HRW: Tirkiye têkoşîna li dijî koronayê dixe talûkeyê 2020-03-31 16:01:18   NAVENDA NÛÇEYAN – Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan diyar kir ku Tirkiye bi birîna ava Hesekê re têkoşîna li dijî vîrûsa koronayê dixe talûkeyê.    Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan (HRW) têkildarî Tirkiyê ku ava Kantona Heseka Rojavayê Kurdistanê birîbû raporek belav kir. Li gorî nûçeya di BBC’ê de cih digire HRW’ê diyar kiriye ku stasyona Elûk a li Serêkaniyê ku cotmeha sala bihûrî ketiye bin kontrola dewleta tirk û hêzên wê paramîlîter (SMO) û herî dawî jî beriya niha du roj berê 4 caran av hatiye birîn. HRW’ê ragihandiye ku tiştên li herêmê diqewimin têkoşîna li dijî vîrûsa koronayê dixe talûkeyê. Di rapora HRW’ê de hat gotin ku stasyona avê ya Elûkê ava 460 hezar welatiyên li Kantona Hesekê dijîn û welatiyên ji ber êrişên dewleta tirk reviyane û li kampa bicih bûne dabîn dike.