan bûye, li gel bingehên xwe yên çînî, xizmeta vê yekê esas girtine. Ev pêvajo bi şîroveyên yekreng ên Komarê leztir bûye. Erka sereke ew e ku têkiliya dîrokî ya îro şikestiye, bi ruhê biratiyê û yekitiyê, tevî em baweriyan jî paşguh nekin, ji nû ve bi rêxistin bikin.
 
Pêwîstiya civaka demokratîk jêneger e. PKK, di dîroka Komarê de tevgera serhildan û tundiyê ya herî dirêj û berfireh e. Ji ber ku rêya siyaseta demokratîk girtî bû, PKK bi hêz bû û destek girt. 
 
Netewedewletên cuda, federasyon, xweseriya îdarî û çareseriyên kulturalîst ku encama pêwîst a neteweperestiya tund in, nikarin ji sosyolojiya civaka dîrokî re bibin bersiv.
 
Rêzgirtina li nasnameyan, azadiya ramanê, birêxistinbûna demokratîk, avakirina civakî-aborî û siyasî ya hemû pêkhateyan, tenê bi hebûna civak û qada siyasî ya demokratîk mimkun e.
 
Sedsala duyemîn a Komarê tenê dema ku bi demokrasiyê were tacîdarkirin dikare bibe xwedî yekitî û berdewamiyeke mayînde. Ji demokrasiyê pê ve tu rêyeke lêgerîna pergalan û pêkanîna wan tune ye û ne mimkun e. Lihevkirina demokratîk rêbaza bingehîn e.
 
Divê zimanê serdema aştî û civaka demokratîk jî li gorî vê rastiyê bê pêşxistin.
 
Banga ku birêz Devlet Bahçelî kir, îradeya ku birêz Serokkomar nîşan da û nêzîkatiyên erênî yên partiyên din ev pêvajo ava kir û ez jî di vê pêvajoyê de banga çekdanînê dikim û ez berpirsyariya dîrokî ya vê bangê digirim ser xwe.
 
Çawa ku her civak û partiya hemdem ku hebûna wê bi darê zorê nehatiye bidawîkirin, hûn jî bi dilxwazî Kongreya xwe bicivînin û biryaran bidin; divê hemû kom çekên xwe deynin û PKK xwe fesih bike. Ez silavên xwe ji hemû kesan re dişînim ku bi jiyana hevpar bawer dikin û guh didin banga min.
 
25'ê Sibata 2025'an
 
Abdullah Ocalan”
 
'DIVÊ ALIYÊ HIQÛQÎ BÊ NASKIRIN’ 
 
Sirri Sureyya Onder piştî daxuyaniyê axivî û anî ziman ku Abdullah Ocalan ji şandeyê re got: “Bêguman ji bo di pratîkê de çek werin berdan û PKK xwe fesix bike, divê aliyê siyaseta demokratîk û hiqûqî bê naskirin.” 
 
HEVDÎTIN 
 
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê piştî banga Abdullah Ocalan, lez da trafîka xwe ya hevdîtinan. Di vê çarçoveyê de ji Herêma Federe ya Kurdistanê heta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Ewropa û Tirkiyeyê bi gelek derdoran re hevdîtin kir. 
 
Endamên Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan, di çarçoveya pêvajoyê de di 10’ê Nîsanê de bi Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan re jî hevdîtin kirin. 
 
Dihat payîn ku endamên şandeyê piştî hevdîtinên behsa xeberê biçin Îmraliyê û hevdîtinan bikin. Lê belê, ji endamên şandeyê Sirri Sureyya Onder di 15’ê Nîsanê de krîza dil derbas kir û di 3’yê Gulanê de jî jiyana xwe ji dest da. 
 
Dema tedawiya Onder didomiya, Pervîn Buldan û parêzerê Buroya Hiqûqê ya Asrinê Faîk Ozgur Erol di 22’yê Nîsanê de bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin. 

Sernavên din

16/05/2025
15:52 Civînên jinan ên DEM Partiyê dewam dikin
15:28 Wêneyê Abdullah Ocalan ê 42 sal berê hat weşandin
15:26 Rêveberê KURDÎ-DER'ê yê Geverê serbest hat berdan
14:35 Dosyaya Ozbahçecî ku polîsan kuştibû şandin krîmînala cendirmeyan
13:30 Der heqê rojnameger Boltan de lêpirsîn hate destpêkirin
13:20 Ji bo bîranîna li Dêrsimê bang hate kirin
13:19 Pirtûka Gurbetellî Ersoz wergerandin zimanê Yewnanî
13:19 Cezayê polîsê Berkîn Elvan qetil kiribû hate erêkirin
13:05 Kongreya NADA’yê di roja 2’yan de bi komxebatan dest pê kir
12:02 Cîvaknas Kuçukaydin: Gaveke nû hate avêtin, guherîn dê hinek biêş be
11:44 Kaytan û Altûn li Wanê hatin bibîranîn: Tu caran serî netewandin
11:27 'Ev pêvajo mîrateya Çaran e'
10:58 Li Colemêrgê nexweşiya tevekê hat tespîtkirin
10:51 Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
10:48 Mêşvanan berê xwe dan zozanan
10:24 Sabrî Ok: Ji xwe û bi Rêber Apo bawer bin
Besta Botan: Têkoşîna li ser zemîna siyaseta demokratîk dest pê dike
10:03 Ji bo bîranîna li Dêrsimê bang: Divê her kes xwedî li zarokên xwe derkeve
10:02 Serlêdana emniyetê ya ji bo 'guhertina îmarê' hat redkirin
10:02 Riza Altûn vegot: Baş birêxistin dikir û mamosteyekî zîrek bû
09:27 Li Şirnexê ji ber hişkesaliyê 300 hezar donimên dexl û danê hişk bûn
09:17 Ji bo vegotina ‘pêvajoyê’ li 12 tax û 72 gundan çûn serdana 5 hezar malbatan
09:03 Komeleyên herêmê: Divê em beşdarî pêvajoyê bibin
09:01 Parêzer Zeynep Karayilan: Dê çareserî di şexsê Abdullah Ocalan de pêk bê
09:00 ROJEVA 16’Ê GULANA 2025’AN
08:43 Dayika girtiyê nexweş di qezayê de jiyana xwe ji dest da
08:39 Li Mêrdînê jinekê bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da
15/05/2025
21:23 Cejna Zimanê Kurdî li gelek bajaran hat pîrozkirin: Statuya Kurdî nas bikin
17:04 ‘Em ê xeyalên Altûn û Kaytan pêk bînin’
16:40 Li Konyayê bi pileya 5.2’yê erdhej çêbû
16:32 Ji bo bîranîna Kaytan û Altûn a li Amedê bang hate kirin
16:28 Rojnameger Furkan Karabay hate girtin
15:47 Tekmenûray ê piştî 32 salan hate berdan: Em ê têkoşînê bidomînin
15:46 Mexmûriyan li dijî ambargoyê çalakî dan destpêkirin
15:35 Derhêner Alî Ozgenturk wefat kir
14:48 Di doza rojnameger Çoban de dê mutalaa bê amadekirin
14:10 Girtiyê nexweş ê li dijî lêgerîna tazî derketî hate derbkirin
13:36 Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî 'Girtîgehên bi tîpa bîrê' didome
13:22 Bayindir û Bakirhan beşdarî bîranîna Kaytan û Altûn bûn
13:16 Banga ‘Bila Kurdî bibe zimanê fermî û yê perwerdehiyê’ kirin
13:06 Kongreya NADA’yê: Em teşe bidin nexşerêya xwe ya civaka demokratîk
12:43 Bîranîna Kaytan û Altûn: Kevneşopiyeke mezin ava kirin
12:29 Ji çiyayên Wanê ber bir bazaran ve
12:16 Endamê Koma Aştiyê Tunç: Divê mercên xebatê yên Abdullah Ocalan bên avakirin
11:48 Mûstafa Mesût Tekîk bi bîr anîn: Jiyana xwe fedayî gelê xwe kir
11:09 1’emîn Kongreya NADA’yê dest pê kir
10:58 Danişîna doza 19 rojnamegeran hate taloqkirin
10:46 Girtiya nexweş Fatma Ozbay hate berdan
10:34 Kaytan û Altûn dê li Dêrsimê bi girseyî bên bibîranîn
10:23 Mehek e Kampa Mexmûrê di bin dorpêçê de ye
10:15 Kolanên Wanê: Dora dewletê ye ku gavan biavêje
09:54 Serokên DEVA û SP’ê yên Amedê: Divê mafên qanûnî yên Kurdan bên naskirin
09:37 ‘Ji bo çareseriyê berpirsyartiyeke cidî dikeve ser milê dewletê’
09:31 Di doza rojnameger Çoban de biryara beraetê hate dayin
09:04 Rojnameger Karabay hate binçavkirin
09:04 Şandeya Mexmûrê hate binçavkirin
09:02 Jinên Koçer konên xwe bi çîtan dixemilînin
09:02 Şahidiya damezirandina PKK’ê kir: Bi kongreya dawî re dê aştî were
09:01 ROJEVA 15’Ê GULANA 2025’AN
14/05/2025
17:03 Kaytan û Altûn li gelek bajaran hatin bîranîn: Em ê têkoşînê mezin bikin
15:49 Li Semsûrê navê Onder li kolanekê kirin
14:49 Komxebata di medyayê de astengdar: Em zimanê jehrî biguherînin
14:46 Li Mêrdînê yekemîn çinîna genim a salê
14:31 1’emîn Kongreya NADA’yê sibe li Silêmaniyeyê dest pê dike
14:08 Li Wanê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
14:06 Bernameya bîranînê ya li Tuzluçayirê di roja 2’yan de ye
14:02 DEM Partiyê têkildarî ‘mafê hêviyê’ bersiv da Tunç
13:53 Bakirhan: Em dixwazin komar demokratîk bibe
13:18 Tunç bersiv da daxwaza ‘Bila Ocalan bi rojnamegeran re hevdîtinê bike’
13:08 HRW: Di mijara sûcên şer de berpirsyartiya Tirkiyeyê heye
13:00 Trump bi El Şara re hevdîtin kir
12:43 Dê kampanyaya ‘Ez dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim’ bê destpêkirin
12:43 Di lêpirsîna HDK’ê de ji bo 3 kesan biryara tehliyeyê hat dayin
12:19 Gera Trump a li Rojhilata Navîn: Armanc sermayeya Ereban e
11:51 Kalmaz: HDK dê pêşengtiya avakirina civaka demokratîk bike
11:30 Geşedanên ku ji 27’ê Sibatê vir ve qewimîne
11:07 Ahmet Turk: Divê dewlet ji bendewariyan re bibe bersiv
10:25 Ayten Dêrsim: Berpirsyartî dikeve ser milê me
Amed Malazgîrt: Barê li ser milên me giran bû
10:24 Li Amedê pêvajo derî bi derî tê vegotin: Ji 3 hezarî zêdetir serdanên malan hatin kirin
10:17 Bayik: Her gava Rêber Apo avêtiye bi serkeftinê biencam bûye
09:50 Wekîlê Partiya DEVA’yê Ekmen: Divê pirsgirêk li Meclisê bê çareserkirin
09:31 Bernameya bîranînê ya ji bo Kaytan û Altûn diyar bû
09:20 Di 60 saliya xwe de bû xwendekara zimanê xwe
09:19 'Ji bo parastina Kurdî divê polîtîkayeke ziman bê pêşxistin'
09:18 ‘Ji bo zimanê dayikê divê destûra bingehîn bê guherandin'
09:17 Tan: Kurdî heri xweş di zimanê zarokan de bedew e
09:00 ROJEVA 14’Ê GULANA 2025’AN
13/05/2025
16:16 Bakirhan: Ji bo civak ji pêvajoyê bawer bike, îktîdar dikare gavan biavêje
16:06 Ji NY’ê daxuyaniya têkildarî kongreyê: Em amade ne ji bo pêvajoyê bibin alîkar
15:52 Hayatî Kaytan: Em ê vê rêya birûmet bi azadiyê tacîdar bikin
15:33 Kaytan û Altûn li Edeneyê hatin bibîranîn: Em ê têkoşîna wan bi aştiyê tacîdar bikin
15:28 Ocalan kongreya PKK’ê silav kir, Kaytan û Altûn bi bîr anî
15:07 Îranê di 13 rojan de 96 kes bi darve kir
15:06 Daxwaza ji nû ve darizandina Hatem Ozdemîr hat redkirin
14:58 Kaytan û Altûn hatin bibîranîn: Weke Prometheusên serdemê jiyaneke nû afirandin
14:12 Qubad Talabanî: PKK’ê berpirsyartiya xwe bicih anî
13:21 Ji bo hunermend Pinar Aydinlarê biryara tehliyeyê hat dayin
13:18 Di doza faîlên wê leşker de dozger nexwest ceza were dayin
12:59 Li Tuzluçayirê Kaytan û Altûn hatin bibîranîn
12:50 Bakirhan: Kongreya PKK’ê ji bo çareseriya demokratîk firsend e
12:25 Sozdar Avesta: Encamgirtin bi jiyaneke sosyalîst pêkan e