‘Girtîgehan bikin nexweşxane’ 2020-03-31 09:09:05 AMED – Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Mehmet Temîzyuz derbarê talûkeya vîrûsa coronayê ya li ser girtîgehan diyar kir ku niha firsendeke mezin e ku girtîgeh werin vala kirin û wan bikin kampusên nexweşxaneyan û got: “Ger gav neyên avêtin wê demên pêş de jiyana girtiyan bikeve xetereyê.” Hevserokê Federasyona Komeleyeyên Piştevanî û Hiqûqî ya Malbatên Girtiyan a MED'ê (MED TUHAD-FED) Mehmet Temîzyuz têkildarî talûkeya vîrûsa coronayê (Covid19) a li ser girtîgehan axivî. Temîzyuz, bal kişand ser talûkeya vîrûsa coronayê û wiha got: “Divê demê ku jiyan di xeterê de û tedbîr neyên standin girtîgeh in. Ji ber ku rewşa girtîgehan ji hêla hewagirtinê, paqijiyê û ji hêla xwarinê da kêm dimîne. Hejmara girtiyan jî ji kapasiteya wan gelek zêde ye. Mirovên pispor ji bo vê nexweşiyê dibên gereke di nava mirovan de metre û nîv navber hebe lê em li girtîgeha dinêrin ranzeyên wan bi hev ve ne an jî du girtî li ser cihekê radizin.”    ‘DIVÊ GIRTÎGEH BÊN VALA KIRIN’   Temîzyuz, diyar kir ku  Wezareta Dadê tedbîr bi qedexeya ziyaretên malbatan û parêzeran girtin û wiha axivî: “Tedbîrên wezaretê têra nake. Ji aliyekî gardiyan hene, leşker hene. Temasa van bi civakê re heye. Ji aliyekî girtiyên nexweş hene diçin nexweşxaneyan û tên, dermankirina wan berdewam dike. Ji ber vê tedbîrên ku niha di girtîgehan de hatine girtin ne bes in. Ji ber wê yekê gavên ku hin dewletan ji bo girtîgehan avêtiye  divê Tirkiye jî wan esas bigire. Ew gav çi ne? Ji bo ku pêşiya nexweşiyê were girtin divê girtîgeh bên vala kirin. Mînak Îtalyayê û Emerîkayê gav avêtin. Li Afganîstanê tahliyekirina girtiyan di rojevê de ye. Neteweyên Yekbûyî (NY) bal kişandin ser tahlûkeya girtîgehan. Diyar kirin ku ev nexweşî hêj negihiştiye asta pêşî negirtinê tedbîran bistînin. Niha Tirkiye jî di asteke destpêkê de ye. Hêj di nava civakê de zêdetir nebûyî divê pêşiya li girtîgeha û belavbûnê bê girtin.Têkeve hundirê girtîgehan û şunde girtî werin berdan ew girtî dê di nava civakê de bimînin. Tu wateya berdana wan nabe.”   GARDIYAN JI BO GIRTIYAN TALÛKE YE    Temîzyuz, da zanîn ku dema malbatên girtiyên jî dibên tedbîrên ji bo ku vîrûs li girtîgehan belav nebe tunin û wiha berdewam kir: “Li hinek girtîgehan dezenfekte, paqijî nayê kirin û kolonya nadin girtiyan.  Ev nayê qebûl kirin. Rewşa girtîgehan a heyî nayê qebûl kirin. Rewşa girtîgehan rewşeke xeter e. Divê dewlet di vê hêlê de cidî tevbigere û bê cudahî gavan biavêje. Berpirsyariya pirsgirêkan dewlet e.” Temîzyuz, destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de parêzer çûn girtîgeha rapor amade kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe:  “Di raporan de jî tê gotin ku gardiyan û leşker tahlûkeya ku heyî nabînin. Bi hevre digerin, di destê wan de lepik tune ye, rûpoşên wan tune ne.  Girtiyên ku bi parêzeran re hevdîtinê dikin jî ne lepikê wan ne jî rûpoşa wan heye. Di derketina telefonan jî lazim e girtî bi lepik û rûpoşan derkevin. Temasê derveyî odeyên xwe dikin.”   ‘TEDBÎRÊN KU HATÎ STANDIN TÊRA NAKE’   Temîzyuz, anî ziman ku rayedarên Girtîgeha Tîpa T a Aksarayê li girtiyan gef xwariye û wiha lê zêde kir: “Rayedarên Girtîgeha Aksarayê ji girtiyan re gotiye ‘heke hûn şert û mercên me yên 12’ê Îlonê qebûl nekin em girtiyên edlî yên ku bi nexweşiya vîrûsê ketî em bînin nava we’ bi riya malbatan ev digihe saziyên me. Ji xwe me bi raya giştî, saziyên hiqûqnas û parlementeran re parve kir. Niha di hinek girtîgehan de em tenduristiyê bidin aliyekê girtî bi mehan di hucreyan de dimînin. Rojê saetekê derdixin ku hewayî bistînin. Ji ber wê em dibêjin tedbîrên ku hatî standin tera nake.” Temîzyuz, bilêv kir ku ev rewşa ku tê de derbas dibin ji bo hikumetê ezmûneke mezin e û wiha domand: “Ewqas girtîgeh hatin çêkirin. Niha firseteke mezin e ku girtîgeh werin vala kirin û wan bikin kampusên nexweşxaneyan. Di vê hêlê de gav neyên avêtin demên pêş de wê jiyana girtiyan bikeve xetereyê.”   DEMA GIRTIYÊN NEXWEŞ DIBIN NEXWEŞXANEYÊ TEDBÎRAN NAGIRIN   Temîzyuz bal kişand ser girtiyên nexweş û wiha pê de çû: “Malbata girtiyekî nexweş xwe ji mere got ‘Dema girtiyan dibin nexweşxaneyê ji bo ku vîrûs negihe wan tu tedbîr nehatine standin. Lepik û rûpoşan nadin wan. Tedbîran nagirin.' Girtiyên nexweş dê di van şertan de çawa bêne derman kirin. Hewce bû vîrûs çawa hat Tirkiyê girtiyên nexweş bihatibûna berdan. Kesekî ku 28 sala di girtîgehê de mabe û nexweş be saleke wî maye ku serbest were berdan. Êdî dewlet çi ji vî kesî dixwaze? Dikarin wan li malê bigirin. Dikarin hinek rê û rêbazên din pêş bişin. Qanûnên ji bo girtiyên nexweş hene, lê pêk nayên. Girtiyen ku raporên wan jî heyî Tiba Edlî îdeolojîk lê dinêre. Li gorî darizandinê nêzîk dibe.”   4 HEZAR MALBATAN JI WEZARETA DADÊ RE DAXWAZNAME ŞANDIN   Temîzyuz, anî ziman ku MED TUHAD-FED û komeleyên girêdayî wê hişyariyek derxist holê û got: “Pêwiste her kes li dijî talûkeya vîrûsê ji bo girtiyan dengê xwe derxe. Deng derxistin çiye? Em dibên bi riya çapemeniyê, di qada medyaya civakî de dengê xwe derxînin. Ji  Wezareta Dadê re daxwazname bişînin. Me kampanya 1 milyon daxwazname da destpêkirin. Me bi 4 hezar malbatên xwe re bi awayekî kolektif ji Wezareta Dadê re daxwazname şandin. Malbat ji bo girtigehan bang li civakê dikin. Dayika Sakîne Arat a 90 salî bang dike. Divê hikumet û civak dengê Dayika Sakîne bibhize. Bêjin dayik çi dixwaz e?    ‘EM HEMÛ BERPIRSIYAR IN'   Temîzyuz, herî dawî got: "Di paketa darazê de çiqas kesên sûc li hemberî civakê û kesan kirine dê bêne berdan, lê kesên ji ber fikren xwe girtî ne, di paketê de cih nagire. Divê civak qebul neke. Divê qanûnên ji bo hemû girtiyan bên derxistin. Em bang li malbat, raya giştî, saziyên sivîl ên civakî û partiyên siyasî tevan dikin. Sibê tiştek li girtîgehan çêbe em hemû berpirsyar in.”    MA / Fahrettîn Kiliç - Ayşe Surme