Li Çermîkê 7 mal kirin bin qarantînayê 2020-03-31 11:35:59 AMED – Li taxa Bistinê ya navçeya Çermîkê 7 malan kirin bin qarantînayê. Ketin û têketina taxê ji çûn hatinê re nehat girtin. Tenê kolana ku dertê Koşka Hikûmetê û Miduriyeta Polisan a Navçeyê ji trafîqê re hat girtin. Li taxa Bistinê ya navçeya Çermîkê ya Amedê testa vîrûsê ya kesekî pozîtîf derket. Hat ragihandin ku kesê vîrûs pê re derketiye, demeke dirêj li taxê di înşaata mizgeftekê de xebitiye. Piştî ku nexweş ketiye birine nexweşxaneyê Û di testa vîrûsê re derbas kirin û testa wî pozîtîf derketiye. Li ser vê yekê li taxê 7 malên ku temasa vî kesî bi wan re çêbûye, kirin bin qarantînayê.   TENÊ JI BO XWE BERGIRî GIRTINE   Li der ber malan cerdevan hatine bicihkirin û destûr nayê dayîn ku kes ji malan derkeve. Hat hînbûn ku testa kesên li van malan nehatiye kirin û maske, lepik û amûrên din ên parastina ji vîrûrsê li tu kesî nehatiye belavkirin. Ketin û têketina taxê serbest e, tenê cendirme agirê kesên ku dikevin taxê û dertê dipîvin. Lê kolana ku dertê Koşka Hikûmetê û Miduriyeta Polisan a Navçeyê ji trafîqê re hatiye girtin.   JI BER AXA SPÎ RÎSQ HÊ ZÊDETIR E   Şêniyên taxê ji ber belavbûna vîrûsê ya li taxê bi fikarin. Kesekî ku di bin qarantînayê de ye û nexwest navê xwe bide, diyar kir ku ji ber axa spî ya li taxê bi piraniya niştevihên taxê re nexweşiya bêhnçêkandinê heye Û wiha got: “Heke vîrûs bê belavkirin dê li taxê gelek mirin çêbibe. Hê maske û lepikan nedane me. Hê testa me jî nekirine. Tenê ji me re gotine 10 rojan ji mal dernekevin. Lê pêwîstiyên me bi tu awayî nayên bersivandin. Em bi fikarin, divê rayedar demildest ji bo taxa me bikevin nav liv û tevgerê.”