Malbatên girtiyan: Gardiyanan li girtiyan xist 2019-12-11 10:08:41 AMED – Malbatên girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Jimarên 2 û 3 ên Tîpa T a Bunyana Kayseriyê destnîşan kirin ku gardiyanan bi ser qawîşan de girtine û li girtiyan dane û bêyî wan derman bikin ji nexweşxaneyê birine girtîgehê. Malbatan li dijî zextên li ser zarokên xwe û binpêkirina mafan serî li ÎHD’ê û TUAY-DER’ê dan.   Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Hejmarên 2 û 3 ên Tîpa T a Bunyana Kayseriyê dimînin bi rêya malbatên xwe têkildarî zextên li ser wan tên kirin agahî dan. Girtiyan ragihand ku di her ziyaretê de lêgerîna tazî li ser wan pêk tînin û neheqî li wan tê kirin û gardiyanan bi ser qawîşan de girtiye û bi awayek tund li girtiyan dane. Malbatan li dijî zextên li ser zarokên xwe û binpêkirina mafan serî li Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û TUAY-DER’ê dan.   ÇARIK JI SERÊ DAYIKÊ KIRIN E   Rojbîn Yakût a li Girtîgeha Jimara 3’an a Tîpa T a Bunyanê girtiye derbarê zextên li ser wan tên kirin agahî da malbata xwe. Dayika Yakût, Şazîme Yakût diyar kir ku di 9’ê Kanûnê de keça wê bi telefonê li wan geriyaye û jê re gotiye ku sê girtiyên jin ên ku nû sirgûnî li girtîgeha wan hatin kirin lêgerîna tazî li ser wan pêk anîne û ji ber vê yekê biryar girtine û ger ku ev binpêkirin bi domin dê careke din dernekevin hevdîtinê. Yakût bi bîr xist ku piştî derketine hevdîtina telefonê gardiyanan cilê wan jê kirin û dema di vegerê de ji ber ku biryar standibûn dê dîsa cilên ku ji wan hatine kirin li xwe nekin û wiha got: “Rojbînê anî ziman ku dema vegeriyan û cilên ku ji wan hatibûn kirin li  xwe nekirin, rastî tundiya gardiyanan hatin. Ji ber ku bi israr cil li xwe nekirin û xwestin derbasî qawişê bibin, gardiyanan li wan xist. Bi ser vê yekê de gardiyanan îdîa kirin ku Rojbînê li wan xistiye. Lê dijberî vê yekê deh gardiyan li ser serê Rojbînê civiyan e.”    Yakût herî dawî diyar kir ku dema çû hevdîtina keça xwe rastî lêgerînê hat û got: “Çarika min ji serê min derxistin. Gora min ji lingê min derxistin û xwestin me tazî bikin. Sê girtiyên jin ên hefteya borî sirgûn bûbûn jî ji ber lêgerîna tazî qebûl nekirin avêtin hucreya yek kesî.”   ‘EV ZILM LI GORÎ KÎJAN HIQÛQA CÎHANÊ NORMAL E?’   Xwişka Hesen Uyanik ê li Girtîgeha Jimara 2’an a Tîpa T a Bunyanê girtiye Şehrîban Uyanik jî bal kişand ser binpêkirina mafan û got: “Dema em diçin girtîgehê em rastî lêgerîneke gelek dijwar tên. Lê ji bo ku girtî û gardiyan nîqaş nekin û tiştên nexweş çênebin, em vê pêkanînê ji girtiyan re nabêjin. Dema ji me dipirsin jî, em dibêjin zext tune ye. Lê ne wisa ye. Dîsa midura duyemîn a jin komeke xwe avakiriye û bi vê komê bi taybetî li ser jinan zextan dike. Di ziyaretê de me xwest em bi girtiyên din re wêne bikşînin, lê destûr nedan. Gardiyan destûr nadin ku ji xeynî xizmên xwe em bi girtiyên din re biaxivin û wêne bikşînin. Sê girtiyên jin ên nû hatine sirgûnkirin ji ber lêgerîna tazî qebûl nekirine, gardiyanan bi dijwarî li wan dane. Ji ber lêdanê ew rakirine nexweşxaneyê. Lê nexweşxanê wan derman nekiriye. Ew her tişt normal dibînin. Lê em dipirsin ev zilm li gorî kîjan hiqûqa cîhanê normal e?”   Uyanik destnîşan kir ku pirtûkên girtiyan nadin wan û wiha got: “Dema Apê min çû hevdîtina birayê min dest danîn ser nasnameya wî û xwestin pirtûkên birayê min bi xwe re derxe derve. Gardiyanan jê re gotin ‘heta tu van pirtûkan negirî û nebî em nasnameya te nadin te’. Di hiqûqê de tiştekî wisa tune ye.”   ‘EZ BANG LI DAYIKAN DIKIM EM BI HEVRE VÊ NEHEQIYÊ QEBÛL NEKIN’   Dayika Mesût Pehlîvan ê li Girtîgeha Jimara 2’an a Tîpa T Bunyanê girtiye Xerîb Pehlîvan jî têkildarî binpêkirina li girtîgehê wiha got: “Piştî sê mehan ez di 3’yê Kanûnê de çûm hevdîtina Mesût. Me ji wan re cil û pirtûk şandibûn. Kûrê min got ‘cil û pirtûk nedane me. Dema di derketinê de heke pirtûk dan we jî, lê bi xwe re nebin. Bila pirtûk û cilan bavêjin çopê lê bi xwe re nebin.’” Pehlîvan anî ziman ku pişt re fêr bûne ku şevê bi ser odeyên wan de digirin, lêgerîn dikin û dest danin ser pirtûkên wan. Pehlîvan da zanîn ku di hevdîtinan de çarikên wan ji serê wan dikin, goreyên wan ji piyê wan derdixin û destûr nadin girtî û malbat bi hev re wêneyan bikşînin. Pêhlîvan herî dawî bang li hemû dayikan kir û got: “Ez bang li hemû dayikan dikim ku destê xwe bidin hev û vê neheqiyê qebûl nekin. Em vê neheqiyê qebûl nakin.”   GIRTÎGEH AGAHÎ NEDA   Têkildarî zext û lêdana li ser girtiyan em li Miduriyeta Girtîgehê geriyan û rayedarên girtîgehê diyar kirin ku ew nikarin agahî bidin û malbat dikarin bi rêya dozgeriya girtîgeha agahî werbigirin.    MA / Fahrettîn Kiliç