Nûçegîhanên me Eser û Topaloglû: Em ê di her şert û mercî de binivisînin 2019-12-11 10:22:50   STENBOL - Nûçegîhanên me Sadiye Eser û Sadik Topaloglû ku li ser îfadeyên şahidan hatibûn girtin, ji girtîgehê peyam şandin û ev tişt gotin: "Ew zen dikin ku dê bi girtinê rojnamegeran bêdeng bikin, lê em ê di her şert û mercî de binivisînin û rastiyan bînin ziman."   Nûçegîhanên me Sadiye Eser û Sadik Topaloglû ku di 29'ê Mijdarê de li ser îfadeyên şahidan, bi angaşta "endamtiya rêxistinê" hatibûn girtin, bi rêya malbat û parêzeran peyam şandin. Eser û Topaloglû ragihandine ku dema hatine binçavkirin, li restorantekê bûne û di kêliya ku xwarinê xwarine de ji aliyê polisekî sivîl ve destpêkê telefonên wan hatiye desteserkirin    FERZKIRINA LÊGERÎNA TAZÎ   Eser ku li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê girtî dîmîne, di hevdîtina girtî de ji xiwşka xwe Leyla Eser re qala serboriya xwe kir û ev tişt anî ziman: "Dema min anîn girtîgehê lêgerîna tazî li min ferz kirin. Bi hinceta ku qedexebûnê, pantolonê min ê bi rengê lacîwerd û qapûtê min ê bi rengê kesk ji min standin. Etekê keseke din li min kirin. Ew zen dikin ku dê bi girtinê rojnamegeran pêşî li kamera, pênûs û wênekêşa rojnamegeran bigirin. Lê ew nizanin ku em ê li her derî di her şert û mercî de binivisînin.  Ez ê qet dev ji nivîsandinê bernedim. Ez ê di girtîgehê de jî nûçeyan çê bikim û rojnamegeriyê bikim. Li kogûşa kêleka me qalpax firiya qirêka girtîyek bi navê Klan û li gel bang kirinê jî garidyan piştî saetekê hê hatin bi hewara Klan de û piştî demeke dirêj wî rakirin nexweşxaneyê."       Topaloglû ku li Girtîgeha Hejmar 5 a Silîvriyê girtî ye, bi rêya parêzerê xwe diyar kir ku bi hincetên vala hatine terorîzekirin û wiha got: "Em kesên ku di raya giştî de tên nasîn. Wêneyên me nîşanî hin kesan dane û li dijî me sûc hilberandine. Ji bo astengkirina ragihandin rastiyan a gel, serî li komployeke wiha hatiye dayîn. Em ê binpêkirin li girtîgehan binivisînin. Em li kur dibin bila bibin, em ê nivîsandina rastiyan berdewam bikin û ragihandina heqîqetê bidomînin. Em di nav çar dûwaran de bin jî em ê pîşeya xwe berdewam bikin. Em zanin ku ji ber çê hatine girtin. Ji ber vê yekê moralê me di cih de ye. Em dixwazin ku herkes hê bêtir nûçeyan çêbike. Qet gumane me tuneye ku em e di demeke nêz de bi hev re bin. Ji herkesî re Silav."   MA / Erdoğan Alayumat - Mehmet Halit Çatinbaş