'Deriyê zindanan venekin em ê dakevin qadan' 2020-03-31 09:09:45 AMED - Malbatên girtiyan bal kişandin ser talûkeya vîrûsa coronayê û diyar kirin ku rayedarên Tirkiyê deriyê zindana venekin wê dakevin qadan. Li Tirkiyeyê girtîgeh ji ber vîrûsa corona di talûkeyê de ne. Ji ber vê yekê malbatên girtiyan bi fikar in û dixwazin rojek berî rojekê girtîgeh werin valakirin. Dayika girtî Fetûlah Yîgît ê ku 10 sal in girtî ye û niha li Girtîgeha Tîpa T a Bandirmayê ye, Nafiye Yîgît diyar kir lawê wê nexweş e û wiha got: “Lawê min nexweş e. Astim, bê xwînî, basûr pê re heye. Ji roja şewba coronayê belav bûye ve em di nava fikaran de ne. Kesên ku dibêjin ez mirov im, bila destê xwe dînin ser wijdana xwe. Em difikirin ka dê çi li zarokên me were? Em ê jiyaneke bê zarokên xwe çi lê bikin? Em jiyaneke wisa qebûl nakin.”   ‘DIXWAZIN GIRTÎGEHAN BIKIN GORISTAN’   Yîgît, bal kişand ser paketa darazê ya 3’yemîn û wiha axivî: “Ev paket ji dizan, ji çeteyan, ji tecawizkaran re heye lê mixabin ji girtiyên siyasî re tune ye. Em wek dayika bang li Wezareta Dadê û Serokomar dikin bila destê xwe deynin ser wijdana xwe. Bila xwe ker û kor nekin. Bila zarokên me jî têxin nava vê qanûnê. Heke hûn derê zindana venekin em ê dakevin kolanan. Em ji zarokên xwe ne çêtirin. Banga min li temamê mirovatiyê heye bêdeng neminin. Heke îro cenazeyek ji hundirê girtîgehan derkeve em ê çi bikin? Gardiyan diçin tên. Dixwazin girtî bi nexweşiyê bikevin ku girtîgeh bibin goristan. Lê em dayikin û vê qebûl nakin. Heta zarokên me azad nekin em vê zilmê qebûl nakin. Zarokên me doza mafê mirovahiyê kirine. Li zarokên me xwedî derkevin."   'JI KURÊ XWE AGAHÎ NAGIRIM'    Bavê girtî Suleyman Saçal ê ku di Girtîgeha Tîpa L a Hejmara 1 a Turkoglû ya Mereşê dimîne, Niyazî Saçal jî da zanîn ku sê hefteye ji kurê xwe agahî nagire û wiha got: "Sê hefte nin ez agahiyê ji kurê xwe nagirim. Du sê caran li zindanê geriyam bersiv nedan min. Dixwazim demek zû agahî jê bigirim. Parêzer jî nikarin biçin cem wan. Girtî nikarin xwe biparêzin. Em dixwazin zindanan zû vala bikin'    MA / Fahrettîn Kiliç