Rojnameger: Ev ne operasyon e, Şer e 2019-10-13 15:45:53   STENBOL - Rojnameger û Nûnerên saziyên çapemeniyê gefên RTUK’ê yên li dijî çapemeniya ku li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nûçe çedikin, rexne kirin û diyar kirin ku ne hedê tu kesî ye gefan li çapemeniyê bixwin. Rojnamegeran anîn ziman ku ev ne operasyon e, Şer e û ji bo rizgarkirina AKP'ê ye.    Rojnameger û rêxsitinên çapemeniyê gefa Lijneya Jor a Radyo û Televizyonan (RTUK) ya li dijî çapemeniya ku li ser Bakur û Rojhilata Sûriyeyê nûçe çê dike, bertekên xwe anîn ziman. Rojnamegeran diyar kirin ku li ser gefên RTUK’ê meyda hawiz zimanê xwe guhertine.    EV OPERASYONA RIZGARKIRINA AKP'Ê YE   Serokê Giştî yê Basin Îş a DİSK'ê Faruk Eren, diyar kir ku bi vê operasyonê dixwazin îktîdara AKP'ê ya li hundir tengav bûye rizgar bikin. Eren, da zanîn ku hikûmet bi vê operasyonê dixwaze 80 milyon mirov bikin endamên AKP'ê. Eren, da zanîn ku piştî operasyonê dest pê kir, medya hawiz dest bi zimanê nijadperest û şerût kiriye û wiha got: "Erka rojnamegeran a cemaweriyê bi piranî binpê dikin. Niha medya hawiz bi temamî bûye amûra şer a îktîdarê. Bûye berdevka partiya siyasî. Me rojnamegerên ku bi kamuflajê çûn qada operasyonê dît. Piraniya rojnameger bûne amûra propagandayê. lê êdî em di serdema medya elektronîk û medya civakî de ne. Li gel her tiştî rojnamegerên rastiyê dinivîsin hene. Cemaweriya li Tirkiye bi her awayî wê rastiyê fer bibin."    Eren, anî ziman ku Wezîr dibêje 'Em diçin şer yên bi ser bikevin em in' Yek radibe dibêje 'Ev operasyon e' Yek dibêje 'Ev dagirkerî ye' Lê dema Dayikên Şemiyê dibêjin 'Ev şer e' êrîşî dayikan dikin. Di roja ewil de 2 rojnameger hatin binçavkirin. Yên li ser medya civakî daxwaza aştiyê kirin hatin binçavkirin. Lê ev hemû vala ne. Bi binçavkirin û girtinê mirov ji fikrên xwe venagerin"   NE OPERASYON ŞER E '   Edîtorê Sendika.org Alî Ergîn Demirhan jî anî ziman ku divê li şûna têgeha “operasyon” têgeha “savaş” bê nivîsîn û wiha got: "Li ser sînor mirov tên kuştin. Di vî şerî de sivîlên bê guhen tên kuştin. Ev li pêş çavan pêş dikevin. Îktidarda AKP'ê hem di hundir de û hem jî li derve tengav bûye. Ev şer ewlehiya gelê Kurd, Tirk û Ereb tune dihesibîne. Ev şer ne tenê li Rojava wê li hemû Tirkiyeyê belav bibe. Divê her kes li dijî şer derkevin."  Demirhan, da zanin ku di nava îktîdara AKP'ê de nerazîbûn her diçe zêde dibe. Ev îktîdar destûr nade mirov fikrên xwe bînin ziman.    RTUK BI VÊ DAXUYANIYE TEV LI ŞER BÛYE   Serokê Giştî yê Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) Gokhan Durmuş jî diyar kir ku RTUK, bi vê daxuyaniyê tev li şer bûye û wiha got: "Gefxwarina li çapemeniyê ne hedê RTUK'ê  ye. Tu saziyên medya polîtîka ya xwe ya weşanê li gorî polîtîkayên RTUK'ê çênake. Divê rojnaemger belaî tev bigerin."