Dostê Kurdan û şoreşgerê Yûnan Glezos jiyana xwe ji dest da 2020-03-31 13:51:54 NAVENDA NÛÇEYAN -  Dostê Kurdan û şoreşgerê Yûnan Manolîs Glezos di 97 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.  Şoreşgerê Yûnan ê dema Naziyan Atîna dagir kir, derket ser Akropolisê û ala Naziyan daxist xwar û di heman demê de dostê têkoşîna azadiya Kurdan ku wekî "Gerîllayê dawî" tê nasîn, #Manolis Glezos yê  97 salî jiyana xwe ji dest da. Manolis Glezos ku di heman demê de nivîskare û wekî sembola çepgirên Yunan tê zanîn, li nexweşxaeya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Hat diyar kirin ku Glezos ji ber dilê wî têr nakir jiyana xwe ji dest da. Dema Almanya di şerê duyemîn ê cîhanê de di sala 1941'an de Îtalya dagir kir, derket ser girê dîrokî yê Akropolis yê Atînayê û ala Naziyan daxistibû xwarê. Bi vê yekê bûbû wekî remza berxweranê. Glezos, di navbera salên 1967-1974'an de li dijî cûntaya Albaylaran têkoşiya bû. 12 salan girtî ma, 4 salan li penaberiyê jiya.    Glezo, di hemû temenê xwe de li cem têkoşîna azadiya gelê Kurd cihê xwe girt. Di Sibata 2016’an de di 17'emîn salvegera radestkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de beşdarî konferansa li Atînayê ya bi sernavê "Pêşketinên li Rojhilata Navîn, Tevgera neteweya Kurd û Ocalan" bûbû. Di konferansê de diyar kiribû dê sekna xwe ya li cem gelê Kurd berdewam bike.    Serokê Yûnan Kiriakos Miçotakis jî diyar kir ku dê ji bo nivîskar, siyasetmedar û aktivîst Glezos alên li welat daxin nêvî.