Nûçegîhanê ANHA Seed Ehmed di êrîşê de jiyana xwe ji dest da 2019-10-13 17:35:26 SERÊKANIYÊ - Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Seed Ehmed ê li bajarê Serêkaniyê nûçe dişopand di êrîşa bombeyî de jiyana xwe ji dest da û gelek rojnameger birîndar bûn.  Nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan Hawarê (ANHA) Seed Ehmed dema ku kerwanê sivîlan a ji Til Temirê hatin Serêkaniyê û nûçe dişopandin, di êrîşa bombeyî ya Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dest da. Di êrîşa bombeyî de li gel nûçegihanê ANHA Seed Ehmed 11 kesan jiyanê xwe ji dest dan û 74 kes jî birîndar bûn.    Her wiha di êrîşê de gelek rojnamegerên jî birîndar bûn. Hat ragihandin rojnameger Ersîn Çaksû, Mehmet Ekîncî, Bîrcan Yildiz û Rojbîn Ekîn û rojnamegerên ji Fransa û Brezîlya jî li wir hebûn birîndar bûn.