Tosûn ê ji ber ku bi Kurdî axivîbû hat linçkirin, jiyana xwe ji dest da 2019-10-13 12:47:37 AMED - Muewênê otobusê Şirîn Tosûn ê li Adapazarê ji ber ku bi Kurdî axivîbû hat linçkirin, li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.  Li Adapazarê, muewênê otobusa fîrmaya Oz Diyarbakir Şirîn Tosûn ê ji ber ku bi Kurdî axivîbû hatibû linçkirin. Tosûn ê di êrîşa nijadperest de bi giranî birîndar bûbû, li nexweşxaneya lê dihat dermankirin piştî 40 rojan jiyana xwe ji dest da.    Tosûn li goristana malbatê ya gundê Avdelo ya Pîranê hat definkirin.