Tirkiye bi zêdebûna hejmara kesên bi vîrûsê ketin gehişt rêza 12’emîn 2020-03-31 12:02:02 NAVENDA NÛÇEYAN - 37 hezar kes ji ber vîrûsa koronayê mirin û hejmara kesên bi vîrûsê ketin jî, 786 hezarî derbas kir. Tirkiye bi zedebûna hejmara kesên bi vîrûsa koronayê ketin, gehişt rêza 12’emîn a welatên cîhanê.  Li gorî sîteya înternetê “worldometers” a ku her roj daniyên vîrûsa korona (Kovîd-19) ên tevahiya cîhanê nû dike, ji ber şewbê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan gehişt 37 hezar û 840 kesî û kesên bi vîrûsê ketin jî 786 hezar û 925’an derbas kir.    Li tevahiya cîhanê di 24 saetên dawî de, pêşketinên rû dan wihan e:   TIRKIYE: KET RÊZA 12’EMÎN DE   Li Tirkiyeyê hêjmara kesên bi vîrûsa coronayê mirin gişt 168’an û kesên bi şewba vîrûsê ketin jî, bi gişt 10 hezar û 827’an. Bi vî awayî Tirkiye bi zêdebûna hejmara kesên bi vîrûsê ketin, ket rêza 12’emîn a welatên cîhanê de.   DYA: 30 ROJ PIR GIRÎNGIN   Li DYA’yê 164 hezar û 266 kes bi vîrûsê ketin û 3 hezar û 170 kes ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dan. Serokê DYA’yê Donald Trûmp, bal kişan ser girîngiya 30 rojên li pêş û wiha got: “Li dijî vîrûsê ji bilî serketinê tu tiştek di destê me de tuneye. Li pêş me 30 rojên zor hene. Ev 30 roj pir girîngin.”   ÎTALYA: HEJMARA KESÊN BI VÎRÛSÊ KETIN 101 DERBAS KIR    Li Îtalyayê jî ku weke navenda vîrûsê ya Awropayê tê bi nav kirin, hejmara kesên bi vîrûsê ketin 101 hezar û 739 derbas kir. 11 hezar û 591 kes ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dan. Karantinaya li tevahiya welat hatiye îlankirin wê herî kêm heya 12’yê Nîsanê dewam bike.