Berdevka DEM Partiyê: Hindik ma ye PKK ragihîne ku kongreya xwe li dar xistiye

ENQERE - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan diyar kir ku mijara sûîqesta li dijî Sirri Sureyya Onder bi awayekî cidî tê şopandin. Ayşegul Doganê destnîşannkir ku di demekî nêz de PKK dê ragihîne ku kongreya xwe li dar xistiye û got: “Em vbi cidiyeke mezin li benda vê gava dîrokî û vê biryara dîrokî ne.”

Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan li navenda giştî ya partiya xwe têkildarî geşedanên di rojevê de daxuyanî da. 
 
Ayşegul Dogan di serî de têkildarî wefata Sirri Sureyya Onder axivî û got: “Êşa me hêj nû ye, windahiyeke mezin e. Barê li pey xwe hiştî pir giran e. Ji me re berpirsyartiyeke dîrokî hişt. Got ‘aştî pêkan e û ev ne îxtîmalek e. Mayindekirina vê îxtîmalê di destê me de ye. Civak amade ye, gelên Tirkiyeyê amade ne. Heke bixwaze, îradeya siyasetê jî amade ye. Divê em bi cisaret û bibiryardarî xwedî li vê pêvajoyê derkevin.’” 
 
‘BI RAYA GIŞTÎ RE PARVE NEKIN’
 
Ayşegul Dogan, bal kişand ser hewldana sûîqestê ya li dijî Onder û got: “Rewşa behsa xeberê li sîteya mala wî ya li Enqereyê hate ferqkirin. Xebatkarekê ewlehiyê yê sîteyê dema wesayît park dikir, deng tê guhê wî û gumanê jê dibe. Li ser vê yekê lastîkan kontrol dike. Dema kontrol dike dibîne ku mekanîzmayeke tûj li wir hatiye bicihkirin. Ev mekanîzma dikare tekerê biteqîne. Piştre jî Sirri Sureyya Onder mijar hem bi partiya me hem jî bi rayedaran re parve kir. Hûn jî dizanin ku mijareke hesas e. Lewma yekser bi rayedarên ewlehiyê re hate parvekirin. Her wiha ew mekanîzma radestî wan hate kirin. Û tevdîrên pêwîst jî hatin giritn. Çima ev mijar bi raya giştî re nehate parvekirin? A ewil, hevalê me yê hêja Sirri Sureyya Onder nexwest ev mijar bê bikaranîn. Hûn tevek jî şahidên gotinên wî yên têkildarî aştî û pêvajoyê ne. 
 
BI BALDARÎ TÊ ŞOPANDIN
 
Li vir tiştekî were veşartin tune ye. Divê weke bêcidiyetî, negirtina tevdîran û xemsariyê neyê nirxandin. Berevajî vê, ev mijar bi cidiyeteke mezin û bi hûr û kûr hate şopandin. Mijara neparvekirina bi raya giştî re jî biryara wî û partiya me bû. Nexwest raya giştî bitirsîne û fikarên wan zêde bike. Anku biryar bi hev re hate dayin. Dîsa dibêjim ku xemsarî nebû û bêtevdîrî nebû.” 
 
'QEZAYA TRAFÎKÊ ÇÊBÛ’ 
 
Têkildarî îdiayên sûîqestê ya li dijî Pervîn Buldanê jî Ayşegul Dogan wiha got: “Nûçeyên ku dibêjin Endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldanê li Romayê qeza kiriye hene. Belê rast e, qezayeke trafîkê çêbû. Lê divê ev qeza weke hewldaneke sûîqestê neyê nirxandin. Hevalê ku wesayîta Pervîn Buldan û Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir tê de bûn diajot, kete rêya xelet û qeza kir. Lê di qezayê de hema bêje qet xisara madî jê çênebûye û tu kes birîndar jî nebûn. Rast nîne ku ji vir tiştek were derxistin.”
 
KONGREYA PKK’Ê 
 
Rojnamegeran têkildarî kongreya PKK’ê pirs kirin û Ayşegul Dogan jî wiha bersiv da: “Di demekî nêz de PKK dê ragihîne ku kongre hatiye lidarxistin. Dibe ku di carekê de PKK vê agahiyê ragihîne. Em bi cidiyet û girîngiyeke mezin li benda vê gava dîrokî, vê biryara dîrokî ne. Ji bo êdî qad li ber siyaetê vebe, berpirsyartî dikeve ser milê her kesî. Divê her kes bi cisaret vê berpirsyartiyê li xwe bigire.”
 

Sernavên din

16/05/2025
15:52 Civînên jinan ên DEM Partiyê dewam dikin
15:28 Wêneyê Abdullah Ocalan ê 42 sal berê hat weşandin
15:26 Rêveberê KURDÎ-DER'ê yê Geverê serbest hat berdan
14:35 Dosyaya Ozbahçecî ku polîsan kuştibû şandin krîmînala cendirmeyan
13:30 Der heqê rojnameger Boltan de lêpirsîn hate destpêkirin
13:20 Ji bo bîranîna li Dêrsimê bang hate kirin
13:19 Pirtûka Gurbetellî Ersoz wergerandin zimanê Yewnanî
13:19 Cezayê polîsê Berkîn Elvan qetil kiribû hate erêkirin
13:05 Kongreya NADA’yê di roja 2’yan de bi komxebatan dest pê kir
12:02 Cîvaknas Kuçukaydin: Gaveke nû hate avêtin, guherîn dê hinek biêş be
11:44 Kaytan û Altûn li Wanê hatin bibîranîn: Tu caran serî netewandin
11:27 'Ev pêvajo mîrateya Çaran e'
10:58 Li Colemêrgê nexweşiya tevekê hat tespîtkirin
10:51 Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
10:48 Mêşvanan berê xwe dan zozanan
10:24 Sabrî Ok: Ji xwe û bi Rêber Apo bawer bin
Besta Botan: Têkoşîna li ser zemîna siyaseta demokratîk dest pê dike
10:03 Ji bo bîranîna li Dêrsimê bang: Divê her kes xwedî li zarokên xwe derkeve
10:02 Serlêdana emniyetê ya ji bo 'guhertina îmarê' hat redkirin
10:02 Riza Altûn vegot: Baş birêxistin dikir û mamosteyekî zîrek bû
09:27 Li Şirnexê ji ber hişkesaliyê 300 hezar donimên dexl û danê hişk bûn
09:17 Ji bo vegotina ‘pêvajoyê’ li 12 tax û 72 gundan çûn serdana 5 hezar malbatan
09:03 Komeleyên herêmê: Divê em beşdarî pêvajoyê bibin
09:01 Parêzer Zeynep Karayilan: Dê çareserî di şexsê Abdullah Ocalan de pêk bê
09:00 ROJEVA 16’Ê GULANA 2025’AN
08:43 Dayika girtiyê nexweş di qezayê de jiyana xwe ji dest da
08:39 Li Mêrdînê jinekê bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da
15/05/2025
21:23 Cejna Zimanê Kurdî li gelek bajaran hat pîrozkirin: Statuya Kurdî nas bikin
17:04 ‘Em ê xeyalên Altûn û Kaytan pêk bînin’
16:40 Li Konyayê bi pileya 5.2’yê erdhej çêbû
16:32 Ji bo bîranîna Kaytan û Altûn a li Amedê bang hate kirin
16:28 Rojnameger Furkan Karabay hate girtin
15:47 Tekmenûray ê piştî 32 salan hate berdan: Em ê têkoşînê bidomînin
15:46 Mexmûriyan li dijî ambargoyê çalakî dan destpêkirin
15:35 Derhêner Alî Ozgenturk wefat kir
14:48 Di doza rojnameger Çoban de dê mutalaa bê amadekirin
14:10 Girtiyê nexweş ê li dijî lêgerîna tazî derketî hate derbkirin
13:36 Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî 'Girtîgehên bi tîpa bîrê' didome
13:22 Bayindir û Bakirhan beşdarî bîranîna Kaytan û Altûn bûn
13:16 Banga ‘Bila Kurdî bibe zimanê fermî û yê perwerdehiyê’ kirin
13:06 Kongreya NADA’yê: Em teşe bidin nexşerêya xwe ya civaka demokratîk
12:43 Bîranîna Kaytan û Altûn: Kevneşopiyeke mezin ava kirin
12:29 Ji çiyayên Wanê ber bir bazaran ve
12:16 Endamê Koma Aştiyê Tunç: Divê mercên xebatê yên Abdullah Ocalan bên avakirin
11:48 Mûstafa Mesût Tekîk bi bîr anîn: Jiyana xwe fedayî gelê xwe kir
11:09 1’emîn Kongreya NADA’yê dest pê kir
10:58 Danişîna doza 19 rojnamegeran hate taloqkirin
10:46 Girtiya nexweş Fatma Ozbay hate berdan
10:34 Kaytan û Altûn dê li Dêrsimê bi girseyî bên bibîranîn
10:23 Mehek e Kampa Mexmûrê di bin dorpêçê de ye
10:15 Kolanên Wanê: Dora dewletê ye ku gavan biavêje
09:54 Serokên DEVA û SP’ê yên Amedê: Divê mafên qanûnî yên Kurdan bên naskirin
09:37 ‘Ji bo çareseriyê berpirsyartiyeke cidî dikeve ser milê dewletê’
09:31 Di doza rojnameger Çoban de biryara beraetê hate dayin
09:04 Rojnameger Karabay hate binçavkirin
09:04 Şandeya Mexmûrê hate binçavkirin
09:02 Jinên Koçer konên xwe bi çîtan dixemilînin
09:02 Şahidiya damezirandina PKK’ê kir: Bi kongreya dawî re dê aştî were
09:01 ROJEVA 15’Ê GULANA 2025’AN
14/05/2025
17:03 Kaytan û Altûn li gelek bajaran hatin bîranîn: Em ê têkoşînê mezin bikin
15:49 Li Semsûrê navê Onder li kolanekê kirin
14:49 Komxebata di medyayê de astengdar: Em zimanê jehrî biguherînin
14:46 Li Mêrdînê yekemîn çinîna genim a salê
14:31 1’emîn Kongreya NADA’yê sibe li Silêmaniyeyê dest pê dike
14:08 Li Wanê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
14:06 Bernameya bîranînê ya li Tuzluçayirê di roja 2’yan de ye
14:02 DEM Partiyê têkildarî ‘mafê hêviyê’ bersiv da Tunç
13:53 Bakirhan: Em dixwazin komar demokratîk bibe
13:18 Tunç bersiv da daxwaza ‘Bila Ocalan bi rojnamegeran re hevdîtinê bike’
13:08 HRW: Di mijara sûcên şer de berpirsyartiya Tirkiyeyê heye
13:00 Trump bi El Şara re hevdîtin kir
12:43 Dê kampanyaya ‘Ez dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim’ bê destpêkirin
12:43 Di lêpirsîna HDK’ê de ji bo 3 kesan biryara tehliyeyê hat dayin
12:19 Gera Trump a li Rojhilata Navîn: Armanc sermayeya Ereban e
11:51 Kalmaz: HDK dê pêşengtiya avakirina civaka demokratîk bike
11:30 Geşedanên ku ji 27’ê Sibatê vir ve qewimîne
11:07 Ahmet Turk: Divê dewlet ji bendewariyan re bibe bersiv
10:25 Ayten Dêrsim: Berpirsyartî dikeve ser milê me
Amed Malazgîrt: Barê li ser milên me giran bû
10:24 Li Amedê pêvajo derî bi derî tê vegotin: Ji 3 hezarî zêdetir serdanên malan hatin kirin
10:17 Bayik: Her gava Rêber Apo avêtiye bi serkeftinê biencam bûye
09:50 Wekîlê Partiya DEVA’yê Ekmen: Divê pirsgirêk li Meclisê bê çareserkirin
09:31 Bernameya bîranînê ya ji bo Kaytan û Altûn diyar bû
09:20 Di 60 saliya xwe de bû xwendekara zimanê xwe
09:19 'Ji bo parastina Kurdî divê polîtîkayeke ziman bê pêşxistin'
09:18 ‘Ji bo zimanê dayikê divê destûra bingehîn bê guherandin'
09:17 Tan: Kurdî heri xweş di zimanê zarokan de bedew e
09:00 ROJEVA 14’Ê GULANA 2025’AN
13/05/2025
16:16 Bakirhan: Ji bo civak ji pêvajoyê bawer bike, îktîdar dikare gavan biavêje
16:06 Ji NY’ê daxuyaniya têkildarî kongreyê: Em amade ne ji bo pêvajoyê bibin alîkar
15:52 Hayatî Kaytan: Em ê vê rêya birûmet bi azadiyê tacîdar bikin
15:33 Kaytan û Altûn li Edeneyê hatin bibîranîn: Em ê têkoşîna wan bi aştiyê tacîdar bikin
15:28 Ocalan kongreya PKK’ê silav kir, Kaytan û Altûn bi bîr anî
15:07 Îranê di 13 rojan de 96 kes bi darve kir
15:06 Daxwaza ji nû ve darizandina Hatem Ozdemîr hat redkirin
14:58 Kaytan û Altûn hatin bibîranîn: Weke Prometheusên serdemê jiyaneke nû afirandin
14:12 Qubad Talabanî: PKK’ê berpirsyartiya xwe bicih anî
13:21 Ji bo hunermend Pinar Aydinlarê biryara tehliyeyê hat dayin
13:18 Di doza faîlên wê leşker de dozger nexwest ceza were dayin
12:59 Li Tuzluçayirê Kaytan û Altûn hatin bibîranîn
12:50 Bakirhan: Kongreya PKK’ê ji bo çareseriya demokratîk firsend e
12:25 Sozdar Avesta: Encamgirtin bi jiyaneke sosyalîst pêkan e