Li Amedê hejmara kesên bi vîrûsê ketine ji 150 derbas kir 2020-03-31 12:39:36   AMED – Li Amedê, bi gumana vîrûsa koronayê tedawiya zêdetirî 150 kesî didome, hat hînbûn ku heta niha 6 nexşweş jî tabûrcî bûne.   Li Amedê hejmara kesên ku bi gumana vîrûsa koronayê tedawî dibînin zêde dibe. Li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîlê ku 5 qatên wê ji bo nexweşên vîrûsa koronayê hatine veqetandin û heta niha 4 qatên wê têje nexweş bûne. Hat hînbûn ku ji 120 nexşweşan testa 20 nexweşan pozîtîf drketiye.   Hat diyarkirin ku li Nexweşxaneya Selahattîn Eyyûbî jî yek jê li beşa lênêrîna awarte bi giştî 7 kes tedawî dibînin. Hat ragihandin ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Erxeniyê jî 5 nexweş bi gumana vîrûsa koronayê tedawî dibînin.   BI ZÊDEBÛNA TESTANTAN RE HEJMARA KESÊN BI VÎRÛS JÎ ZÊDE DIBE   Hat hînbûn ku li Nexweşxaneya Faqulteya Tipê ya Dîcleyê jî ji 12 nexweşan testa 5 kesan pozîtîf derketiye û ji 4 nexweşên li beşa lênêrîna awarte 3 jê bi gumana vîrûsa koronayê tedawî dibînin. Hat ragihandin ku li nexweşxaneyên cuda 6 welatî tabûrcî bûne. Bi zêdebûna testan re hejmara kesên ku bi vîrûsê ketine jî zêde dibin.   Hat ragihandin ku kêmasiyên amûrên parastina ji vîrûsê li nexweşxaneyan didome û hat xwestin ku ev kêmasî demildest bên bersivandin.   Li bajar heta niha 4 jê bi vîrûsê koronayê yek jî jê bi gumana vîrûsê bi giştî 5 kesan jiyana xwe ji dest daye.