Danişîna dayika 2 berastengan Elîf Kisa ya girtî sibe ye 2020-03-31 11:02:52 MEREŞ - Dayika 2 berastengan Elîf Kisa ya 64 salî ya berî 4 mehan li Elbîstanê hatibû girtin sibe derdikeve pêşberî dadger. Kisa, bi sûcdariya pere ji girtiyê ku wasiyê wî bûye re şandiye, tê darizandin.  Hevjînên hev Alî û Elîf Kisa ya 64 salî û Bekir Kaya di 3’yê Kanûna 2019’an di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Navçeya Elbîstan a Mereşê bi rêve bir de, hatin binçavkirin û bi îdîaya “Bi zanebûn alîkarî dayîna rêxistinê” hatibûn girtin.    Alî Kisa li ser îtîraza parêzeran di 6’ê Kanûnê de hatibû berdan. Lê Elîf Kisa û Bekir Kaya nehatibûn berdan. Ji ber serbest neberdana Elîf Kisa 2 zarokên wê yên berasteng bêdayîk mabûn û kes ne bû ku li wan mêze bike.    JI BO WASIYÊ XWE KINC Û PERE ŞANDIN KIRIN SÛC!   Dozger derbarê 3 kesan de 14 rûpel îdîanema amedekir û îdîanema ji aliyê 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mereşê ve hat qebûlkirin. Elîf Kisa ya li Girtîgeha Tîpa E ya Elbîstanê tê girtin, di îdîanameyê de, bi hinceta kinc û pere ji girtiyê ku wasiyê wî bûye re şandiye tê sûcdarkirin.    PÊLAV, GORE Û RÛNIVÎ..   Di îdîanameyê de, hatiye dest nîşankirin ku Kisa ji girtî Abdullah Hasan, Muhammed Akbaş Bîbîs, Kamûran Akbay, Leyla Atabay, Selver Yildirim, Bedreddin Kaya û Şafî Yildirim re pêlav, gore, rûnivîn û hwd. alav şandin û ev weke sûc hatiye dîtin. Ev hemû îdîa û sûcdarî jî li gorî îfadeyên şahidê nepen Mavî 78’an hatine qebûl kirin.     DANIŞÎN SIBEYE    Yekemîn danişîna doza derbarê Kisa û 2 kesên din de hatibû vekirin sibe li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mereşê wê bê dîtin.    Kisa ji ber şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) wê bi Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) ji girtîgehê beşdarî danişînê bibe.