Bîlîcî: Ger ku parazvanên mafên mirovan di bin zextan de bin, her kes di bin zextan de ne 2019-12-11 11:09:44 AMED – Endamê Lijneya Navendî ya ÎHD'ê Racî Bîlîcî, diyar kir ku li Tirkiyeyê tespîta binpêkirina mafên mirovan li gorî berê hêj zahmettir e û wiha got: "Parazvanên mafên mirovan û rêxistinên mafên mirovan jî 'li dijî zagonan' tên dîtin. Ger ku li welatekî zext li ser parazvanên mafên mirovan hebe, li wî welatî her kes di bin zextan de ye."  Tirkiye 21 sal berê Danezana Mafên Mirovan a Gerdûnî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) qebûl kir. Lê hêj binpêkirina mafan li Tirkiyeyê zêde dibe. Li gorî raporan; Tirkiye di aliyê binpêkirina mafan de di rêza sereke ya welatê cîhanê de cih digire. Li Tirkiyeyê hem parazvanên mafên mirovan û hiqûqnas di bin zextan de ne û hem welatî di bin zextan de ne. Yek ji saziyên di bin zextan de ÎHD ye. Ji roja ÎHD hat avakirin heta niha 15 rêveber û endamên wê bi awayekî faîl nediyar hatin kuştin. Gelek endam û rêveberên wê hatin binçavkirin û girtin. Têkildarî zext û tundiya li ser parazvanên mafên mirovan, Endamê Lijneya Rêveber a Navendî ya ÎHD'ê û Prz. Racî Bîlîcî ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî.    Bîlîcî, ku der barê wî de dozek vebû û 15 sal ceza ji wî dixwazin, diyar kir ku zextên li ser parazvanên mafên mirovan didomin u wiha got: "ÎQtîdar dixwaze parazvanên mafên mirovan îllegalize bike. Dixwaze wan wekî kesên dijzagonî nîşan ide. Weki Salên 1990'an dîsa tundî û înkar heye. Binpêkirin derketine asta jor. Berê jî binçavkirin, girtin û îşkence hebû. Niha jî binçavkirin, girtin û îşkence heye. Parazvanên mafên mirovan, siyasetmedar, rojnameger tên darizandin û girtin. Nêzîkatiya îQtîdarê ya li hemberî çareseriyê wekî ya salên 90’î ye. Bi înkar û tundiyê nêzî çareseriyê dibin. Ev yek bêtir me dixe nava fikaran. Ji roja avakirina komarê heta niha nêzîkatî, tarz û rêbaza dewletê ya li hemberî çareseriyê nehatiye guhertin."   Bîlîcî, anî ziman ku medota xebatê ya parazvanên mafên mirovan ewe ku îhlalan bikin rapor û rê li pêş îhlalan bigirin û wiha got: "Ji bo vê yekê divê bi muxataban re hevdîtin bikin. Di pêvajoya çareseriyê de me bi awayekî çalak bi îqtidar û organên girêdayi wê re hevdîtin kirin. Lê piştî pêvajoya çareseriyê bi dawî bû, rê li pêş hevditinan hatin girtin û derî li ser me hatin girtin. Ji binpêkirina mafê jiyanê heta îşkence, astengiyên li pêş azadiya ramanê, mafê azadiya rêxistinbûnê, mafên bingehîn ên azadiyê bi destê îqtîdarê pêş dikevin. Ji bo rê li pêş vê yekê bê girtin diyalog şert e. Îqtîdara siyasî di demên dawî de parazvanên mafên mirovan û rêxistinên civakî tevan wekî ‘terorist’ dibîne û pênase dike. Îllegalize dike. Niha ji her demê bêtir tespîtkirina binpêkirina mafan dijwartir bûye. Tespitkirin û raporkirina mafan ji her demê bêtir zor bûye. Ji ber ku parazvanên mafên mirovan û hiqûqnas nikarin biçin li cihê bûyerê lêkolîn bikin. Nikarin bi esker, polîs, qeymeqam û walîtiyê re hevdîtin bikin. Ji ber vê yekê tiştên dikin ji wan re dimîne."      'GELEK RÊVEBERÊN ME HATIN QETILKIRIN'   Bîlîcî, herî dawî da zanîn ku ligel danezana mafên mirovan a gerdûnî ya NY'ê jî dîsa zext didomin û wiha bi dawî kir: "Ger ku parazvanên mafên mirovan bên astengkirin û di bin zextan de be, li wî welatî her kes di bin zextan de ye. Hêj binçavkirin, girtin û darizandin didome. Di 12'ê Gulana 1998’an de  Serokê me yê giştî Akin Birdal li navenda giştî rastî êrîşa çekdarî hat. Gelek rêveberêm me hatin qetilkirin. Lê me têkoşîna parastina mafên mirovan, bi biryar û bawerî têkoşîna xwe ya parastina mafên mirovan berdewam kir. Em dîsa bang li rayedar û îqtîdarêdikin ku hurmetê nîşanî Danezana Mafên Mirovan a Gerdûnî bidin. Em dixwazin hemû reng, bawerî û nasnameyên li Tirkiyeyê bi Destûra Bingehîn a Demokratîk nas bikin û biparêzin. Daxwaz û tekoşîna me ev e. Ji bo vê yekê wekî parazvanên mafên mirovan tişta têkeve ser milê me, em dê bikin."    MA / Aydin Atay