KESK: Vîrûs wekî AKP'ê cudakariyê naxe nava girtiyan 2020-03-31 14:11:55   STENBOL - Platforma Şaxan a KESK'ê ya Stenbolê bertek nîşanî pakêta darazê ya ku cudahiyê dixe nava girtiyên siyasî û edlî û wiha got: "Eger ev vîrûs bigêje girtîgehan dê wekî AKP'ê cudakariyê nexe nava girtiyan."    Platforma Şaxan a Konfederasyona Sendikayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ya Stenbolê têkildarî pakêta darazê ya cih neda girtiyên siyasî û talûkeya vîrûsê ya liser girtiyan daxuyanî dan. Platforma Şaxan li ser medya civakî bi awayeki zindî daxuyanî da. Serokê 1'emîn Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Stenbolê Mesut Mike daxuyanî da û wiha got: "Li girtîgehan gelek zêdeyî kapasîteyê girtî hene. Dewlet xwedî erk e ku ewlehiya canê girtiyan biparêze. Divê dewlet zagona ku hemû girtiyan têxe nava xwe derxe. Di vê rewşê de jiyana girtiyan di talûkeyê de ye. "    Mike, destnîşan kir ku li gorî daneyê Çileya 2020'an li Tirkiyeyê 355 girtîgeh hene û di nava wan de jin û zarok jî heyî bi giştî zêdeyî 300  hezar girtî hene û wiha got: "Li girtîgehan zêdeyî 300 hezar girtî hene. Li derve jî nêzî 500 hezar kes bi awayekî serbet têne darizandin. 200 hezar kes bi şertê venêrtina bi kontrol li derve têne darizandin. Bi giştî 700 hezar kes li derve têne darizandin. Li girtîgehê şertê paqijî û tenduristiyê zor e. Li girtigehên ku 300 hezar girtî dimînin û pajî pir zor û zahmet e talûkuya ku şewb lê belav bibe pir zêdeye. îqtîdar dixwaze vê şewbê bike firsend. Cudakariyê dixe nava girtiyan. Lê vîrûs dê wekî AKP'ê cudakariyê nexe nava girtiyan. Ger ku ev şewb derbasî girtîgehan bibe dê wekî îxtîdarê cudakariyê nexe nava girtiyan. Di van şertan de helwesta îqtîdarê ya cudakariyê dike nayê qebûlkirin."   Mîke xwest îqtîdar test ji vê helwesta xwe berde û mutabakata civakî pêş bixe. Mîke got bila pakêta darazê girtiyên siyasî jî têxe nava xwe û hemu girtî jê sûdê bigirin. Mîke xwest bêtir piştevaniyê peş bixin û rê li pêş vê şewbê bigirin.