Bilgen: Pêvajoya qeyûm, pêvajoya bêçaretiyê ye 2020-03-31 11:33:08 QERS - Rêxistina HDP'ê tevî hemû gef, tundî, lîstik û polîtîkayên "Em ê dîsa qeyûm tayîn bikin"  di hilbijartina 31'ê Adarê de 65 şaredarî qezenç kirin. Wezîrê Kanên Hundir di salekê de qeyûm dîsa tayînî 40 şaredaiyan kir. Têkildarî tayînkrina qeyûman Hevşaredarê Qersê Ayhan Bilgen, diyar kir ku pêvajoya qeyûm pêvajoya bêçareseryê ye.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan di hilbijartina 31'ê Adara 2019’an de tevî hemû polîtîkayên înkar, îmha, tundî, zext, astengî, lîstik û gefên "em ê dîsa qeyûm tayîn bikin", 3 şaredariyên bajarên mezin, 5 bajar, 45 navçe û 12 bajarok bi giştî 65 şaredarî qezenç kir. Çawa ku HDP'ê şaredarî bi dest xistin bi hinceta hevaşredar bi KHK'ê hatine dûrxistin, YSK'ê di 10'ê nisana 2019’an de Hevşaredarên 6 şaredariyan bi hinceta bi KHK'ê hatine îxrackirin ji peyvirê girtin û mazbata nedan wan. Mazbata Hevşaredarên Rezan, Bazarcix, Artêmêt, Ebexe, Tuşba, Tatos nedan wan û li şûna wan namzetên AKP'ê taşînî şaredariyê kirin. Bi vî rengî hêjmara şaredariyên 65 HDP'ê daxistin 59’an.    Piştî Şaredariyên HDP'ê dest bi xismetê kirin, 5 meh şûnde Wezirê Karên Hundir di 19'ê Tebaxa 2019'an de qeyûm tayînî Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê kirin. Dîsa di Cotmeh, Mijdar û Kanunê de tayînkirina qeyûman a şaredariyên HDP'ê berdewam kir. Heta Kanûnê qeyûm tayînî 29 şaredariyên HDP’ê kirin. Di 10'ê Kanûna 2019’an de Hevşaredarê HDP'ê yê Aviskê ji HDP'ê îstîfa kir.    Dîsa di pêvajoya ku vîrûs di rojeva hemû Tirkiye û cîhanê e ye AKP'ê dîsa şaredariyên HDP’ê kir hedef. Wezîrê Karên Hundir di 23'ê Adarê de qeyum tayînî şaredariyên HDP'ê yên Êlih, Norşîn, Gêl, Farqîn, Erxenî, Lîce, Xalfelî, Ciwanika, kirin. Di nava salekê de qeyûm tayînî 40 şaredaiyen HDP'ê hatin kirin. Têkildarî xebatên şaredariyê yên salekê Hevşaredarê HDP'ê yê Qersê Ayhan Bîlgen pêvajoya salekê û tayînkirina qeyûman nirxand.    ‘POLÎTÎKAYÊN QEYUM HEWLDANA QULIBANDINA MASÊ BÛ'    Hevşaredarê Qesrê Ayhan Bîlgen, polîtikayên tayînkirina qeyûman şibandin sepandinen serdema dawî yên Osmanî û wiha got: "Di pêvajoya OHAL'ê de me şaredariyên qeyûm tayîn kirine dîsa paşve stendin. Hilbijartina 31'ê Adarê ji bo îqtîdarê pêvajoya man û nemanê bû. Ji ber vê yekê serokomar got 'Hûn qezenç bikin em ê dîsa qeyûm tayîn bikin' Li gel vê yekê disa vînek derket holê. Vîna derket holê di hebûna xwe de israr kir. Rêveberiyên herêmî tenê ne ji bo xizmeta binesazî, komkirina çap, xizmeta av û rê ye. Cihê pêşxistina demokrasî, sincê û nirxên civakî ye. Em beriya hilbijartina 31'ê Adarê rastî gelek tiştên dijhiqûqî hatin. Namzetên hevşaredariyê rastî astengiyên bijartin û hilbijartinê hatin. Beriya hilbijartinê peyam dan û ev polîtîka xistin meriyetê.    EV POLÎTÎKAYA BÊÇARESERIYÊ YE    Bîlgen, destnîşan kir ku hilbijartina 31'ê Adarê ya Tirkiyeyê, ji vina gel a di sindoqan de hat ditin zêdetir, bû hilbijartina ku îqtîdar çawa serdestiyê li ser sindoqan bike. Ji vîna gel zêdetir, serdestiya iqtîdarê ya li ser sindoqan derket pêş. Ev helwest bû rengê “Bêyî hilbijartinê jî ez dikarim rêyek rêvebirinê bibînim' derxist pêş. Di dîroka Tirkiyeyê ya siyasetê de çawa salên 1946-50'an bû pêvajoya pir partiyan û ket rûpelê dîrokê, hilbijartinên piştî 7'ê Hezîranê jî di dîroka Tirkiyeyê de bû pêvajoya hilbijartinên formel (formalîte). Ji ber vê yekê tayînkirina qeyûman pêvajoya bêçareserî û bêçaretiyê ye.    POLÎTÎKA RÊVEBERIYA OSMANÎ YE   Bîlgen, da zanîn ku tayînkirina qeyûm polîtîkaya rêveberiya Osmanî ya rêveberî ji bav derabî kurê bibe ye û wiha lê zêde kir: "Cihê ku îqtîdar tayînî şaredariyan dikin gel ji şaredariyê kêfxweş e. lê dîsa qeyûm tayîn dikin. Ger ku careke din dîroka siyaseta Tirkiyeyê bê nivîsîn, cawa ku di serdema Osmanî e ji bav derabî kur dibû, di serdema Komarê de jî bi rêya tayînkirina Qeyûman rêveberiyê bi dest dixin. Ev yek di dîroka demokrasiyê de tu carî nayê qebûlkirin."    Bîlgen, da zanîn ku polîtîkayên qeyûm dîsa girêdayî geşedanên li Sûriyeyê ye û wiha berdewam kir: "Polîtîkayên qeyûm tenê ne girêdayî demokrasiya legal e. Ev polîtîka dîsa têkildarî geşedanên li Sûriyeyê polîtîkayên hesab pirsînê ne. Îqtîdar li hin qadan nagêje armanca xwe, Ji ber vê yeke serî li rêbaza hêsan dide û dest datîne ser rêveberiyên herêmê. Saziyan mohr dike û kîlît dike. Divê em bipirsin îqtidar vê hêzê û vî heqî li ku dibîne. Divê li Tirkiyeyê hêzên demokrasiyê, muxalefet, çapemenî û derdorê din li pişt xwe binerin û rastiya xwe bibînin. Niha dest danin ser çend şaredariyên CHP'ê. Lê dengeki pir lawaz deket holê. Divê hemû hêzên demokrasiyê erk û berpirsiyariya xwe ya sincî bi cih bînin.    ‘GEL KED Û RÛMETA XWE DIPARÊZE'    Bîlgen, herî dawî da zanîn ku ew nebin îxtîdar jî dikarin xwe bi rêve bibin û bibin hêz û wiha got: "Divê di vê meseleyê de em helwestek pir xurt dînin holê. We demê em dikarin bandorê li ser jiyana gel bikin. Em tu carî xezpkirinê rewa nabînin. Lê gel li ked û rûmeta xwe xwedî derdikeve. Wisa xuya ye ku dê her alî di tarza xwe de israr bike. Di dîrokê de her dem ked hatiye dayî û gihiştiye cihekî. Em ê bi hevre di vê pêvajoyê de bi ser bikevin.    Em weki Şaredaiya Qersê bêyî kesî li derve bihêlin hewl didin ji hemû beşên civakê re xizmetê bikin. Bêyî em nasnameya siyasi derxin pêş, em ewil xizmeta bajar û demokrasiyê dikin. Em hurmetê nişanî vîna gel didin. Em dixwazin Qersê bikin modelek. "    MA/ Adnan Bilen