Polisan êrîş bir ser bernameyê HDP'ê û gelek kes binçav kirin 2019-10-13 16:15:09 STENBOL - Polisan mudaxaleyî bernameya HDP'ê ya ku bi munasebeta 7'emîn salvegera damezrandina xwe li Navenda Çandê ya Mûstafa Kemal li dar dixist kir. Polisan hejmareke zêde HDP'iyan binçav kir.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) xwest bi munasebeta 7'emîn salvegera damezrandina xwe li Navenda Çandê ya Mûstafa Kemal a li navçeya Bejîktaşê ya Stenbolê bernameyek li dar bixe. Bername ji aliyê Qaymeqamiya Bejîktaşê ve hat qedexekirin. Li ser qedexekirina bernameyê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî, bi parlamenter û hevşaredarên xwe re li Rêxistina Navçeyê ya HDP'ê ya Bejîktaşê civîneke çapameniyê li dar xistin. Polisan, bi gaza îsotê mudaxaleyî girseya ku piştî civînê bi dûrişmeya "Bijî Berxwedana Rojava" ji hev belav bû kir û gelek kesî binçav kir.