Hevdîtinên çareseriyê yên di meseleya Kurd de

img

ÎZMÎR - Pêvajoyên ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pêş ketin, ji ber neavêtina gavan ji aliyê desthilatan ve an jî ji ber armancên wan ên "tasfiyekirinê" hatin berhwakirin. Rojnameger Amed Dîcle got: "Eger înkar û îmha raweste, dê tundî û şer jî bi dawî dibe. Heta ku feraset neyê guhertin, çareserî nayê pêşxistin."

Polîtîkayên îmha û înkarê yên ji damezrandina komarê heta niha bûne sedem ku pirsgirêka Kurd a dîrokî hîn kûrtir bibe. Çendî partiyên ku welêt bi rê ve dibin hatibin guhertin jî, lê nêzîkatiya “ewlekariyê” ya ji bo pirsgirêka Kurd tu carî neguheriye. Hikûmetên ku pirsgirêkê paşguh kirin an jî tunehesibandin ji holê rabûn, lê berxwedana li dijî îmha û înkarê qet nesekinî.
 
Piştî ku berxwedana Şêx Seîd, Agirî, Zîlan û Dêrsimê bi xwînxwarî hat tepisandin, di sala 1973'yan de bingeha rêxistinbûneke nû hat avêtin. Abdullah Ocalan bi civîneke ji 6 kesan a li Bendava Çubuk a Enqereyê di Newroza 73'yan de, bingeha PKK'ê avêt. Ocalan û hevalên wî, di 27'ê Mijdara 1978'an de, li gundê Fîsê yê navçeya Licê ya Amedê PKK'ê ava kirin.
 
PKK’ê di 15’ê Tebaxa 1984’an de li navçeya Dihê ya Sêrtê û li navçeya Şemzînan a Colemêrgê çalakiya çekdarî ya yekem pêk anî. Ji aliyê rayedarên dewletê yên wê demê ve PKK wekî “komeke talanker" hat binavkirin. Ewilî ji bo emrê PKK'ê 6 saet muhlet hat dayîn. Dû re, ev dem bû 72 û paşê hefteyek. Lê PKK ya ku 6 saet ji bo umrê wê wext hatibû dayîn, zêdetirî 46 sal in hebûna xwe didomîne.
 
Dema ku paradîgmaya Abdullah Ocalan ji aliyê bi milyonan ve hat qebûlkirin, polîtîkayên "ewlehiyê" yên li ser pirsgirêka Kurd jî hîn kûrtir bûn. AKP ku di 3'yê Mijdara 2002'yan de hat ser desthilatdariyê, di rojên destpêkê de li ser demokrasî û mafên mirovan daxuyanî da. Her çendî dem bi dem der barê çareseriya pirsgirêka Kurd de soz hatibin dayîn jî, asta êrişan hê bêtir hat zêdekirin. 
 
Agirbestên ku PKK’ê der barê çareseriya pirsgirêka Kurd de îlan kiribûn, yan ji aliyê desthilatan ve hatin berhewakirina yan jî ji ber provokasyonan bi ser neketin.
 
PÊVAJOYÊN AGIRBESTAN
 
Yekem têkiliya PKK û dewletê di dawiya sala 1992’yan de bi hewldanên serokkomarê wê demê Turgut Ozal pêk hat. Di 20'ê Adara 1993'yan de bi navbeynkariya hin kesayetan ku di nav wan de Serokê YNK'ê Celal Talebanî jî hebû, Abdullah Ocalan li bajarokê Bar Elias ê Lubnanê di 20'ê Adara 1993'yan de civîneke çapemeniyê li dar xist. Ocalan di vê civînê de daxuyand ku di navbera 20'ê Adar û 20'ê Nîsanê de agirbesr îlan kirine. Hê hevdîtin dewam dikirin, agirbest di 15'ê Nîsana 1993'yan de du mehên din jî hat dirêjkirin. Lê du roj şûn de Serokkomar Ozal bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da.
 
Ev pêvajoya agirbestê wekî "hewldana pêvajoya aştiyê ya yekem" ket nava rûpelên dîrokê. Lê ji ber geşedanên herêmî û provokasyonên komên paramîlîter ên li Tirkiyeyê ev pêvajo têk çû. Li aliyekî operasyonên leşkerî zêde bûn, li aliyê din jî bi sedan gund hatin şewitandin û valakirin.
 
Suleyman Demîrel ku ji destpêkê ve li dijî pêvajoyê bû, piştî Ozal bû serokkomar. Di serdema Tansu Çîllerê de, karsazên Kurd hatin qetilkirin, bi hezaran kes bûn qurbaniyên kuştinên kiryar nediyar, şewitandina gundan qet nesekinî.
 
Hewldana agirbestê ya duyemîn di 15'ê Kanûna 1995'an de, ya sêyemîn jî di 1'ê Îlona 1998'an de pêk hat. Abdullah Ocalan, di roja navborî de bi rêya MED TV'yê agirbestê ragihand. Piştî agirbestê demeke kin li dijî Abdullah Ocalan komplo hat destpêkirin. Ocalan ku 40 sal piştî agirbestê ji Sûriyeyê hat derxistin, di 15'ê Sibata 1999'an de li Kenyayê hat girtin û ew anîn Tirkiyeyê.
 
Di 1'ê Îlona 1999'an de agirbesta çaremîn hat îlankirin û heta dawiya sala 2002'yan de hemû endamên PKK'ê xwe vekişandin Herêma Kurdistana Federe, lê belê desthilata AKP'ê vê derfetê baş nenirxand. 
 
OSLO Û PÊVAJOYÊN 'ÇARESERIYÊ'  
 
AKP'ê, di sala 2005'an de bi awayekî qismî dest bi hevdîtinan kir bi PKK'ê re. Hat diyarkirin ku Alîkarê Musteşarê wê demê Hakan Fîdan bi talîmata Serokwezîrê wê demê Tayyîp Erdogan di navbera salên 2007-2008'an de hem bi Abdullah Ocalan re hem jî bi nûnerên PKK'ê re hevdîtin pêk aniye. Fîdan, Alîkarê Musteşarê Serokwezîriyê yê wê demê û paşê bû Misteşarê Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî (MÎT), Alîkarê Misteşarê Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî (MÎT) Afet Guneş û nûnerên din ên MÎT'ê û ji KCK'ê Mustafa Karasû, Sabrî Ok û Zubeyîr Aydar beşdarî hevdîtinên li Osloyê hatin kirin bûn. Piştî Osloyê Hakan Fîdan çû Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin kir. Pêvajo ji aliyê her du aliyan ve wekî “Pêvajoya Çareseriyê” hat binavkirin.
 
Heyeta hikûmetê û Nûnertiya HDP'ê ya Îmraliyê di 28'ê Sibata 2015'an de li avahiya Serokwezîriyê ya li Qesra Dolmabahçe ya Stenbolê metna hevpar a bi navê "Lihevkirina Dolmabahçeyê" eşkere kirin. Di heyeta hikûmetê de Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan, Wezîrê Karên Hundir Efkan Ala, Alîkarê Serokê Koma AKP'ê Mahîr Unal û Musteşarê Asayîş û Ewlekariyê Muhammed Dervîşoglû cih girtin. Lê belê di 17'ê Tîrmeha 2015'an de Serokwezîr Erdogan ji rojnamevanan re axivî û got ku ew wê peymanê nas nakin.
 
Di vê pêvajoyê de hevserokên berê yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de bi hezaran siyasetmedar hatin girtin. Her wiha qeyûm tayînî şaredariyan hatin kirin, goristan hatin xerakirin, bajar hatin kavilkirin, bi deh hezaran mirov neçar man koç bikin, rojname, ajans û komele hatin girtin.
 
BANGA AŞTÎ Û CIVAKA DEMOKRATÎK
 
Germa geşedanên cîhanî û herêmî çareseriya pirsgirêka Kurd careke din anî rojevê. Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî ku ji berê heta niha li dijî hemû pêvajoyan rawestiya bû, di 22'yê Cotmeha 2024'an de di vekirina Meclisê de bi destê endamên DEM Partiyê girt û di civîna komê ya ku yekser piştî wê de pêk anî de behsa "mafê hêviyê" yê Ocalan kir.
 
Piştî îfadeya Bahçelî destûr hat dayîn ku Abdullah Ocalan ê ku 41 meh bûn agahî jê nedihatin girtin, hevdîtin bi Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan, biraziyê Abdullah Ocalan, re bike. Piştre endamên DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan çûn Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin pêk anîn.
 
ENDAMÊ ŞANDEYÊ ONDER JIYANA XWE JI DEST DA
 
Di civîna sêyemîn a 27'ê Sibatê de Şandeya Îmraliyê hat berfirehkirin. Ocalan li vir bi şandeyê re daxuyanî da û "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" kir. Piştî vê bangê yekser PKK'ê biryara agirbestê da. Tevî ku 2 meh di ser bangawaziyê re derbas bûne jî, ji aliyê dewlet/desthilatê ve tu gavên berbiçav nehatin avêtin. Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder di 3'yê Nîsanê de li nexweşxaneya ku 18 rojin bûn lê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da. 
 
Rojnameger Amed Dîcle ku li ser pêvajoya Osloyê û pêvajoyên nelihevkirinê pirtûkek amade kiriye, geşedanên ji dema borî heta niha yên têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd nirxandin.
 
PÊVAJOYA 28'Ê SIBATÊ
 
Dîcle bal kişand ser hevdîtinên di serdema Turgut Ozal û Necmettîn Erbakan de hatin kirin û got: "Piştî ku Turgut Ozal mir an jî hat kuştin, pêvajo bi temamî xera bû û konsepta şerê kûr ket meriyetê. Tansu Çîller û Serfermandarê Giştî Dogan Guneş û Mehmet Agar, vê konseptê heya 1995'an domandin. Di 1996'an de Necmettîn Erbakan, bi rêya Alîkarê Serokê Sûriyeyê ji Abdullah Ocalan name şandin û ji bo lêgerîna çareseriyê peyam didan. Ocalan jî dibêje 'bi navê çareseriya siyasî û aştiyê hûn çi bixwazin em ê wê bikin'. Paşê derbeya 28'ê Sibatê çêbû. Her çendî derbeya 28'ê Sibatê wekî tedbîrek li dijî îrticayê bê dîtin jî, li pişt wê lêgerîna çareseriya siyasî ya têkildarî meseleya Kurd heye. Ger mesele îrtica bûna, dikaribû bi awayekî din jî bihata çareserkirin. Meseleya sereke ya ku rê li ber 28'ê Sibatê vekir, ez wiha difikirim ku nameyên Erbakan ên ji bo Ocalan bûn."
 
Dîcle da zanîn ku di demên pêş de bi nûnerên PKK'ê yên li Ewropayê re bi Sabrî Ok û Muzaffer Ayata yên li Girtîgeha Bûrsayê dihatin girtin re hevdîtin pêk hatine û Ok bi telefona ku ji aliyê dewletê ve hatiye dayîn bi Abdullah Ocalan re axiviye. Dîcle bi bîr xist ku di vê pêvajoyê de komploya navneteweyî jî hatiye plankirin û 40 roj piştî agirbestê Ocalan ji Sûriyeyê hatiye derxistin.
 
PÊVAJOYA 2013-2015'AN
 
Dîcle bal kişand ser vê yekê ku piştî AKP bûye desthilat, pêvajoyên berê hatine redkirin û got: "Heta ku AKP bû desthilatdar, Ocalan di hefteyê de 2-3 caran bi parêzer û malbata xwe re bi rêkûpêk hevdîtinan dikir. Lê Abdullah Gul piştî bû serokwezîr, tecrîdeke 6 mehan pêk anî. Di wê demê de plansaziyeke zelal a PKK'ê û pirsgirêkên navxweyî yên PKK'ê hatin çêkirin. Di encamê de tevger bi perspektîfa Ocalan ji nû ve kom bû. Di 1'ê Hezîrana 2004'an de dewra şer a nû dest pê kir. Di wê demê de rola li AKP'ê hatibû fesilandin, li şûna tundiyê, pirsgirêkan bi diyalogê çareser bike bû û di sala 2005'an de piştî rewşenbîr ketin dewrê hin peyam hatin dayîn. Li Enqereyê bi Erdogan re hevdîtin kirin û Erdogan jî di ser rewşanebîran re peyam şandin. Hevdîtinên di salên 2013-2015’an de dewam kirin, têkildarî rewşa herêmê pêş ketin." 
 
Dîcle anî ziman ku armanca desthilatê di van pêvajoyan de "tasfiye"bûye û got: "Ji ber ku aliyê Kurd ev yek dizanibû, bi hişyarî nêzî pêvajoyê bû. Ji ber vê yekê bal kişand ser birêxistinkirina li Rojava û têkoşîna siyasî ya li Tirkiyeyê. Aliyê Kurd fêkiyên têkoşîna siyasî bi hilbijartinên 7'ê Hezîrana 2015'an re hilda. Di heman demê de li Rojavayê, bi berxwedana Kobanê re şoreş pêk nehat. wekî ku hatibû plankirin pêvajo bi rê neçû û paşê hat xerakirin. Heta Cotmeha 2024’an em di pêvajoyeke pir tund re derbas bûn.”
 
'VEGERA VÊ PÊVAJOYÊ TUNE YE'
 
Dîcle da zanîn ku geşedanên li herêmê çareseriyê li ser her du aliyan ferz kiriye û got: "Bi salan e aliyek êriş dike, aliyê din jî li ber xwe dide." 
 
Dîcle bal kişand ser peyama Abdullah Ocalan a "ger şert û merc guncav bin ez dikarim pêvajoyê ji zemîna pevçûn û tundiyê derxim zemîneke hiqûqî û siyasî" û got: "Ocalan dixwaze Kurd bibin aktorekî ku bi înkarê nayên tunekirin. Nexşerê ya nû dide Kurdan ku têkoşîna xwe li ser zemîneke siyasî û hiqûqî bidomînin. Di heman demê de ji bo Kurdan stratejiyeke nû ya têkoşîna pêş dixe. Ji dewletê re jî dibêje dest hi stratejiya şer berde û ger mesele PKK û çek be, ew dikare wan betal bike. Tevgereke birûmet berpêşî dewletê dike." 
 
Dîcle da zanîn ku Ocalan dixwaze mafên Kurdan di bin banê Meclisê de bên nîqaşkirin û got: "Ji ber vê yekê ev bang hem ji bo dewletê gavek e ku paradîgmaya xwe biguherîne, hem jî ji bo Kurdan gavek stratejîk û kûr e ku paradîgmaya xwe biguherîne. Encama vê pêvajoyê çi dibe bila bibe, tundî an çareserî be, wê ne wekî berê be. Ev pêvajoyeke ku vegera wê tune ye. Em hêvî dikin ku ber bi aşştiyê û çareseriyeke siyasî ve biçe. Lê ger ev pêk neyê, wê pêvajoyeke tundiyê ya ku xweziya xwe bi ya berê bîne wê çêbibe." 
 
Dîcle anî ziman ku Hakan Fîdan li dijî pêvajoyê ye û got ku Erdogan hem nexşerêyên Fîdan û hem jî yên Devlet Bahçelî bi hev re dixebitîne. Dîcle bilêv kir ku di pêvajoya pêş de kîjan hewce be wê Erdogan li gor wê tevbigere û ya ku niha dewlet di hevdîtinan de ferz dike ew e ku Kurd li Sûriyeyê nebin xwedî statu. 
 
Dîcle bilêv kir ku berê pêvajo ji be rnegavavêtina desthilatê xitimîne û got ku meseleya sereke, meseleya ferasetê ye. Dîcle destnîşan kir ku heya feraset neguhere wê çareserî pêş nekeve û got ku wê feraseta êrişa li ser Kurdan bidome. 
 
MA / Tolga Guney
 
 

Sernavên din

16/05/2025
15:52 Civînên jinan ên DEM Partiyê dewam dikin
15:28 Wêneyê Abdullah Ocalan ê 42 sal berê hat weşandin
15:26 Rêveberê KURDÎ-DER'ê yê Geverê serbest hat berdan
14:35 Dosyaya Ozbahçecî ku polîsan kuştibû şandin krîmînala cendirmeyan
13:30 Der heqê rojnameger Boltan de lêpirsîn hate destpêkirin
13:20 Ji bo bîranîna li Dêrsimê bang hate kirin
13:19 Pirtûka Gurbetellî Ersoz wergerandin zimanê Yewnanî
13:19 Cezayê polîsê Berkîn Elvan qetil kiribû hate erêkirin
13:05 Kongreya NADA’yê di roja 2’yan de bi komxebatan dest pê kir
12:02 Cîvaknas Kuçukaydin: Gaveke nû hate avêtin, guherîn dê hinek biêş be
11:44 Kaytan û Altûn li Wanê hatin bibîranîn: Tu caran serî netewandin
11:27 'Ev pêvajo mîrateya Çaran e'
10:58 Li Colemêrgê nexweşiya tevekê hat tespîtkirin
10:51 Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
10:48 Mêşvanan berê xwe dan zozanan
10:24 Sabrî Ok: Ji xwe û bi Rêber Apo bawer bin
Besta Botan: Têkoşîna li ser zemîna siyaseta demokratîk dest pê dike
10:03 Ji bo bîranîna li Dêrsimê bang: Divê her kes xwedî li zarokên xwe derkeve
10:02 Serlêdana emniyetê ya ji bo 'guhertina îmarê' hat redkirin
10:02 Riza Altûn vegot: Baş birêxistin dikir û mamosteyekî zîrek bû
09:27 Li Şirnexê ji ber hişkesaliyê 300 hezar donimên dexl û danê hişk bûn
09:17 Ji bo vegotina ‘pêvajoyê’ li 12 tax û 72 gundan çûn serdana 5 hezar malbatan
09:03 Komeleyên herêmê: Divê em beşdarî pêvajoyê bibin
09:01 Parêzer Zeynep Karayilan: Dê çareserî di şexsê Abdullah Ocalan de pêk bê
09:00 ROJEVA 16’Ê GULANA 2025’AN
08:43 Dayika girtiyê nexweş di qezayê de jiyana xwe ji dest da
08:39 Li Mêrdînê jinekê bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da
15/05/2025
21:23 Cejna Zimanê Kurdî li gelek bajaran hat pîrozkirin: Statuya Kurdî nas bikin
17:04 ‘Em ê xeyalên Altûn û Kaytan pêk bînin’
16:40 Li Konyayê bi pileya 5.2’yê erdhej çêbû
16:32 Ji bo bîranîna Kaytan û Altûn a li Amedê bang hate kirin
16:28 Rojnameger Furkan Karabay hate girtin
15:47 Tekmenûray ê piştî 32 salan hate berdan: Em ê têkoşînê bidomînin
15:46 Mexmûriyan li dijî ambargoyê çalakî dan destpêkirin
15:35 Derhêner Alî Ozgenturk wefat kir
14:48 Di doza rojnameger Çoban de dê mutalaa bê amadekirin
14:10 Girtiyê nexweş ê li dijî lêgerîna tazî derketî hate derbkirin
13:36 Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî 'Girtîgehên bi tîpa bîrê' didome
13:22 Bayindir û Bakirhan beşdarî bîranîna Kaytan û Altûn bûn
13:16 Banga ‘Bila Kurdî bibe zimanê fermî û yê perwerdehiyê’ kirin
13:06 Kongreya NADA’yê: Em teşe bidin nexşerêya xwe ya civaka demokratîk
12:43 Bîranîna Kaytan û Altûn: Kevneşopiyeke mezin ava kirin
12:29 Ji çiyayên Wanê ber bir bazaran ve
12:16 Endamê Koma Aştiyê Tunç: Divê mercên xebatê yên Abdullah Ocalan bên avakirin
11:48 Mûstafa Mesût Tekîk bi bîr anîn: Jiyana xwe fedayî gelê xwe kir
11:09 1’emîn Kongreya NADA’yê dest pê kir
10:58 Danişîna doza 19 rojnamegeran hate taloqkirin
10:46 Girtiya nexweş Fatma Ozbay hate berdan
10:34 Kaytan û Altûn dê li Dêrsimê bi girseyî bên bibîranîn
10:23 Mehek e Kampa Mexmûrê di bin dorpêçê de ye
10:15 Kolanên Wanê: Dora dewletê ye ku gavan biavêje
09:54 Serokên DEVA û SP’ê yên Amedê: Divê mafên qanûnî yên Kurdan bên naskirin
09:37 ‘Ji bo çareseriyê berpirsyartiyeke cidî dikeve ser milê dewletê’
09:31 Di doza rojnameger Çoban de biryara beraetê hate dayin
09:04 Rojnameger Karabay hate binçavkirin
09:04 Şandeya Mexmûrê hate binçavkirin
09:02 Jinên Koçer konên xwe bi çîtan dixemilînin
09:02 Şahidiya damezirandina PKK’ê kir: Bi kongreya dawî re dê aştî were
09:01 ROJEVA 15’Ê GULANA 2025’AN
14/05/2025
17:03 Kaytan û Altûn li gelek bajaran hatin bîranîn: Em ê têkoşînê mezin bikin
15:49 Li Semsûrê navê Onder li kolanekê kirin
14:49 Komxebata di medyayê de astengdar: Em zimanê jehrî biguherînin
14:46 Li Mêrdînê yekemîn çinîna genim a salê
14:31 1’emîn Kongreya NADA’yê sibe li Silêmaniyeyê dest pê dike
14:08 Li Wanê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
14:06 Bernameya bîranînê ya li Tuzluçayirê di roja 2’yan de ye
14:02 DEM Partiyê têkildarî ‘mafê hêviyê’ bersiv da Tunç
13:53 Bakirhan: Em dixwazin komar demokratîk bibe
13:18 Tunç bersiv da daxwaza ‘Bila Ocalan bi rojnamegeran re hevdîtinê bike’
13:08 HRW: Di mijara sûcên şer de berpirsyartiya Tirkiyeyê heye
13:00 Trump bi El Şara re hevdîtin kir
12:43 Dê kampanyaya ‘Ez dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim’ bê destpêkirin
12:43 Di lêpirsîna HDK’ê de ji bo 3 kesan biryara tehliyeyê hat dayin
12:19 Gera Trump a li Rojhilata Navîn: Armanc sermayeya Ereban e
11:51 Kalmaz: HDK dê pêşengtiya avakirina civaka demokratîk bike
11:30 Geşedanên ku ji 27’ê Sibatê vir ve qewimîne
11:07 Ahmet Turk: Divê dewlet ji bendewariyan re bibe bersiv
10:25 Ayten Dêrsim: Berpirsyartî dikeve ser milê me
Amed Malazgîrt: Barê li ser milên me giran bû
10:24 Li Amedê pêvajo derî bi derî tê vegotin: Ji 3 hezarî zêdetir serdanên malan hatin kirin
10:17 Bayik: Her gava Rêber Apo avêtiye bi serkeftinê biencam bûye
09:50 Wekîlê Partiya DEVA’yê Ekmen: Divê pirsgirêk li Meclisê bê çareserkirin
09:31 Bernameya bîranînê ya ji bo Kaytan û Altûn diyar bû
09:20 Di 60 saliya xwe de bû xwendekara zimanê xwe
09:19 'Ji bo parastina Kurdî divê polîtîkayeke ziman bê pêşxistin'
09:18 ‘Ji bo zimanê dayikê divê destûra bingehîn bê guherandin'
09:17 Tan: Kurdî heri xweş di zimanê zarokan de bedew e
09:00 ROJEVA 14’Ê GULANA 2025’AN
13/05/2025
16:16 Bakirhan: Ji bo civak ji pêvajoyê bawer bike, îktîdar dikare gavan biavêje
16:06 Ji NY’ê daxuyaniya têkildarî kongreyê: Em amade ne ji bo pêvajoyê bibin alîkar
15:52 Hayatî Kaytan: Em ê vê rêya birûmet bi azadiyê tacîdar bikin
15:33 Kaytan û Altûn li Edeneyê hatin bibîranîn: Em ê têkoşîna wan bi aştiyê tacîdar bikin
15:28 Ocalan kongreya PKK’ê silav kir, Kaytan û Altûn bi bîr anî
15:07 Îranê di 13 rojan de 96 kes bi darve kir
15:06 Daxwaza ji nû ve darizandina Hatem Ozdemîr hat redkirin
14:58 Kaytan û Altûn hatin bibîranîn: Weke Prometheusên serdemê jiyaneke nû afirandin
14:12 Qubad Talabanî: PKK’ê berpirsyartiya xwe bicih anî
13:21 Ji bo hunermend Pinar Aydinlarê biryara tehliyeyê hat dayin
13:18 Di doza faîlên wê leşker de dozger nexwest ceza were dayin
12:59 Li Tuzluçayirê Kaytan û Altûn hatin bibîranîn
12:50 Bakirhan: Kongreya PKK’ê ji bo çareseriya demokratîk firsend e
12:25 Sozdar Avesta: Encamgirtin bi jiyaneke sosyalîst pêkan e