'Konjuktura cîhanê kurdan ber bi yekîtiyê ve dibe' 2019-12-11 09:19:15 AMED – Parlementerê HDP'ê Nûsrettîn Maçîn, ji bo yekîtiya neteweyî got, divê partî û rêxistinên kurdan bi aqilekî hevbeş tev bigerin û Cîgirê Serokê Giştî yê PÎA’yê Sedat Dogan jî got, kurd encax li ser rêgez û prensîban dikarin li hev bikin. Nûnerên partiyên kurd di 6'ê Kanûnê de encamnameya civîna “Yekitiya Netewî” bi deklarasyonekê ji raya giştî re eşkere kirin. Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Rihayê Nusrettîn Maçîn û Cîgirê Serokê Partiya Însan û Azadî (PÎA) Sedat Dogan têkildarî civînê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn.    'QONAXA SÊYEMÎN E'    Maçîn, destnîşan kir ku civîna wan di şert û mercên awarte de pêk hatiye û di civînê de li ser rê û rêbazan nîqaş kirine. Maçîn, got: "Di 24'ê Hezîranê û 31'ê Adarê de tifaqek hat çêkirin. Ev deklerasyona hatiye daxuyandin jî ji bo yekîtiyê gava sêyemîn e. Wê ji bo wê di 18-19’ê Çileya 2020’an de komxebatek were li dar xistin. Wê ji aliyê temamî alî û delegasyonan ve rê û rêbaz werin diyarkirin. Lê ev biryar girîng e. Armanca vê xebatê, avakirina yekîtiya neteweyî ye."    Maçîn, anî ziman ku raya cîhanê û derdorên demokratîk destekê didin kurdan û got, kurd jî dikarin bi aqilekî hevbeş, rê û rêbazeke demokratîk yekîtiyê pêk bînin. Maçîn, diyar kir ku gelê kurd ji bo yekîtiyê amade ye û heger yekîtî çê bibe wê kurd li her qadê bi ser bikevin.   ‘KONJOKTURA DINYAYÊ KURDA MECBÛRÎ TIFAQÊ DIKE’   Cîgirê Serokê Giştî yê PÎA’yê Sedat Dogan jî bal kişand ser pirsgirêka gelê kurd a navxweyî û wiha got: “Gelê kurd bixwaze û nexwaze konjoktura dinyayê kurda mecbûrî tifakiyê dike. Ji bo yekitiyê çi lazim e gerek e hemû beşên kurda yanî her çar perçe weke miletê xweser xwe bibînin. Ya dudoya jî divê stargehek, welatek hebe ku tu miletî biparêzî ew nebe wateya tifaqê nabe. Ya sisêya, gereke armancên hevbeş hebin ku li ser çand, ziman li hev bikin, li ser jiyaneke hevbeş li hev bikin. Divê îdealên hevbeş çê bibin ku li ser tifaqê jî yekitî çê bibe. Gereke kes ji van esasan dernekeve. Divê mejiyên xwe bikin yek. Gereke her perçe di nava xwe de pêşiyê yekitiya xwe tomar bike û dawiyê jî serokatiya wê yekitiyê dikare li perçeyên din yekitiyekê deyne.”    Dogan, diyar kir ku bi salan xofek bi kurdan re çêbûye ku dibên ‘kurd bi hev re nikarin bixebitin’ û got: “Kurda di hilbijartina 2018’an û vir de du tişt test kirin. Hilbijartina derbasbûyî de tifaqek çê kirin. Mirov dikare bibêje ew bibe bingeha tifaqa mezin. Em yekitiya kurdan bînin ba hev du. Ew kom xebat di vê çarçoveyê de çê bû. Em ê 18-19’ê vê meha pêşiya me komxebateke mezintir pêk bînin. Sekreteryaya ku hatî avakirin wê xebata wê bike. Me derî ji kesî re ne girtiye vekiriye.”   ‘KURD ENCAX LI SER ÎLKE Û PRENSÎBAN DIKARIN HEV BIKIN’   Dogan, da zanîn ku kurd encax li ser îlke û prensîban dikarin li hev bikin û wiha berdewam kir: “Ne li ser slogan an li ser nav an hêza min ji ya te zêdetir e zilamên pir in yên te hindik in. Bi wî awayî em nikarin hev bikin. Îlke û prensîb gereke mafê kurd û Kurdistanê meşrû bikin. Nêrîna me ya siyasî çi be em dikarin li ser wan îlkeyan hev bikin. Ji xwe komxebata me jî ji bo vê dê were li dar xistin. Di 18-19’ê Çileyê de nêzîkî 100-150 kes wê werin ba hevdu. Ew kes kî ne kesayetên kurd in, rewşenbîrin dîroknasin, civaknasin, siyasetmedarin, parlementer in, rûspîne, seyda ne, şêx in, mele ne em ê gij li wê derê kom bin. Wê demê rengê wê, wê derkeve holê. Ev xebat wê bibe destpêkek.”   WÊ LI SER DU XALAN BIXEBITIN   Dogan, herî dawî destnîşan kir ku wê di komxebatê de li ser du xalan bixebitin û wiha got: “Gel ji tifaqê çi fêm dike, çi dixwaze, çawa li tifaqê dinêre. Yek em ê li ser vê bixebitin ya duya jî em ê li ser dîplomasiyê bixebitin. Dîplomasiya di nav kurdan de jî ya di nav dinyayê de jî. Êdî mafê kurdan wê li ser partî, hereket an jî hêzekê neyê ziman. Ji vê demê û şunda ew ê van daxwazan bînin ziman. Bal kêşiya vê xebatê eve.”