‘Karkerên ji ber vîrûsê bimirin, cînayeta kare’ 2020-03-31 10:18:20 MÛŞ - Parlamentera HDP’ê Şevîn Coşkûn, diyar kir ku li Bendava Alpaslan a Mûşê li dijî şewba vîrûsa koronayê bergirî nehatine girtin û wiha bertek nîşan da: “Ger karkerek tenê jî, ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest bide, berpirsiyarî hikumet û karderên. Ev mirin wê bibin wateya cînayetên kar.”  Her roja diçe vîrûsa korona (kovîd-19) li cîhan û Tirkiyeyê belavtir dibe. Ji bo têkoşîn û bergiriyên li dijî vîrûsê her tim hişyarî tên kirin. Lê di dîmenên li ser medya civakî hatin parvekirin de, derket  holê ku karkerên di Bendava Alpaslan a Mûşê de dixebetin, di şert û mercên ne tendurist de dixebitin.   Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mûşê Şevîn Coşkûn, diyar kir ku çêkirina bendavê rê li ber pirsgirêkên tenduristiya gel vedike. Coşkûn, bal kişand ser rewşa karkerên di şantiya bendavê de dixebitin û wiha axivî: “Divê bi lez û bez bergirî bên girtin. Tu bergiriyekê hikumetê ji bo karker û kedkaran tuneye. Ligel hemû hişyarên pisporan jî, tu bergirî ji bo karkerên bendavê nehatiye girtin. Karker di şert û mercên xerab de dixebitin. Ne tenê li Bendava Alpaslan, li gel şantiyan heman dîmen hene. Divê tavilê şert û mercên karkeran bên sererast kirin. Pêwîste ku rewşa wan a aboriyê bixin bin ewlehiyê.”   Coşkûn, da zanîn ku karker neçarî xebatê tên kirin û wiha got: “Ji sedî 80 jiyan rawestiyaye, lê karker dixebitin. Ev ne wijdanî û miroviye. Tu desthilatdarî divê vî mafî di xwe de nebînin. Mirovên zanist dibêjin ku divê liv û tevgera mirovan bê kêm kirin. Lê di şantiyan de mirov dixebitin, li ser heman maseyê xwarin dixwin û tu bergirî ji bo wan nayê girtin. Ku rewş wiha be, tu wateya bang hikumetê ya ‘li malê bimîne’ tuneye.”   ‘HIKUMET BERPIRSIYARE’   Coşkûn, dest nîşan kir ku ger karkerek tenê jî, ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest bide, berpirsiyarî hikumet û karderên. Ev mirin wê bibin wateya cînayetên kar.”   MA / Cemil Ugur