YBŞ: Li dora YBŞ û YJŞ'ê kom bibin û parastina cewherî pêş bixin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandariya YBŞ’ê di salvegera komkujiya li ser Şengalê de, komkujî şermezar kir û got: “Em bang li gelê  xwe dikin ku li dora YBŞ û YJŞ’ê kom bibin û parastina xwe ya cewherî pêş bixin û rê li êrişên dijmin bigrin.”
 
Fermandariya YBŞ’ê di salvegera komkujiya li ser Şengalê de, komkujî şermezar kir. YBŞ’ê bi daxuyaniyek nivîskî bang li gelê Şengalê kir û xwest parastina cewherî xurt bikin. 
 
Daxuyaniya YBŞ'ê wiha ye: 
 
“Em di serî de tevahî şehîdên xwe ku bûne mertalên ji agir canê xwe fedakirine û bûne sembola têkoşîna li dijî dagirkerî û qirkeriyê, bûne nasnameya rûmet û kerameta gelê xwe bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînîn. Ked û berdelên şervanê azadiyê ku ji bona gelê me daye em tevahiya wan bi hûrmetên xwe silav dikin. Mirovên me yên ku ketine destê dijminê mirovahiyê de azad kirina wan soza me ye. 
 
Em gelê Şengalê di rojên salvegera 6. ya Fermana 73 ku bi destê çeteyên DAÎŞ’ê pêkanîne de dijîn, di sala wê ya 7. de jî bi pêşengtiya şehîd Mam Zekî, Berxwedan, Zerdeşt, Pîr Hemîd, Nazê Naîf û Berîvanan de Iraka federal a Demokratîk û xweseriya Şengalê bi mezin têkoşînkirinê ve em ê pêk bînin.
 
Di serî de gelê me û raya giştî ya cîhanê baş dît ku li kêleka polîtika û sedemên êrîşkirina dijmin ya ser gelê me de bingehê xwe ji sedemê xwe ne rêxistin kirinê, hêza xwe ya cewherî ne avakirinê û siyaseta xwe nekirinê girte. Ji derveyî van sedeman, sedemekê dinê jî ev e ku  di fermana 73. de gelê me ji derveyî hêza xwe ya cewherî baweriya xwe dabû hinek hêzên dinê. Jiber ku, PDK ya ku di got, em ê Şengalê biparêzin di fermana 73. de pişta xwe li gelê me zivirand û reviya de, rolekê çawa leyîst, di serî de gelê me û tevahî gelan jî nêzda dît.
 
Gelê me ev jî baş dît ku di fermanê de kî xwedî lê derket, dest jê berneda û bedel da. Cardin dît ku kê îxanet lê kir pişta xwe daye û reviyan. Ji bona vê jî gelê me tûcarî keda şervanên azadiyê wê ji bîr neke û wê tûcarî ji rê nede ku êdî kesên ku îxanet lê kire li ser xaka Şengalê bijî.  Ev kesane di roja me ya îro de hewil didin ked û berdelên ku hatine dayîn reş bikin, dîsa xwe weke xwediyê civaka me didin nîşandan û li kêlekê jî vê fermanê ji bona xwe weke ticaret ji bi kartînin wê ne karbin xwe ji vê rûreşiyê xilas bikin.
 
Gelê me a niha ji fermanên ku hetanî niha hatine jiyîn dersên pir mezin derxiste, bi pêşxistina hêza xwe ya cewherî, siyaseta xwe meşandinê ve li ser esasê paradîgmaya netewa demokratîk hêza xwe ya cewherî pêktîne. Gelê me ê ku baş dizane bersiv dayîna herî mezin ya ji bona ferman û qetlîaman encex bi paradîgmaya netewa demokratîk ve û di vê çerçoveyê de bi pêkanîna Iraka Federal ya demokratîg û Xweseriya Şengalê ve wê bibe. Ev yek di fermana herî dawî ya 73. de baştir hat dîtin. Ji bona vê jî bi pêşxistina rêxistinkirina xwe ya cewherî ve li ser esasê parastina cewherî em ê rê nedin ku dijmin bigîhîje armanca xwe.
 
Di van 6 salan de hem jibo azad kirin hem jî ji bona parastina Şengalê ku bigîhîje aramiya xwe, hêzên me YBŞ û YJŞ’ê rolekê mezin leyîst. Li pey azad kirina Şengalê û aramiya wê bi dest xistinê, vegera gelê me jî hat jiyîn. Heyanî niha bi hezaran malbatên me vegeriyane Şengalê. Ev jî di dîroka gelê me de yekem care. Gelê me di qetlîmên berê de ku şansê vegera axa xwe ne di dîtin, piştî her qetlîamê û şûnde li ser axa xwe mecbûrê koçkirinê diman. Encex di ev fermana dawiyê ya 73. de hêzên me YBŞ û YJŞ’ê li gel berxwedayîna mezin ya gel, dawî li vê dîroka maqûl anîn. Ev jî bû wesîleya vegera gelê me. Viya bi xwe re, di çerçoveya paradîgmaya netewa demokratîk de di aliyê di serî de gelê me û tevahî gelên herêmê de heya hem xwe rêxistin kirin, siyaset meşandin û pêkanîna hêza xwe ya cewherî ve, ji bona tevahî gelên herêmê bû bingeha jiyankirina rehet û aramî. Di vir de para herî mezin ya têkoşîna bedew ya şehîdên me ye. Di vê têkoşîna 6 salan de ku eger me destkeftiyek bi dest xistibe û em gîhîştibin van roja ev bi saya berxwedan û têkoşîna di serîde Mam Zekî, Berxwedan, Dilgeş, Berîvan, Nûjiyan, Nazê Nayîf, Zerdeşt û bi dayîna nêzî 400 şehîdan ve pêk hate.
 
Di serî de dewleta Tirk ya faşîst û hevkarên wê ku ji 73 fermana encam dernexiste, em di roja îro de jî bi êrîşên wan re rû bi rûne. Em pêvajoyek wûsa jiyan dikin. Berxwedaniya gel û ya hêzên me YBŞ û YJŞ’ê çawa ku bi bersivdayînê ve fermana 73. ya 3 Tebaxa 2014 bê encam hişt, çawa ku ji bo azadkirina Şengalê û herêm gihandina aramiyê de me rolek mezin leyîste, di roja me ya îro de jî bi berxwedaniya bedew ya şehîndên me, em ê li berxwe bidin û em ê van êrîşa vale derxînin.
 
Bê gûman hişmandiya qirker û qetlîamker wê tûcarî ne sekinin û wê her tim bixwazin gelan di qetlîman re derbas bikin. Îro di serî de ji bo gelê me û gelên herêmê, xeteriya qetlîaman wê hertim berdewam bike.  Yanî çawa di sala 2014’de Ebubekîr El-Bagdadî li Mûsûlê xîlafeta xwe belavkir, îro jî Erdogan li Ayasofyayê xîlafeta xwe ji bo tevahî cîhanê ragîhand. Ev jî ji bona di serîde tevahî gelê me, gelê Ereb, gelên herêmê û Rojhilata Navîn dibe xeteriyek mezin. Hişmendiya faşîst ya AKP-MHP xîlafeta ku li Ayasofyayê îlankire ve bi êrîşa dagirkirina Rojhilata Navîn dest pêkire ve dide xûyakirin ku dest ji xeyalên xwe yên Osmanî û Mîsak-î Mîlî ber ne daye. Ev hişmendiya Erdogan, bi xwe re ji bo gelê me, gelê Ereb, gelê herêmê û tevahî gelan xeteriya El Kaîdê û Ihvan-î Mûslûm ditîne. Ji ber vê jî em hêzên YBŞ û YJŞ’ê di van 6 salan de bi pêşengtiya Mam Zekî, Berxwedan, Zerdeşt, Hemîd, Nazê û Berîvanan çawa me bi berxwedaniya mezin em bûn bersiv, îro ji berxwedaniya van şehîdên xwe yên pêşeng ve em ê mezin têkoşîn bikin û li hemberî van êrîşan em ê bibin bersiv.
 
Ji bona vê ji em bang li gelê xwe û gelê herêmê dikin; em dibêjîn werin em bi hevra di 7. sala fermana 73. de li devdorê hêza YBŞ û YJŞ’ê de em hêza xwe ya parastina cewherî pêş bêxîn, em pêşî li êrîşên dijmin bigirin û bi mezin têkoşîn kirinê, rêxistinbûyînê ve azadiya xwe bi parêzîn û mezin serbikevîn.”

Sernavên din

24/04/2024
22:50 Mîhrîcana Şanoyê di roja 7'an de ye
21:05 Avêtina ser DEM Partiyê bi dawî bû: Wêneyên jinên hatinq etilkirin avêtin erdê
19:23 Şenyaşar a ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Di bin vê zilmê de bimînin
19:14 OHD û ÎHD çûn serdana kedkarên çapemeniya azad
19:11 Li Mêrdînê êrişên li dijî çapemeniya azad hatin şermezarkirin
17:04 Parêzeran bi rojnamegeran re hevdîtin kir: Delîlên li maleke din ji bo rojnamegeran nivîsandin
16:36 Şanoger Sadeghî: Kurdan xwest bi rêya govendê mîtolojiyê zindî bigirin
16:31 Parêzer û malbatan bertek nîşanî mutalaaya dozger dan
16:08 Sîvrî ku di Komkujiya Madimakê de 2 zarokên xwe winda kiribû wefat kir
16:07 Telefona kesê bombevan anîne hatiye guhdarkirin
15:44 Sendîka li Taksîmê ne: Em biryara walîtiyê nas nakin
15:42 Qirkirina Ermenan 109 sal li pey xwe hişt: Qirkirinê qebûl bikin û lêborînê bixwazin
15:32 Serdegirtina studyoyên televizyonê ser daxwaza Fransayê pêk hatiye
15:24 Polîsan li Êlihê bi ser avahiya DEM Partiyê de girtin
15:16 Ji bo 2 kesên Soylu hedef nîşandabû cezayê muebbetê hat xwestin
15:13 Seroka Giştî ya DÎSK’ê: Peywira walîtiyê ne nîşandana cih, parastina ewlehiyê ye
14:19 Girtina Makbule Ozer hate protestokirin
13:57 Di Doza Komkujiya Garê de ‘sûcê li dijî mirovahiyê hatiye kirin’ tune hat hesibandin
13:54 ‘Em şahidê rojnamevaniya wan in, hempîşeyên me berdin’
13:14 Turkoglû: Ji bo azadiya xwe em ê piştevaniya jinê mezin bikin
12:41 Li Colemêrgê li dijî madenan çalakî hate destpêkirin
12:25 Dema binçavmayînê ya rojnamegeran hate dirêjkirin
12:12 Êrişa li dijî Çapemeniya Azad li gelek bajaran hat protestokirin
12:09 Ji bo Qirkirina Ermenan banga ‘hevrûbûnê’ hat kirin
12:08 Li Îskenderûnê di 3 konteynirên weke polîklînîk dihatin bikaranîn de şewat derket
11:11 Li Mereşê zarokek hate qetilkirin
11:09 Tehliyeyên Kudat û Guner ên 32 sal in girtî ne bi keyfî tên taloqkirin
11:08 Li Dêrsimê 2 kes hatin girtin
10:43 Gundên Şehba û Minbicê tên bombebarankirin
10:40 Bakirhan: Encamên hilbijartina banga ‘ji şer na’ ye
Hatîmogûllari: Gel guhertin vebijart
10:36 Derket holê ku tercumanê ATK’ê yê ji bo Ozerê rapor daye peywîrdarê ewlehiyê ye!
10:07 Quntarê Qerejdaxê bi rengên biharê xemilî
09:29 Ji ber ku pêlavên xwe dernexistin der barê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:28 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:10 Ji rojnameger Silêman Ehmed 183 roj in agahî nayên girtin
09:09 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:08 Şanogerê kurd Sadeghî: Bingeha şanoyê demokrasî ye
09:00 Rojnameger Karwan: Deriyê Hewlerê ji dagirkeriyê re hat vekirin
09:00 Ji bo kurê xwe yê ketiye tora tiryakê banga piştevaniyê kir
09:00 Krîza aborî bandor li îsota Rihayê jî kir
09:00 ROJEVA 24’Ê NÎSANA 2024’AN
08:26 Li Pasûrê çawişekî pispor gef li ciwanekî xwar
23/04/2024
21:43 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê di roja 6'an de ye
19:13 DEM Partî û HDK: Çapemeniya kurd teslîm nabe
19:08 Bakay ê ku piştî 30 salan hat berdan bi girseyî hat ziyaretkirin
17:22 Şenyaşar: Erdoganê dozê li min vekiriye çima faîl negirtin?
17:02 Ji ber binçavkirina rojnamegeran îtîraz hate kirin
16:14 KNK: Şerê nû yê Erdogan, ser Rojhilata Navîn gef e
15:42 Dayik û zaroka xwe ji madeya AYM’ê betal kiribû xistin girtîgehê
15:39 Bertekên li dijî binçavkirina rojnamegeran didomin
15:03 Rojnameger: Çapemeniya kurd tu carî bêdeng nema
14:52 Serlêdana DÎSK’ê ya ji bo Taksîmê hate redkirin
14:51 Li Amedê girtina Makbûle Ozerê hate protestokirin
14:45 Hatîmogûllari ji bo ‘Destûra Bingehîn a Demokratîk’ bang kir
13:53 HDK, DBP û DEM Partî: Em li cem Çapemeniya Azad in
13:48 Ji bo parêzerên rojnamegeran biryara bisînorkirina hevdîtinê hate dayîn
13:41 Li dijî êrişan banga piştevaniya bi Çapemeniya Azad re hate kirin
13:06 Şaredariya Farqînê biryarên dewirkirina neguhezbaran a qeyûm betal kir
12:58 Li Amedê zêdetirî 200’an qadên lêgerîn û derxistina petrolê hatine vekirin
12:54 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:43 Li dijî binçavkirinên Çapemeniya Azad bertek hatin nîşandan
12:20 Hejmara rojnamegerên hatine biçavkirin zêde bû
12:17 KNK'ê serdegirtina Stêrk TV û Medya Haber TV'yê şermezar kir
12:16 Bîranîna Qirkirina Ermenan a li Kadikoyê hate qedexekirin
11:51 Rojnamevan Arslan: Êrişa li dijî televizyonan ji polîtîkayên şer ne serbixwe ye
11:48 Stêrk û Medya Haber: Tu hêz dê nekarin dengê me qut bikin
11:16 Rojnameger Ozdemîr: Dê şer hinek din dirêj bibe lê encam naguhere
10:43 Bi hinceta ‘heqareta li Erdogan’ doz li Emîne Şenyaşarê hate vekirin
10:37 DFG û MKG: Ev êriş nikarin çavên kedkarên Çapemeniya Azad bitirsînin
10:18 Rêya gelek caran qeza lê çêdibin nayê çêkirin
09:52 Qirkirina Ermenan 109 sal li pey xwe hişt
09:51 NÇR-Ewropa serdagirtinên Stêrk û Medya Haber TV’yan şermezar kir
09:50 Li Malezyayê helîkopterên leşkerî li hev ketin: 10 kes mirin
09:24 Di serdegirtina 4 saetan de malzemeyên teknîkê hatin desteserkirin
09:23 Banga 1'ê Gulanê: Bi dirûşma 'ji bo nan û aştiyê azadî' ber bi Qada Taksîmê ve
09:22 Parêzerê Gezerê astengdarê zihnî: Ehliyeta wî ya sûc tune ye
09:03 8 sal in lawê xwe yê girtî nedîtiye: Êdî ez dengê wî jî nabihîzim
09:02 Qeyûm 20 milyon lîre ji budçeya 'Nivîsgehê' xerc kirine
09:01 Li Çiyayan bayê biharê
09:01 Çalakiya girtiyên siyasî di roja 149’an de didome
09:00 Ji rojnameger Silêman Ehmed 182 roj in agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 23'YÊ NÎSANA 2024'AN
08:13 Ji Stêrk û Medya Haber TV’yê banga xwediderketinê
08:12 Xebatkarên Çapemeniya Azad hatin binçavkirin
08:05 Polîs bi ser studyoyên Stêrk TV û Medya Haberê girtin
22/04/2024
22:41 Mîhrîcana şanoyê di roja 5’emîn de didome
22:29 Li Geverê 12 kesên hatibûn girtin hatin berdan
20:48 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 84'an de ye
20:46 Di navbera Tirkiye û Iraqê de 26 peyman hatin îmzekirin
17:02 Qeyûm li Êlihê 3 milyar û 53 milyon û 977 hezar TL deyn hişt
15:32 Li Bagokê dengê çekan bilind dibe
14:43 Pîra 81 salî Makbule Ozer dîsa girtin
14:35 Tekoşîn û şanoya kurdan bi hev re girêdayî ye
14:31 Qeyûmê Kopê 165 milyon û 226 hezar û 845 tl deyn hişt
13:57 Bakirhan serdana ajansên JINNEWS û MA’yê kir
13:05 Berdevka DEM Partiyê: Em ê nexşerêya xwe bi rêya sêyemîn pêş bixin
13:04 Serokkomar Erdogan çû Bexdeyê
12:29 Walî 5 gundên Bagokê ji çûn û hatinê re qedexe kir
12:18 Rejîma Îranê 5 sal ceza li hunermendê kurd birî
12:01 Polîsan li Dêrsimê 5 û li Rihayê jî kesek binçav kirin