Xizmên girtiyan: Bila girtîgeh giş bên valakirin 2020-03-31 09:04:38 ŞIRNEX - Xizmên girtiyan, metirsiyên xwe yên ji ber vîrûsa coronayê anîn ziman û gotin: "Em ditirsin ku mirovên di nav çar dîwaran de bi şewbê bikevin. Heger kesek tenê jî pê bikeve wê rewşa hemû girtiyan têkeve xetereyê." Malbatan xwest girtîgeh hemû bên valakirin.  Ji ber ku her diçe şewba vîrûsa coronayê berbelav dibe, fikarên xizmên girtiyan jî zêde dibin. Behîce Sakman ku hevjînê wê di Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê de ye, anî ziman ku tenê carekê girtîgeh hatiye dezenfektekirin û tevdîr baş nayên girtin. Sakman, xwest girtiyên siyasî jî bên berdan û got: "Em ditirsin ku mirovên di nav çar dîwaran de bi şewba coronayê bikevin. Wê tecawizkar, diz bên berdan, lê wê kesên ji ber azadiya fikr û ramanê girtîne neyên berdan. Divê kesên ji ber azadiya fikr û ramanê girtî hemû bên berdan. Bila di zindanê de nemînin."    ‘KES NE BÊXWEDÎ YE'    Çîgdem Ozkaya ku kurê wê Sezgîn Ozkaya di Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê de ye, anî ziman ku kurê wê gotiye ne leipik, ne jî maskeyan didin wan. Ozkaya, pirsî: "Gava ew şewb li girtîgehan belav bibe wê çawa mudaxile bikin?"   Ozkaya, xwest girtî hemû bên berdan û got: "Êdî em naxwazin dayik bigirîn. Em bi xwe li malê ne di ewlehiyê de ne, îjar ên di zindanan de wê çi bikin? Hûn radibin tecawizkaran ber didin, çima hûn ên siyasî bernadin? Em vê newekehviyê qebûl nakin. Bila kes nebêje ên di girtîgehan d ebêxwedî ne."    ‘EM NAXWAZIN JI GIRTÎGEHAN CENAZE DERKEVIN'    Hanê Îlhan ku kurê wê Raşît Îlhan di Girtîgeha Gîresûnê de ye, anî ziman ku 5 sal in kurê wê girtiye û salek e ji ber li cihekî dûr e nikare kurê xwe bibîne. Dayik Îlhan, got: "Ên diziyê dikin, ên tecwuzê dikin berdidin. Çima zarokên me bernadin? Em dixwazin zarokên me berdin. Ji bo zarokên me bên berdan çi ji destê me bê em ê bikin. Em naxwazin ji girtîgehan cenazeyên zarokên me derkevin. Bira malbat hemû xwedî li zarokên xwe derkevin."    Dayik Zozan Aşkin ku kurê wê Zekeriya Aşkin di Girtîgeha Tîpa T a Bunyanê de ye, bibîr xist ku 5 sal in kurê wê girtiye û ji ber tenduristiya wî fikarên wan hene. Dayik Aşkin, anî ziman ku berî ku vîrûs li girtîgehan belav bibe divê zarokên wan bên berdan û got: "Em dixwazin bi vê pakêt darazê re girtiyên siyasî jî bên berdan. Em malbat hemû li dijî vê newekheviyê divê em bertekên xwe nîşan bidin."    ‘BI PERÊ XWE AVÊ DIKIRIN'    Leyla Ayaz ku kurê wê Kerem Ayaz di Girtîgeha Tîpa E a Ordûyê de ye, diyar kir ku girtî di warê peydakirina avê de zehmetiyê diişînin û got, girtî bi perê xwe avê dikirin.    Dayik Ayaz ku got, "Heger tiştek bê serê zarokên me em ê nesekinin. Divê malbat hemû li gor vê rewşê tev bigerin" anî ziman ku ji ber şewba vîrûsa coronayê ew bi xwe jî ji mal dernakevin û got: "Heger li girtîgehan bi kesekî tenê jî bikeve wê rewşa girtiyan hemûyan têkeve xetereyê. Ji xwe li wir paqijî nayê kirin."    Seyran Erener ku kurê wê Ferhat Erener di Girtîgeha Tarsûsê de ye jî bang li rayedaran kir û got: "Bira girtîgeh bên valakirin."    MA / Mujdat Can