Êrîşî karwana çû Serêkaniyê kirin: 11 kesan jiyana xwe ji dest dan, 74 kes birîndar bûn 2019-10-13 16:18:42   NAVENDA NÛÇAYAN - Hat diyar kirin ku balafirên şer ên TSK’ê êrîşî karwana sivîlan a ji Cizîrê diçû Serêkaniyê kir. Di êrîşî de 11 kesan jiyana xwe ji dest dan û rojnameger jî di nav de 74 kes birîndar bûn.  Balafirên şer ên Tirkiyeyê, êrîşî karwana sivîlan a ji Cizîrê ji bo piştgiriyê diçû Serêkaniyê, kir. Di êrîşa hewayî de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn. Li gorî agahiyên dest pê kê11 kesan jiyana xwe ji dest dan û rojnameger jî di nav de 74 kes birîndar bûn.    Hat diyar kiri ku di karwanê mertalê zindî de, rojnamegerên Fransî û Brezîlyayî jî hene û rojnamegerên bi giranî birîndar bûne hene.    Ji ber bombebaran dewam dike, kes nikare mudaxileyî birîndar bike.