Ji partiyên kurd banga yekitiya neteweyî 2019-10-13 10:55:59 AMED - Serokê Giştî yê PSK'ê Mesût Tek bertek nîşanî êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da û diyar kir ku Tirkiye ji cîantiya El Nûsrayê re amade ye lê ji cîrantiya kurdan re na.    Bertekên ji bo êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Di roja 5'emîn a êrîşê de serokên partiyên kurd banga yekitiya neteweyî kiriye.    BÛCAK: TEVGERANDINA HEVPAR ŞERT E    Serokê Platforma Demokratên Kurd (KDP) Sertaç Bûcak diyar kir ku ji bo ku gelekî bigihîje armanca divê ku bi hev re tevbigere û wiha got: "Dema ku li geşedanên cîhanê bê nêrîn dê bê dîtin ku gelên ku bi hev re tevgeriyane qezenç kirine. Ev yek ji bo kurdan jî derbasdar e. Rêya tekane ya serkeftinê, li gel nêrînên xwe yên cûda jî di mijara yekitiya neteweyî de tevgerandina hevpar a rêxistinên kurd ên siyasî ye. Ne dereng e. Ji bo yekitiya neteweyî ji destê kî çi tê divê bike. Em vê yekê gelek girîng dibînin. Yekîtiya neteweyî şert e. Dil dixwaze ku beriya rojên wiha di mijara netewbûnê de girîng ev yek pêk bê û amadekarî bên kirin."   KANDEMÎR: TIFAQ ŞERT E    Serokê Rêxistina Bajar a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê Garîp Kandemîr diyar kir ku bi sedan sal in kurdan tifaqek ava nekiriye û wiha got: "Heta ku tifaqeq neyê avakirin jî dê êrîşên li dijî kurdan zêde bibin û kurd azad nebin. Li Rojhilata Navîn 40 milyon kurd dijîn. Li aliyê din ên sînor cîran û xizmên me dijîn. Dema ku mijar dibe kurd serokên partiyên siyasî yên Tirkiye, Iraq, Îran û Sûriyeyê tên gel hev û êrîşên li dijî kurdan diparêzin. Lê bi hezaran sal in kurdan tifaqek ava nekirine. Heta ku em nebin yek dê kesên li dijî me neyartiyê dikin êrîşî me bikin. Li hemberî êrîşan dê kurd jî tu carî azad nebin. Piştî demeke dirêj partiyên kurd li dijî êrîşan daxuyaniyeke hevpar dan. Êrîşên li dijî kurdan dikarin wiha bên defandin."   TEK: EM LI DIJÎ MÊTINKARAN DENGÊ XWE BILIND BIKIN    Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Mesût Tek, daxuyaniya Seroka Giştî ya Iyiyê Meral Akşener a li Meclisê "Îro li Tirkiyeyê AKP,CHP, Partiya Iyî tuneye, tenê ala tirk heye. Tirk heye." bi bîr xist û got ku divê ku ev ji bo kurdan bibe ders û bang kir: "Divê kurdên demokrat û kurdên lîberal bi hemû rengên xwe di bin banê alên partiyên kurd de bên gel hev û li dijî mêtinkaran rawestin. Li Tirkiyeyê li ser tunebûna kurdan siyaset tê kirin. Tirkiye dikare bi El Nûsrayê weke cîran bijî, ji vê yekê re amade ye, lê ji cîrantiya kurdên azad re ne amade ye. Divê ku êdî vê siyaseta Tirkiyeyê biguhere. Ev tenê bi xebatên me nayê guhertin. Kesên ku aştî û azadiyê dixwazin divê vî warî de xebat bikin."