Hamî yê bi felc 7 meh in bi tena serê xwe dijî: Bila qedexeya derveyî welat ji ser min were rakirin 2020-03-31 10:33:25   AMED - Welatiyê ji Kobanê Ahmed Hamî yê di encama êrîşa DAIŞ'ê de birîndar bû û niha felc maye. Ji bo dermankirinê hatibû Amedê û ji ber vîrûsa koronayê li Amedê asê ma. Hamî du sal û nîv di girtîgehê de dimîne. 7 meh in li otelek Amedê bi tena serê xwe dijî û dixwaze qedexeya derveyî welat a li ser wî were rakirin û ew biçe Kobanê.    Li bajarê Helebê yê Sûriyê di tebaxa sala 2013’an de DAIŞ’ê bombe teqand û di encamê de ciwanê bi navê Ahmed Hamî (21) ê ji Kobanê birîndar bû û ji wê rojê ve lîngê wî felc maye û nîvê pişikê xwe winda kiriye. Ji bo dermankirinê tê Tirkiyê û niha jî li vir asê ma. Hamî du sal û nîv di girtîgehê de dimîne û tê berdan. Hamî 7 meh in li otelek li navçeya Sûra Amedê bi tena serê xwe dijî û li benda rakirina qedexeya derketina xwe ya derveyî welat e. Hamî niha jî ji ber vîrûsa koronayê bi fikar e.    GELEK CARAN HATIYE EMELIYATKIRIN    Ew ji ber şerê li Sûriyê neçare dest ji dibistanê berde û ji bo piştevaniya aboriya malbatê li Helebê li lokantayekê dixebite. Hamî diyar dike ku DAIŞ li nêzî kargeha wî bombe diteqîne û ew bi giranî birîndar dibe û ew çavê xwe li nexweşaneyê vedike. Hamî got pişt re wî seqî Dîlokê dikin û pişt re dermankirina wî li Rihayê didome û gelek caran ji pişikê xwe emeliyat dibe lê tevî hemû dermankirinan jî encamek baş nakeve destê wî.    Hamî ji Rihayê sewqî Zanîngeha Dîcleya Amedê tê kirin û piştî dermankirina sê mehan ji bo tedawiya fizîkê wî sewqî Enqereyê dikin. Hamî anî ziman ku ji roja birîndar bûye heta niha birayê wî alîkariyê dide û bijîşk jê re dibêjin divê li derveyî welat emeliyat bibe û pêwîste biçe welatên emeliyata nexweşîna wî dikin.    ‘WEK DIN RÊYEK DIN TUNE BÛ’    Hamî da zanîn ku ji bo ew biçe derveyî welat serî li pasaportê dide û serlêdana wî nayê qebûlkirin. Hamî diyar kir ku ji bilî rêyên qaçax ku biçe derveyî welat tu çareyek wî din nîne û got: “Xalek min li Yewnanîstanê bû. Min jî biryar girt ku bi rêyên qaçax biçim Yewnanîstanê. Li ser vê yekê hatim Îzmîrê. Li vir jî li ser gilîkirinekê hatim binçavkirin û girtin.”    ‘HER ROJA KU DIÇÛ BEDENA MIN DIHELIYA’    Hamî da zanîn ku tevî vî halê wî yê bi felc jî wî 2 rojan di binçavan de dihêlin û di kanûna 2016’an de bi di encama îfadeyên şahidê nepen de bi angaşta “Endamê rêxistinê ye” tê girtin. Hamî got ewilî ew li Girtîgeha Sokeya Aydinê dimîne û pişt re girtîgeh dibêje em nikarin lê binêrin û wî dişînin Girtîgeha Tîpa R a Menemena Îzmîrê ku rehabîlîtasyonê lê heye. Hamî bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehê û got: “Ji ber ku em girtiyên siyasî bûn, bi çavek dijminî li me dinêhirîn. Ji ber ku rehabîlîtasyon hebû min şandin. Lê tu tiştek tune bû. Ji ber ku ez Rojavayî bûm tu mafê ragihandinê ji bo min tune bû. Însanek ku silametiya wî baş be jî lê di van şertan de wê nexweş bikeve. Parçeyek kezeba min tune bû û her roja ku diçû bedena min diheliya.”   DIKEVE GREVA BIRÇÎBÛNÊ    Hamî destnîşan kir ku li girtîgehê DAIŞ’iyan berê wan didan û wî û sê hevalê xwe li dijî zextên girtîgehê û êrîşa DAIŞ’iyan di 20’ê nîsana 2018’an de dest bi greva birçîbûnê kirine û piştî 36 rojên çalakiya wan hin daxwazên wan hatin qebûlkirin û bi hevalên xwe din re di heman qawîşan de man.    7 MEH IN BI TENA SERÊ XWE YE    Hamî anî ziman ku tevî rapora wî ya astengdariyê nikare di hefsê de bimîne jî hebû lê ew heta 5’ê tîrmeha 2019’an di girtîgehê de maye û piştî ji hefsê hatiye berdan ji bo dermankirinê çûye Stenbolê û ji ber qeyda wî ya penaberiyê li Amedê bûye di 5’ê îlon 2019’an de wî paş ve şandine. Hamî got nêzî 7 mehan e ew li otelek biçûk a li navçeya Sûrê bi tena serê xwe dijî û jiyana xwe didomîne.    ‘TU SAZIYÊ ALÎKARÎ NEDA MIN’    Hamî da zanîn ku ji ber qedexeya wî ya derketina derveyî welat ew ji Amedê nikare biçe cihek din û wî li nexweşxaneyek taybet tedawiya fizîkê didît û di encama zextên polîsan de dermankirina wî ya li virt ê bi dawîkirin. Hamî diyar kir ku wî jî li ser vê yekê ji saziyên Amedê daxwaza alîkariyê kiriye û got: “Min alîkariye aborî nexwest. Malbata min her meh 800 lîre ji min re dişîne. Tenê pêdiviya min bi malek û kesek dikaribe li min binêre heye. Ji ber vîrûsa koronayê niha bi tenê li vê otelê dimînim. Dibe ku her kêlî were girtin. Dema otel were girtin ez ê ji neçarî li derve bimînim. Çimkî cihek dinê ku ez biçim tune ye.”    ‘EZ DIXWAZIM BIÇIM MALA XWE’    Hamî da zanîn ku hefteyeke nexweş e û dibêje rîska ku bi vîrûsa koronayê ketibe jî heye û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Îhtîmal heye ku ez bi kovid-19 ketibim. Nîvê kezeba min tune ye. Sînda min diêşe. Ji ber ku kesek alîkariyê bi min re bike tune ye, nikarim biçim nexweşxaneyê. Dixwazim qedexeya derketina derve ya welat li ser min were rakirin û ez tenê dixwazim biçim bajarê xwe Kobanê. Dixwazim biçim cem malbata xwe da ku ew alîkariyê bidin min.”    MA / Mehmet Şah Orûç - Lezgîn Akdenîz