Topa Hewanê li Kaniya Xezalan ket 2019-10-13 11:16:35   RIHA - Topeke din li Kaniya Xezalan ket. Top li maleke vala ket û bû sedema xesara maddî.    Topeke din a hewanê li navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê ya li hemberî Girê Spî ku di hedefa êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ye ket. Top li maleke 2 qat a li ser kolana Akîf Ersoy a li taxa Fatîhê ket. Ji ber ku mal vala bû kesî jiyana xwe ji dest neda lê xesara maddî gihîşt malê.