Zarokê ku sewal diçirand cîsmekî ku li erdê dît di deste wî de teqiya 2020-03-31 14:00:33 AMED –- Li bejahiya navçeya Licê, zarokê 11 salê Yûsûf Yildirak ku sewal diçirand cîsmekî ku li erdê dît di deste wî de teqiya û bi giranî birîndar bû.   Zarokê 11 salê Yûsûf Yildirak ku duh li devereke di navbera gundên Pîrîk û Ziyaret ên navçeya Licê ya Amedê, sewal diçirandin, cîsmekî ku li erdê dît di deste wî de teqiya û bi giranî birîndar bû. Malbata Yildirak kurê xwe rakir Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê. Hat hînbûn ku rewşa Yildirak giran e û li beşa lênêrîna awarte tedawiya wî tê kirin. Hat ragihandin ku Yildirak zarokê malbateke koçer e û ji Çewlikê hatine Licê.