‘Ya sincî parastina aştiyê ye' 2019-10-13 16:52:02   AMED - Endamê Înîsiyatifa Heq a Amedê Reha Ruhavîoglu, diyar kir ku kesên xwedî sinc û wîcdan be divê aştiyê biparêzin. Endamê DSÎP'ê Ozan Tekîn jî xwest her kes ji bo parastina aştiyê li dijî şer derkevin û wiha got: "Divê em polîtîkaya li dijî şer û piştevaniya koçberan ava bikin. Divê ji bo avakirina vê polîtîkaya li dijî şer em bên cem hev."   Bertekên li dijî şerê ku Tirkiye li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 9'ê Cotmehê de destpêkirin her ku diçe belav dibe. Endamê Partiya Karkerên Sosyalîst a Şoreşger (DSÎP) Ozan Tekin û Endamê Înîsiyatifa Heq a Amedê Reha Ruhavioglu, bertekên xwe yên li dijî şerê ku Tirkiye li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daye destpêkirin anîn ziman. Endamê DSÎP'ê Ozan Tekîn xwest li dijî şer aştiyê biparêzin û wiha got: "Serokomar Recep Tayyip Erdogan, di 31'ê Adarê de soz da penaberan ku wan li herêma "ewle" bi cih bike. AKP yek ji sedema têkçûna xwe penaberên Sûriyeyê nîşan dide. Îro dijberiya şer parastina aştiyê ye. Divê li dijî nijadperestiyê û ji bo piştevaniya koçberan polîtika bê pêşxistin."    ‘PAŞVEŞANDINA KOÇBERAN NAYE QEBÛLKIRIN'    Tekîn, anî ziman ku 4 milyon koçberên Sûriye yên hatine Tirkiye êdî bûne xwedî jiyanek û wiha got: "Ev mirov bi daxwaza xwe ji şer reviyan. Lê niha dîsa mirov wan bişîne qada şer nerast e. Şandina koçberan a warê wan, wê wan têxe rîskê. Divê niha piştevaniya koçberan bê xurtkirin. Ji bo ve yekê divê têkoşîna aştiyê bê xurtkirin."    ‘DEWLET DIXWAZE BI RÊBAZA ESKERÎ ÇARESER BIKE'    Endamê Înîsiyatifa Heq a Amedê Reha Ruhavîoglu jî anî ziman ku meseleya kurdan meseleya 100 salan e û wiha got: 'Ev tevgera li dijî Sûriyeyê ne tevgera yekem in e. Li vir nifûsa Kurdan heye. Dixwaze vê meseleyê bi rêbazên eskerî û tundiyê çareser bike. Divê Tirkiye dîsa li pêvajoya aştiyê vegere. Di pêvajoya aştiyê de em pêvajoyek baş jiya. Ya sincî mirov aştiyê biparêze ye. Ya mirovî ewe ku mirov aştiyê biparêze. Çiqas operasyonên eskerî li dar bixin bila li dar bixin, biser nakeve.  Divê hêzea siyasî di vê mijarê de erka xwe pêk bîne. Ya sincî parastina aştiyê ye."     Ruhavîoglu, bal kişand ser rewşa DAIŞê û wiha got: "Divê ji bo DAIŞ'ê dadgeha navneteweyî bê avakirin. Rêbaza eskerî wê bêtir kaos û aloziyê ava bike. Divê Tirkiye di nava xwe de bi Kurdan re rûnê û bi diyalogê çareser bikin."