Wekîlê Serokê Meclisê Sancar: Tiştekî ji me vedişêrin heye 2019-10-13 14:32:01 MÊRDÎN - Parlamenterê HDP'ê û wekîlê Serokê Meclîsa Tirkiyê  Mîthat Sancar, diyar kir ku ketina Nisêbînê li wan hatiye qedexekirin û wiha got: "Têkildarî guleya hawanê ya li nava Nisêbînê ket gelek pirs hene. Li wir tiştekî ji me vedişêrin heye."  Di 11'ê Cotmehê de guleya hawanê li navçeya Nisêbînê ket û 9 welatiyan jiyana xwe ji dest dan. Tê îdîakirin ku guleya hawanê ji aliyê tabûra eskerî ve hatiye avêtin. Heyeta HDP'ê duh ji aliyê esker û polîsan ve bi hinceta ewlehiyê hatin astengkirin. Polîs û eskeran destûr neda ku heyeta HDP'ê ya ji Parlamenterê HDP'ê û Wekîlê Serokê Meclîsa Tirkiyeyê Mithat Sancar, Parlamentera HDP'ê Pero Dundar û Ebru Gunay pêk tên biçin li Navçeya Nisêbînê lêkolîn bikin. Parlamenterê HDP'ê û Wekîlê Serokê Meclîsa Tirkiyeyê Mithat Sancar, Parlamentera HDP'ê Pero Dundar û Ebru Gunay têkildarî geşedanên li navçeya Nisêbînê li avahiya HDP'ê ya Mêrdînê civîna çapemeniyê li dar xistin.    'TIŞTEKÎ JI ME VEDIŞÊRIN HEYE'    Wekîlê Serokê Meclîsa Tirkiyeyê û Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Mîthat Sancar, diyar kir ku duh heyeta wan hat astengkirin û wiha got: “Naxwazin em û gel bi hevre bin. Xuya ye ku tiştekî ji me vedişêrin heye. Dema Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu û heyeta pêre diçin ser sînor ji bo wan tu astengî û mezhûr tune ye. Lê dema em diçin destûr nadin me. Çima ji bo wan mezhûr tune, çima ji bo me mezhûr heye. Wê demê tiştekî ji me vedişêrin heye. Guleya hawanê ji ku hatiye gelek pirs der barê vê yekê de hene. E guleyên hawanê ji ku hatine di mejiyê her kesî de gelek pirsên cîddî hene. Ger ku sivil tên kuştin çima dewlet naxwaze ronî bibe. Li Qoserê masa krîzê hatiye avakirin. Li gorî masa krîzê 12 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dane û 70 kes birîndar bûne. Ji 3 paran, parek Nisêbînê vala bûye. Xebatên masa krîzê ya li herêmê hikûmetê bêzar dike. Der barê vê operasyonê de fikarên me pir zêde ne. Em dê li dijî vî şerî tu carî tawîz ji aştiyê nedin. Em ê her dem bi gelê xwe re bin."