Lênûska wî ji ber peyva ‘Kurd û Kürdistan’ desteser kirin û ceza kirin 2019-12-11 13:17:09 ENQERE – Rayedarên Girtîgeha Hêjmar 1 a Xarpêtê bi hinceta di lênûska nîşeyan a girtî Necmettîn Sonyacî de peyva "Kurd û Kurdistanê" hatiye nivîsandin, lênûska wî desteser kirin û cezayê dîsîplînê lê birîn.  Rayedarên Girtîgeha Hêjmar 1 a Xarpêtê bi hinceta di lênûska n Girtî Necmettîn Sonyaci de peyva peyva "Kurd û Kurdistan" hatiye nivîsandin, cezayê dîsîplînê dan. Sonyaci, têkildarî rewşa xwe ji Ajansa Mezopotamya (MA) re name şand û agahî dan. Sonyaci, di nameyê de anî ziman ku pirtûkên ji girtiyan re tên şandin, ji aliyê rêveberiyê ve tên desteserkirin û bi awayekî sînor pirtûkan didin wan. Sonyaci, anî ziman ku ji ber di lênûska nîşeyan de peyva “Kurd" û "Kurdistan" hatiye nivîsîn, lênûsk desteser kirine û cezayê dîsîplînê hatiye nivîsin. Sonyaci, anî ziman ku mafê wan ê xebatên çand û hunerê tên astengkirin û nikarin ji mafê xwe sûdê bigirin û wiha got: "Em li gorî xala di giştî nameyê de ya 45/1'an nikarin sûdê ji bernameyên hevpar bigirin. Mafê heyî pir tên bi sînorkirin. Mafê 4 saetan dadixin. Gelek mafê me yên din tên binpêkirin.