Prof. Dr. Coşkun: Divê pisporên tenduristiya ruh jî di Lijneya Zanistê de cih bigirin 2020-03-31 10:19:11 ENQERE - Prof. Dr. Ayşen Coşkun, bal kişand talûkeya vîrûsê ya li ser civakê û diyar kir ku ger piştevanî nebe dê felaketek mezin li pêşiya mirov be. Coşkun, xwest pisporên tenduristiya ruh jî di nava Lijneya Zanistê de cihê xwe bigirin   Hêjmara qurbaniyên şewba vîrûsa corona li Tirkiyeyê her roj zêde dibe. Dîsa kesên bi şewba vîrûsê  ketin 10 hezar derbas kir. Ev bandoreke neyînî li ser têkiliyên civakî û derûniya mirovan dike. Têkildarî mijarê Rêvebera Komeleya Psîkîyatrîstên Ciwan û Zarokan a Tirkiyeyê Prof. Dr. Psikiyatr Ayşen Coşkun, bal kişand ser talûkeyê  li pêş derûnîya civakê û xwest ji niha de tedbîr bêne girtin. Coşkun, anî ziman ku welatên cîhanê her roj têkildarî têkoşîna li dijî vîrûsa corona tiştên nû fêr dibin û di nava hewldanekê dene û wiha got: "Berê jî me bûyerên ku derûniya zarokan xera dike dît. Em rastî bûyerên ku mirova di malê de hepis dike dît. Girtina zarok û ciwanan a di malê de zahmet e. Di vê pêvajoyê de bi taybetî ji bo zarokan pir zor e. Ev pêvajo bêtir dê bandorê li ser zarokan bike.  Divê zarok û ciwan rast bêne agahdarkirin. Divê aşkere ji zarokan re bê gotin ku çima pêwist e ji malê dernekevin. Divê di vê pêvajoyê de kesên bîr dibin bêtir xwedî tehamul bin. Divê qanalên nûçeyan zêde vekirî nebîne. Vekirina qanalên nûçeyan dê fikar û xofê zêdetir bike. Divê di şert û mercên malê de alternatif bên pêşxistin. Divê kar û barên ku derûniya zarokan rehet bike bêne kirin. Dem bi dem di kontrola mezinan de zarokan derxin baxçe û balkonan."     Coşkun, bal kişand ser zarokên ku di şertên cuda de dijîn û wiha lê zêde kir: "Li hin cihan zarok di nava 10 kesan de dijîn. Divê rayedar rewşên cuda yên civakê û malbatan li ber çavan bigire û tevdîran bigirin. Di vê pêvajoyê kal, pir û zarok bê venertin man. Bi taybetî ji bo zarokên xizmetkarên tenduristiyê bêtir pêvajoyek bi rîsk e. Divê ji bo zarokên ku di rewşê cuda de dijîn plan û bernameyên cuda bêne derxistin."    ‘CIWAN DIKARIN ALÎKARIYÊ BIDIN KAL Û PÎRAN   Coşkun, xwest bi taybetî di vê pêvajoyê de ciwan bibin alîkarê kal û pîran û wiha lê zêde kir: "Bi taybeti divê ciwan alikarîyê bidin kal û pîrên dernakevin derve. Ji ber ku dê ji sibê heta êvarî di hundir de bin derûniya wan xera dibe. Divê ciwan alîkariyê bidin kal û pîrên taxê. Dîsa divê alîkariyê bidin kesên di rîskê de. Dîsa pakêta 3'emîn a darazê ji bo tundiya li ser zarokan pakêtek ku nayê erêkirin e. Bêyî tedbîr û parastina zarokan bê girtin, divê li ser berdana faîlan neyê axaftin.    'DI VÊ PÊVAJOYÊ DE DÊ TUNDIYA NAVA MALÊ ZÊDE BIBE'    Coşkun, anî ziman ku ji ber mirov di vê pêvajoyê di malê de dimînin, tundiya nava malê zêde dibe û wiha got: "Bi vê pêvajoyê re dê rêjeya tundiya nava malê zêde bibe. Gelek aktorên rîska ku di nava malê de zêde bibe heye. Mirov dê çiqas karibe vê tundiya nava malê bişopîne? "    DIVÊ PISPORÊN DERÛNIYA RUH DI LIJNEYÊ DE HEBIN   Coşkun, bal kiand ser Lijneya Zanistê ya Vîrûsa Corona jî û wiha bi dawî kir: "Ji ber ku aliyê vê pêvajoyê yê derûnî ji heye divê teqez di nava Lijneya Zanistiyê de pisporên derûniya ruh jî hebin. Divê tenduristiya beden û ruh ji hev cuda neyê girtin. Divê bi hevre ev pêvajo bê rêxistinkirin. Divê têkiliya nava malbatê, derûniya nava malbatê û tundiya nava malbatê jî bê destgirtin. Di vê mijarê de rêxistinên tenduristiyê dê wezareta xwe ji Wezareta Tenduristiyê re ragihînin. Di vê pêvajoyê de xebatên me yên Tora Piştgiriya Civakî û Psikolojî heye. Mînak di sala 1999'an erdheja Marmarayê hat serê me. Di vê pêvajoyê de piştevanî gelek girîng e. Ger ku em piştevaniya ruhî xurt nekin dê talûke li pêş me bin. Divê teqez em piştevaniya hev a ruhî xurt bikin. Divê em hêviyên hev xurt bikin."    MA / Zemo Aggoz