Ciwan Haco ji bo Bakurê Sûriyeyê bang kir: Bi berxwedana Kurdan re rabin 2019-10-13 10:36:33   NAVENDA NÛÇEYAN - Hunermend Ciwan Haco di mîtînga li Stockholmê ya li dijî operasyona li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de axivî û got: “Ger Rojava ji dest biçe, wê Rojhilat jî, Başûr jî û Bakur jî ji dest biçin.” Haco, banga yekitiyê li gelê Kurd kir.    Bertekên li dijî êrîş û operasyonên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her ku diçe li tevahiya cîhanê mezintir dibin. Di vê çarçoveyê de li bajarê Stockholm ê Elmanyayê mîtîng hat lidarxistin. Hunermendê Kurd Ciwan Haco beşdarî mîtîngê bû û banga yekitiyê li gelê Kurd kir. Girseya tevlî mîtîngê bibû bi coşek mezin li çepikan xistin.     Haco, di dewama banga xwe de wiha got: “Ger Rojava ji dest biçe, wê Rojhilat jî, Başûr jî û Bakur jî ji dest biçin. Vê wisan qebûl bikin. Dest ji ragehiyê û partiyên siyasî berdin. Em rêzê didin hemûyan jî. Bi berxwedana kurdan re bibin yek. Bila pêşmerge, şervan û gerîla bi hevre bin. Em necarin ku bi hevre tifaqê bikin. Li dijî me dest şer kirin. Zarokên me tên kuştin. Jin tên kuştin. Lê em dîsa dibêjin aştî li ser serê me û çavê me. Bes ew qebûl nakin.”