Hevseroka KCDK-E'yê Zumrut: Xeta têkoşîna ya li dijî tecrîdê mezin dibe

  • rojane
  • 09:02 27 Hezîran 2024
  • |
img
AMED - Hevseroka KCDK-E'yê Zubeyde Zumrutê diyar kir ku ew di warê pêkanîna azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan de bi biryar in û got: "Me dît ku gelan bi qasî kurdan xwedî li birêz Ocalan derketin. Xeta têkoşînê ya ku me ava kiriye her diçe mezintir dibe." 
 
Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê 40 meh in li Girtîgeha Girtî ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê di bin tecrîdê de tê girtin tu agahî nayê girtin. Abdullah Ocalan ê ku mafê wî yê hevdîtinê yê bi parêzer û malbata re tê binpêkirin, di bin tecrîda “mutlaq” de tê girtin.  Kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” ku di 10’ê Cotmeha 2023’yan de li seranserê cîhanê hat destpêkirin, di asta duyemîn de didome.
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Almanyayê (KCDK-E) Zubeyde Zumrut têkildarî tecrîda li Îmraliyê û çalakiyên li dijî tecrîdê axivî.
 
ARMANCA TECRÎDÊ
 
Zumrutê da zanîn ku tecrîda li Îmraliyê ku 25 sal in dewam dike, di 3 salên dawî de wekî "tecrîda mutleq" dewam dike û got: "Polîtîkaya tecrîda li ser birêz Ocalan ne rewşeke asayî ye. Polîtîkayeke ku bi piştgiriya navneteweyî tê meşandin. Ji ber ku birêz Ocalan di 25 salên girtîgehê de li dijî polîtîkayên îşkenceyê li ber xwe da û modeleke nû ya jiyanê afirand. Ev modela jiyana nû ya ku birêz Ocalan eşkere kir hêviyek da gelên cîhanê. Dema em bi vê perspektîfê lê dinêrin, hem Tirkiye hem jî dewletên din naxwazin fikrên birêz Ocalan bigihên civakê. Polîtîkaya tecrîdê bi krîzên li Rojhilata Navîn re bûye zexteke navneteweyî. Wekî gelê kurd û dostên wan em dixwazin li dijî tecrîdê di asta gerdûnî de xeteke têkoşînê ava bikin."
 
Hevseroka KCDK-E yê Zubeyde Zumrut
 
'TÊKOŞÎN MEZIN DIBE'
 
Zumrutê diyar kir ku asta duyemîn a kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî" bi çalakiyan dewam dike û wiha got: "Ev xaleke gelekî girîng e, ji ber ku polîtîkaya tecrîdê ya li her derê tê meşandin teşhîr dibe. Gel birêz Ocalan û fikrên wî qebûl kirin. Me dît ku di dema kampanyayê de bi çalakiyên girseyî, daxuyaniyên çapemeniyê, meş û nameyan ji Girtîgeha Îmraliyê re tên şandin gel bi qasî kurdan xwedî li birêz Ocalan derdikevin. Gel Ocalan meraq dikin û ji bo rakirina tecrîda ku tê meşandin têdikoşin. Xeta têkoşînê ya ku me ava kiriye her roj mezin dibe."
 
Zumrutê bal kişand ku tecrîda li Îmraliyê jî parçeyek ji polîtîkaya qirkirina kurdan e û got: “Yên ku polîtîkaya tecrîdê kûr dikin hêzên komploger in. Tirkiye bi pêkanîna vê polîtîkayê hem hiqûqa xwe û hem jî peymanên navneteweyî yên ku pê ve girêdayî ye binpê dike. Mixabin hiqûqa Tirkiyê êdî veguheriye sîstemeke ku di navbera du lêvên rejîma yek zilamî de maye. Em dizanin ku ev wiha bidome, dê qanûn nexebite."
 
Zumrutê diyar kir ku ew bi biryar in ku tecrîdê bi dawî bikin û azadiya fizîkî Abdullah Ocalan pêk bînin û got: “Herî dawî bi boneya Nobeda Ji Ocalan re Azadî ku di 25'ê Hezîranê de ket sala 12'an li gelek navendên Ewropayê bang li CPT û Konseya Ewropayê hat kirin. Têkoşîna li Ewropa ya ku alîgirê komployê ye, girîng dibînin. Ji ber ku eger welatên Ewropayê li hemberî vê rewşê bêdeng nemînin, wê polîtîkayên tecrîdê yên li ser birêz Ocalan bi dawî bibin. Em têkoşîna xwe ya ji bo bidawîkirina bêhiqûqiya li Tirkiyeyê didomînin. Di vî warî de em ê di pêş de plansaziya çalakiyên xwe raya giştî re parve bikin. Ji vir em careke din bang li demokrasîxwaz û kesên hestyar dikin ku li dijî bêhiqûqiyê xwedî helwest bin û têbikoşin.”
 
MA / Delal Akyuz 
 
 

Sernavên din

12/07/2024
11:12 Hevdîtinên ‘Nan û Edalet’ di 19’ê tîrmehê de dest pê dikin
10:57 Rojnameger Zerdeşt: Pratîkên malbata Barzanî xiyanet jî derbas kirin
10:45 Ji bo ‘mafê hêviyê’ yê girtî Kaytan dîsa serî li Konseya Ewropayê hate dayîn
10:27 Tecrîda mutleq a li Îmraliyê dê 3 rojan li NY’ê bê nîqaşkirin
10:24 Tevî nerazîbûnan jî Pakêta Darazê ya 9’emîn li komîsyonê hat qebûlkirin
09:47 Cenazeyê rojnamevan Birahîm bi awayekî girseyî hate oxirkirin
09:10 Av. Ozkaplan: Ji ber ku Bişar Atli bi unîforma bû hat parastin
09:08 DEDAŞ’ê berhemên çandiniyê yên cotkaran hişk kir
09:01 Piştî 8 salan li Şaredariya Cizîrê Midûriyeta Polîtîkayên Jinê hat vekirin
09:00 Dayikên Botanê: Yê ku axa Kurdistanê radestî dijmin dike bila nebêje em kurdin
09:00 ROJEVA 12’Ê TÎRMEHA 2024’AN
08:58 Li Sûrê bi çekan êrişî 2 kafeyan hate kirin
08:20 Rojnamevanê di êrişa dewleta tirk de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
11/07/2024
22:39 Nobeta li dijî desteserkirina vînê didome
21:45 Hatîmogullari: Destûra Bingehîn a demokratîk mutabaqata herî berfireh e
20:40 Alî Yaşa yê gava li ber mirinê hat berdan, jiyana xwe ji dest da
18:49 Li Cizîrê semînera 'i tundiya li ser jinê re bes e'
18:36 OHD’ê têkildarî tecrîda li Îmraliyê serî li Baroya Stenbolê da
16:56 Dema binçavkirina rojnamevan Topaloglû hate dirêjkirin
16:29 Li Midyadê jinek hate qetilkirin
15:48 Êrişên dewleta tirk tên şermezarkirin
15:11 Jina tundî lê hate kirin xwe parast
14:11 Tûncelê serdana ESP’ê kir: Divê têkoşîna yekgirtî bê xurtkirin
13:52 Hesabê JINNEWS kurmancî yê X’ê hat astengkirin
13:49 TEV-ÇAND: Li dijî dagirkeriyê em banga berxwedanê dikin
13:47 ÎSÎG: Di 6 mehan de 878 karker jiyana xwe ji dest dane
13:39 Şandeya Iraqê ji bo ku êrişên dewleta tirk lêkolîn bike li Hewlêrê ye
13:09 Îdiaya ‘xemsariyê’ derewandin
12:59 Li Girê Baharê helîkoterek hate xistin
12:53 Li Komeleya Anadoluyê li hemberî 13 zarokan tacîza zayendî hatiye kirin
11:59 OHD: Li Marînê îşkence û tacîza zayendî hate kirin
11:58 Hinceta cezayê li Akiş hatiye birîn: Îdiayên dozgerê ‘lêgerîna wî ji FETO2yê heye’
11:42 Mihemed: Dezgeha Parastinê cihên ji bo bombebaranê nîşanî balefirên tirk dide
11:29 Bi çekê êrişî Serokê Meclisa Odeya Bazirganiyê ya Geverê kirin
11:20 Rojnamevan û çalakvanên iraqî li dijî êrişên Tirkiyeyê kampanya dan destpêkirin
10:45 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:35 Dr. Berwarî: Divê herkes li eniya berxwedanê cih bigire
10:33 Li Filipînê bi pileya 7,1 erdhej çêbû
10:11 Cebar Yawer: Bêdengiya li dijî êrişan metirsiyek mezin e
10:06 UNICEF’ê av li ser wargehên li Şehbayê birî
09:55 Şaredariya Rezanê plana xwe ya ‘Stratejîk’ bi gel re diyar dike
09:41 Ji Çelê leşker sewqî Herêma Kurdistanê hatin kirin
09:29 Li Wanê Butona Jin a Jînê û Stasyona Gava Ewil tên çalakkirin
09:12 Berxwedana li dijî tecrîdê: Divê her kes berpirsiyariyê hilgire
09:10 Tekîk: Li Bilexşê travmaya salên 90'î anîn serê gel
09:06 Bi ruhê azadiyê derket rê û coş û kêfê da meşê
09:05 Girtiyê ku bi neheqî 42 sal ceza lê hatiye birîn nayê tedawîkirin
09:00 ROJEVA 11'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:59 Şandeya Iraqê dê êrişên dewleta tirk lêkolîn bike
08:33 Li Afyonê li pey hev erdhej çêbûn
10/07/2024
23:10 Di nobeda li Stenbolê de banga 'deng derxîne'
22:51 Zeynep Boga bi kulîlkan hat pêşwazîkirin
22:33 Rojnamevan Topaloglû hat binçavkirin
21:29 Platforma Jinan a Enqereyê ji bo Colemêrgê di nobetê de ye
20:29 Hatîmogullari: Gezî berxwedaneke ji bo azadiyê bû
17:07 Begît di civîna meclisa Şaredariya Bajarê Mezin de hate şermezarkirin
16:19 Li Licê agir bi daristanê ket
15:44 Platforma Piştevaniyê ya Penaberan: Divê sûcên nefretê bê ceza nemînin
15:21 DEM Partiya Îzmîrê: Bila meaşê asgarî û teqawîdan bê zêdekirin
14:33 Xelkê Şêladiz û Amêdiyê li dijî dagirkeriyê rabûn ser xwe
13:29 Biryara hinceta cînayeta Tahîr Elçî: Tevî gumanên heyî jî bersûc hatin beraetkirin
13:21 Rahîb Joe Ryan: Fikrên Ocalan hêviyê didin
13:19 Li Meletiyê erdhej çêbû
13:09 Cezayê muebbeta giran li kujerê Tuba Ozel hate birîn
13:07 Li Serhedê lehî rabûn: Şivanek bi lehiyê re çû û mir
13:05 Kadîr Înanir ji ber tedbîrê rakirin beşa lênêrîna awarte
12:39 Li Hezexê ketin û derketin li sewalan hate qedexekirin!
12:28 Cenazeyê Arvîn Huseynî piştî 20 rojan hate veşartin
12:16 Ocaxên Ulkucuyan Demîrtaş hedef nîşan da
12:11 Sûriyeyê daxwaza serdanê ya Ozel qebûl kir
12:01 Cezayê îdamê dan hevjîna Bexdadî
11:51 Encamnameya Koxebata Neteweyî: Li dijî dagirkeriyê berxwedana topyekûn divê
11:39 DEM Partiyê ji bo desteka kirê pêşniyarqanûn da Meclisê
11:36 Rapora şewatê: DEDAŞ bû sedema mirina welatiyan
11:22 Rejîma Îranê cezayê hepsê li 4 mamostayên kurd birî
11:20 Li gorî TUÎK’ê bêkarî kêm bûye!
11:17 Rapora girtîgehên tîpên Y û S’yê: Divê tavilê bên girtin
11:13 Wezîrê Dadê yê Iraqê: PDK diyarkirina waliyek kurd ji bo Kerkûkê asteng dike
10:48 Cerdevan li Xabur 2’yê daran dibirin
10:16 Ankêt: Hejmara kesên pêşhilbijartinê dixwazin derket ji sedî 53’yê
10:04 Ji bo 16 bajaran hişyariya barîna barana zêde
10:02 DMME’yê ji bo nedayîna pirtûkên Abdullah Ocalan biryara ‘binpêkirina mafan’ da
09:46 Şewata li Bodrûmê hate kontrolkirin
09:27 Qeyûmê Wan bihost bi bihost firotibû tayînî Amedê hat kirin
09:03 Nexşerêya YEWKURD'ê
09:02 Koordînatorê ECPMF'ê Oztûran: Gef li mafê xwegihandina agahiyên bêalî tê xwarin
09:01 Mûrad: Tifaqa di navbera Enqere, Hewlêr û Bexdayê de dê bi xwe re talûkeyên mezin bîne
09:00 ROJEVA 10'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:49 15 mamosteyên Egîtîm-Senî hatin binçavkirin
08:20 Li Êlihê 14 kesên binçavkirî hatin berdan
08:05 Waliyên hin bajaran guherîn: Qeyûmê berê tayînî Walîtiya Amedê hat kirin
07:52 Li Şaredariya Mûşê heyama bi kurdî dest pê kir
09/07/2024
22:37 Nobeda li dijî qeyûm: Wê têkoşîn bidome
20:57 Ecevît Pîroglû hat berdan
19:24 Li Bodrumê şewat
19:22 Li Şirnexê jin li dijî şerê taybet hatin ba hev
17:03 Doza êrişê ya zayendî: Li cerdevan 6 sal û 8 meh ceza hate birîn
16:57 Rojnameger Saygan hate berdan
16:56 Ji DMME’yê biryara Komkujiya Garê: Tirkiye berpirsiyarên xwe aniye cih!
16:33 YNK: Êrişên Tirkiyeyê binpêkirina serweriyê ye