Ji Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhayê hişyariya maske 2020-03-31 12:03:02   NAVENDA NÛÇEYAN – Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhayê, ji bo maskeyên ku li dijî vîrûsê weke tevdîr tên bikaranîn hişyariyek da û diyar kir ku bikaranîna maske ya kesên nexweş ji feydê zêdetir dibe ku bibe sedema rîsqan.   Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), têkildarî kesên ku maskeyan li dijî vîrûsa koronayê weke tevdîr bi kar tînin daxuyaniyek da. Rêxistinê, ragihand ku bikaranîna giştî ya maskeyan a ji bo parastina dev a ji ber vîrûsa koronayê tu feydeya wan tuneye.   ‘HEKE HÛN NEXWEŞ BIN MASKEYAN BI KAR NEYNIN’   Dîrektorê Alîkariyên Lezgîn ê WHO’yê Mîchael Ryan, diyar kir ku tu nîşanên feydeya bikaranîna maskeyan tunene û wiha got: “Ji feydê wêdetir, bi derxistina şaş a maske re dibe ku kes enfekte bibin û di rewşeke wiha de maske rîsqên zêde çêbike. Ji ber vê sedemê pêşniyara me, heke hûn nexweş bin maske bi kar neynin.”   Mijara ku têkildarî vîrûsa koronayê herî zêde tê nîqaşkirin, bikaranîna maskeyan e. Avûstûryayê ragihand ku ji roja duşemê şûn de li maketên mezin bikaranîna maskeyan ferz bike. Çekyayê jî li saziyên cemaweriyê bikaranîna maskeyan ferz kiribû.