Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Turkoglûyê bi dawî bû 2019-12-11 14:39:05   MEREŞ - Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Turkoglûyê, li ser qebûlkirina daxwazên girtiyan bi dawî bû.    Li Girtîgeha Hejmara 1 a Turkoglûyê, ji ber jimartina leşkerî ya li ser pêya, 4 girtî, di 25'ê Mijdarê de dest bi greva birçîşbûnê kiribûn. Li ser qebûlkirina daxwazên girtiyan çalakî bi dawî bû. Hat diyarkirin ku di 2'ê Kanûnê de girtiyan bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtin kiriye û li ser qebûlkirin şertên girtiyan, grev di heman rojê de bi dawî bûye.    Bavê girtî Halît Şaşmaz ê di grevê de Abdûrahman Ecer, diyar kir ku bi kurê xwe re hevdîtin pêk anîn û kurê wî jê re ragihandiye ku midurê girtîgehê, dozgerê girtîgehê û hin parlamenter bi wan re hevdîtin pêk anîne û li ser soz dayîna rêveberiya girtîgehê ya bi dawîbûna binpêkirina mafan û derbarê wan de nedayîna cezayê dîsiplînê, çalakiya xwe bi dawî kirine.     Daxwazên girtiyan ên bi vî rengî hebûn: "Bidawîbûna ferzkirina jimartina leşkerî, bidawîbûna lêgerîna tazî ya di têketina girtîgehê de, bidawîbûna meşa leşkerî ya di korîdorê de, betalkirina cezayên dîsplînê yên kêfî, dev jê berdana hilgirtina qertê nasnameyê yê bestêkê û dayîna rojname, pirtûk, name û kargoyan."