Macron: Divê êrîşa Tirkiyeyê raweste 2019-10-13 21:42:00   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokkomarê Fransayê Macron diyar kir ku ji Erdogan û Trump re gotiye ku divê êrîşa Tirkiyeyê raweste.    Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron diyar kir ku di hevdîtinên xwe yên bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Amerîkayê Donald Trump re gotiye ku divê êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî bakurê Sûriyeyê raweste. Macron bi bîr xist ku Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel jî banga rawestandina êrîşê li Tirkiyeyê kiriye û wiha got: "Ji bo rawestandina vê êrîşê daxwazeke me ya hevpar heye. Rîska vê êrîşa ya di hêla mirovî de rewşeke aloz û zindîbûna DAIŞ'ê ya li herêmê heye."