TJA: Kuştina Hevrîn Xelef sûcê şer e 2019-10-13 13:42:34 AMED - TJA'yê derbarê kuştina Sekretera Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Hevrîn Xelef de daxuyanî da û got: "Qetilkirina Xelef a di encama sûîqestê de sucê şer e. Em bang li her kesî dikin ku xwedî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derkevin." Tevgera Jinên Azad (TJA) derbarê kuştina Sekretera Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Hevrîn Xelef de daxuyanî da û wiha got: "Duh di kesayeta Hevrîn de carekedin jin hatin hedef girtin. Em bang li hemû aliyan dikin ku xwedî li berxwedana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derkevin."   TJA'yê di dewama daxuyaniya xwe de ev nirxandin kir: "Êrîş di şexsê Hevrîn de li dijî sîstema demokratîk a bi pêşengiya jinê ye û encama polîtîkayên dijminatiya li diijî jinê ye."   Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em ê li dijî êrîşên zîhniyeta çete ya barbar têkoşîn û rêxistiniya xwe xurt bikin. Di şexsê Hevrîn de em piştevaniya têkoşîna jinê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin. Em vê êrîşa ku li jinê hatiye kirin bi tundî şermezar dikin û bang li jinên Kurd û hemû jinan dikin ku li dora rêxistinbûn û têkoşîna jinê bibin yek. Em bang li jinan hemûyan, rêxistinên navneteweyî û parêzvanên mafên mirovan dikin ku li dora şoreşa jinê ya Rojava bibin yek û lê bibin xwedî."