Li mala Seferî Yilmaz alava dengir hat dîtin 2020-03-31 14:01:42 COLEMÊRG – Li mala Seferî Yilmaz ê xwediyê Pirtûkxaneya Ûmût a hat bombekirin û Heşaredarê berê yê Şemzînanê dengkirek ku li dolabê hatibû bicihkirin hat dîtin. Hat diyarkirin ku dengir hêj deng qeyd dikir.  Li navçeya Şemzînanê ya Li mala Seferî Yilmaz ê xwediyê Pirtûkxaneya Ûmût a hat bombekirin û Heşaredarê berê yê Şemzînanê dengkirek ku li dolabê hatibû bicihkirin hat dîtin. Malbata Yilmaz dema malê paqij dikin dengirê ferq dikin û dema alavê ji cihê wê rakirine jî hêj deng qeyd dikir.    DENGIR DIXEBITE     Seferî Yilmaz diyar kir ku wan paqijiya biharê ya malê dikirin û vê alavê di dolabê de dîtine û got: “Cihê me cîhazê lê dît qet bikar neanî. Me di kêliya paqijiyê de dît. Berê jî me deng dibihîst lê me digot qey dengê dolaba sarincê ye. Dema me cîhazê derxist hêj dixebitî. Cîhaz niha di destê me de ye. Lê em nizanin ev cîhaza çi ye. Lê di serê cîhazê de kamera jî heye.”    ‘BERÊ FETO NIHA JÎ AKP’    Yilmaz da zanîn ku ev rewşek neheqî û dij qanûnî ye û wiha got: “Di dema berê de mînakên vê yekê gelek car hat dîtin. Li ser vê yekê geşedanên sansasyonel hatin çêbûn. Pişt re jî hemû xistin stûyê FETO. Mixabin me bi vê cîhazê re dît ku AKP van sepanan didomîne. Bi rêyên dij qanûnê re agahiyên me tên berhevkirin. Vê meseleya dij qanûnî heta veguhezandine hundirê mala me.  Ev der xaniyê malbetekî ye. Rewşa mahremiyet heye. Em nizanin kengê cîhaz hatiye bicihkirin. Mihtemelen di kanûna 2016an de dema min binçav kirin di malê de bicih kirine. Divê demildest berpirsiyarên vê dij qanûniyê werin dîtin. Lazime hikumeta AKP’ê demildest vê rave bike.”    DÊ GILÎ BIKE    Yilmaz destnîşan kir ku ew gelek caran bi gefên kuştinê re rû bi rû maye, pirtûkxaneya wî hatiye bombekirin û hatiye girtin û dê pêşiya vê yekê bernede û serî li hemû rêyên hiqûqî bide û giliyê vê sepana dij qanûnî bike.    MA / Adnan Bîlen