Siyasetmedar: Ev dagirkerî ye 2019-10-13 13:03:35   DERSÎM/ AMED - Siyasetmedarên Kurd li dijî şerê ku Tirkiye li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daye destpêkirin, rexne kirin û diyar kirin ku di şer de wê Tirkiye winda bike. Siyasetmedaran ev yek wekî dagirkerî pênase kirin û anîn ziman ku li dijî vê dagirkeriyê bêdeng namînin.    Operasyona Tirkiye li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 9'ê Cotmehê de da destpêkirin di roja 5'an de berdewam dike. Her ku diçe di nava Kurdan û welatên cîhanê de nerazibûna li dijî şerê ku Tirkiye li dijî Rojava daye destpêkirin zêde dibe. Siyasetmedarê Kurd ên li Dersîm û Amedê bertekên xwe anîn ziman operasyona Tirkiye wekî dagirkerî pênase kirin.    ‘DI ŞER DE DÊ TIRKIYE WINDA BIKE    Hevserokê HDP'ê yê Dersimê Hidir Çiçek, diyar kir ku tu fêdeya vê operasyonê li Tirkiye nabe û wiha got: "Di şer de yê winda bike wê Tirkiye be. Saddam Haseyin pir bi hêz bû. Lê winda kir. Rêveçûna Tirkiye jî baş xuya nabe. Serkeftin bi dafirkirinê ne pêkan e. Ji bo ev beş bi dawî bibe emê têbikoşin."    ‘TIRKIYE BI DESTÊ DYA Û RÛSYA KET NAVA ŞER'   Hevserokê EMEP'ê yê Dersimê Ergin Tekin, jî anî ziman ku Tirkiye bi destê DYA û Rûsya ket nava şer û wiha got: "Tirkiye di hundir de tengav bûye. Dixwazin bi vî şerî tengavbûna xwe ya hundir veşêrin. Di aliyê aborî û siyasî de krizê dijî.  Rêya ewlehiyê aştî ye. Tu carî başiya vî şerî ji bo Tirkiyeyê tune ye. Tu fêda vî şerî li çîna karker û kedkaran nabe. Divê gelê Tirkiyeyê yê karker û kedkar li dijî vî şerî dengê xwe bilind bikin. Me dît ku li gelek navçeyan mirovên sivîl hatin kuştin. Di şer de herî zêde gel zerarê dibîne. Divê her kes dengê aştiyê bilind bike."    EV DAGIRKERÎ YE   Nûnerê Partizan ê Dersîmê Yusuf Topçu jî ise operasyon wekî Dagirkerî pênase kir û wiha got: "Ketina axa welatekî din dagirkerî ye. Ev di heman demê de encama tengaviyê ye. Ev operasyon berdewama polîtîkayên li dijî kurdan e. Li dijî her êrîşê wê pertek zêde bibin. Dê êşa herî zêde zarok, jin û mirovên li wir bijîn. Wekî li Rojava wê li vir jî gel bibin yek û li dijî şer derkevin. Li wir dîrok, çand, bawerî xweza û mirov tune dibe."    ‘EM NIKARIN BÊDENG BIMÎNIN'   Hevserokê HDP'e yê Amedê ku xwest li dijî operasyonê çalakî li dar bixin û hat binçavkirin Zeyat Ceylan jî ani ziman ku ew nikarin li dijî van operasyonan bêdeng bimînin û wiha got: "Li dijî Kurdan êrîş heye. Dewletek nikare têkeve axa dewleta din. Em bertek nîşanî vê rewşê didin. Em tu carî li dijî vê polîtîkayê bêdeng namînin. Em ê berxwedana xwe berdewam bikin."