TUAYDER: Di serî de Ocalan û hemû girtiyan serbest berdin 2020-03-31 14:41:34 AMED – TUAY DER'ê li dijî talûkeya vîrûsa liser girtiyan xwest hemû girtiyan serbest berdin. TUAY DER'ê anî ziman ku vîrûs cudakariyê naxe nava kesan û ji hikûmet, partiyên siyasî û rêxistinên civakî xwest ku pakêta darazê jî cudakariyê nexe nava girtiyan û got "Di serî de girtiyên nexwş û Brêz Abdullah Ocalan di navde hemû girtiyan serbest berdin."    Komeleya Piştevaniyê ya Malbatên Girtiyan a Amedê (TUAY-DER, têkildari talûkeya vîrusê yali Tirkiyeye daxuyaniyeke nivîskî weşand. TUAY DER'ê di daxuyaniyê de bal kişandin ser talûkeya vîrûsa corona (Covît-19) û wiha got: “Di rewşeke wisa de girtîgeh di xeteriyê de ne. Em ji rayedarên hikumetê û Wezareta Dadê re dibêjin ku guh bidin banga Neteweyên Yekbûyî ya ku der barê berdana girtiyan  de bang li hemû welatan kir. Niha li girtîgehan pajî nayê kirin û şertên girtiyan li dijî parastina vîrûsê ne guncav e. Ev rewş naye qebûlkirin. Em bang li rayedarên hikumetê, partiyên siyasî û rêxistinên civakî û demokratîk dikin ku li gorî rêgeza wekheviyê tevbigerin. Guhertina zagonan a ku girtiyên siyasî nexe nava xwe nayê qebûlkirin."    'LI GORÎ RÊGEZA WEKHEVIYÊ TEV BIGERIN'    TUAY DER'ê bang li rayedarên hikûmetê û partiyên koma wan li meclîsê heyî kir û xwest li gorî rêgeza wekheviyê ya Destûra bingehîn tev bigerin û wiha got: "Em dîsa bang li Rêxistinên civakî û sivîl partiyên siyasî, pêşengên civakê, rewşenbir, ronakbir û kesên demokrat dikin ku li dijî vê cudakariyê dengê xwe bilind bikin. Em dixwazin di serî de girtiyên nexweş, Birêz Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî jî di navde hemû girtî serbest bêne berdan. Vîrûsa corona cudakariyê naxe nava kesan. Em dixwazin rayedar jî cudakariyê nexin nava kesan."