Hevşaredara Şemrexê ya girtî bi gumana vîrûsê xistin karantînayê 2020-03-31 13:51:18 MÊRDÎN - Hat hîn bû ku Hevşredara Şemrexê Nalan Ozaydin a ji peywirê hat dûrxistin, berî 3 rojan ji Girtîgeha Tarsûsê sewqî Mêrdînê hatiye kirin û bi gumana vîrûsa koronayê li nexweşxanê dibin karantînayê de tê girtin.    Derket holê ku Hevşaredara Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeya Şemrexê ya Mêrdînê Nalan Ozaydin a ji peywirê hat dûrxistin, berî 3 rojan ji Girtîgeha Tîpa T a Jinan a Tarsûsê sewqî Mêrdînê hatiye kirin û bi gumana vîrûsa korona (Kovîd-19) li Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê dibin karantînayê de tê girtin.    Li gorî agahiyan, Hevşaredar Ozaydin berî 20 rojan ji ber nexweşiyên nefestengiyê û berpêyên panîkî rakirne Nexweşxaenya Dewletê ya Tarsûsê û dûre li Girtîgeha Tarsûsê kirine qawîşek cuda. Li ser serlêdanên parêzeran, Hevşaredar Ozaydin berî 3 rojan ji ber nexweşiyên xwe sewqî Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê tê kirin.    PRZ. ATAŞ: ENDAM TESTÊ NE DIYARE    Ozydin, berî bibin girtîgehê, ji bo kontrola tenduristiyê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê û li vê derê kirin qawîşa hikûmxaran. Piştî tomografiya Ozaydin tê girtin, ji ber “gumana herareta zêde” danasîna vîrûsa korona (Kovîd-19) ji wê tê danîn. Ji ber vê rewşê Ozaydin dixin odeyeke qata 3’yemîn a nexweşxanê û bi vî awayî di karantînayê de girin.    Derbarê bûyerê de, duh bi şev saet 01:30’an ji malbata Ozaydin re agahî hat dayîn. Malbat li ser vê yekê çû Şemrexê û ji nexweşxanê derbarê rewşa keça xwe de agahî girt.    Parêzera Ozaydin Medya Ateş, diyar kir ku encama testa Ozaydin hîna ne diyare û got: “Kontrolên wê yên tenduristiyê tên kirin. Di çarçovbeya bergiriyan de, evqas kontrol tên kirin.”