Xwendekarên Zanîngehê: Pergal ji vîrûsê kujertir e 2020-03-31 10:40:52   ENQERE – Xwendekarên Zanîngehê, diyar kirin ku bi derbasbûna perwerdeya ji dûr ve û bi karanîna wargehên KYK’ê ya ji bo qarantînayê mexdûr bûne û bi gotina “Pergal ji vîrûsê kujertir e” bertekên xwe anîn ziman.   Vîrûsa koronayê, li seranserê Cîhanê bandorê li tenduristî, aborî, perwerde û jiyana civakî dike û ji bo vê yekê bergirî tên girtin. Ev bergirî gelek pirsgirêkan jî bi xwe re tînin. Di çarçoveya van bergiriyan de li Tirkiyeyê biryar hat dayîn ku li zanîngehan dema biharê li şûn perwerdeya rû bi rû perwerdeya ji dûr ve bê dayîn. Di vê pêvajoyê de Saziyên Wargehên Qrediyê (KYK) dê weke qadên qarantînayê bên bikaranîn. Ev yek jî xwendekaran mexdûr kir. Xwendekarên zanîngehe têkildarî vê rewşê axivîn û diyar kirin ku perwerdeya ji dûr ve qalîteya perewerdeyê dixîne û pêkanînên vîrûsê bi qasî vîrûsê kujer in.   ‘PERWERDEYA JI DÛR VE NE BI QALîTE YE’   Xwendekarê Zanîngeha Ankarayê Denîz Kaplan, diyar kir ku perwerdeya ji dûr ve ji bo derxistina rojê ye û wiha got: “Beşdarbûna polên sanal kêm e. Pola ji 40 xwendekarî pêk dihat, niha rojê 7-8 xwendekar beşdarî pola sanal dibin. Akademîsyen jî dikarin nekevin polên sanal. Ji ber kêmbûna nîqaş û hilberandina nêrînê, zanîst nayê hilberandin. Bi vê yekê agahiya em digirin jî qalîteya wê dikeve. Perwerdeya ji dûr ve ne bi qalîte ye. Bi vê perwerdeye bi qalîte nayê dayîn. Înternet li her derî nakişîne. Kesên li gundan nikarin xwe bigihînin polên sanal. Diviya ku perwerdeyê taloqî mehên havînî bikirana.”   ‘PERWERDEYA JI DÛR VE MîNA DERSXANEYAN E’   Xwendekarê Zanîngeha Hacettepeyê Turku Yilmaz, da zanîn ku bergiriyên li dijî vîrûsê kêm in û ev tişt anî ziman: “Pewrwerdeya ji dûr ve mîna derxaneyan e. Çawa ku kesên perê wan hebin dikarin biçin dersxaneyan û dibistanên taybet, perwerdeya ji dûr ve jî kesên ku qompîter û înterneta wan hebe dikarin tevlî perwerdeyê bibin. Aşkera ye ku ne pergaleke bi qalîte ye. Ewqas peznê nexweşxaneyan didand. Lê li şûna nexweşxaneyan wargehên me kirin qadên qarantînayê. Ev pergal ji vîrûsê bêtir talûketir û kujertir e. Pergalek alternafê vê pergalê elbet heye; divê pergala perwerdeya bê pere û zanîst bê avakirin.”   ‘ARMANCA ÇARESERIYÊ YA DEWLETÊ TUNEYE’   Xwendkarê Zanîngeha Ankarayê Erturk Soysal jî destnîşan kir ku ji ber derfetên malbatan qompîter û înterneta her xwendekarî tuneye û wiha got: “Perwerdeya ji dûr ve ne çareseriyeke têrker e. Armanca dewletê ya çareseriyê ji bo vê yekê tuneye. Fatoray ne amadekariyê bi KYK’ê li xwendekaran hat birîn. Ez jî di nav de bûrsa KYK’ê ya 14 xwendekaran hat birîn. Divê demildest qrediyên ku hatine birîn careke din ji xwendekaran re bên dayîn û pêwistiyên xwendekaran bên bersivandin.”