Tekane daxwaza malbata rojnameger Kadrî Bagdu edalet e 2019-10-13 09:42:43 EDENE - Ligel îtîrafên Servet Koç ê DAIŞ’î jî, kuştina rojnameger Kadrî Bagdu ev 5 salin nayê zelal kirin. Malbata Bagdu ya ku ji bo faîl bên dîtin û darizandin bi salane têkoşîna hiqûqê didin tekane daxwaza wan edalet e.    Li Taxa Ova ya Navçeya Seyhana Edeneyê di 14’ê Cotmeha 2014’an de belavkarê rojnameya Azadiya Welat a bi KHK’ê hat girtin Kadrî Bagdu dema li ser duçerxê rojname belav dikirin ji aliyê DAIŞ’iyan ve hat qetilkirin û DAIŞ’ê cînayeta Bagdu girt ser xwe. Di ser qetilkirina Bagdu re 5 sal derbas bû. Ligel ku DAIŞ’ê qebûl kir ku wan Bagdu kuştine ev 5 salin cînayeta wî nayê zelal kirin.    Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê lêpirsîn da destpêkirin, lê bûyerê weke “Bûyerek terorî nîne, bûyerek edlî ye” nirxand û bi biryara “lêgerîna daîmî” dosyeyê ji kiryar ne diyar re berda. Malbata Bagdu ji bo ku faîl bên dîtin û darizandin bi salane têkoşîna hiqûqê didin. Tekane daxwaza malbatê bi cih anîna edaletê ye.    'LI ŞÛNA BERSÛC BÛN KESÊN XWEDÎ AGAHÎ’   Di dosyeya xwedî dîmen û nivîs de cînayet ji aliyê kî û çawa pêk hatiye tê vegotin. Servet Koç li ser facebookê sê dîmenên xwe yên bi deng ji kurê Bagdu Ferhat Bagdu re şandibû û wiha li xwe mikûr tê: “Vê bûyerê pêk bînin. Berpirsê mezin yê yekemîn Murat Bulanik e, yê didoyan Bariş Tekçe ye. Pişt re jî ez, Taner, Coşkun Yalçin e.” Koç li gel kuştina Bagdu behsa kuştina Yusuf Gulderen û Ahmet Albay yên li Edeneyê hatibûn kuştin dike. Koç dibêje lîsteya înfazê “Murat Bulanik amade kir.” Di vê lîsteyê de kurê Kadrî Bagdu, Ferhat Bagdu, keça wî Mizgîn Bagdu û xizmê Bagdu Temel Bagdu yê xwediyê qaweyê têde heye.   Serdozgeriya  Komarê ya Kadirlî, li ser îtîrafên Koç ê DAIŞ’î û serlêdanên bi israr ên malbata Bagdu di Gulana 2018’an de lêpirsînek cuda vekir û di çarçoveyê vê lêpirsînê îfadeyên hin kesan girtin. Dozger navê DAIŞ’iyên di îtîrafên Koç de derbas dibûn weke kesên “Xwedî agahî” îfadeyên wan girtin û dûre serbest berdan.    '16 SALAN ROJNAMEGERTÎ KIR'   Hevjîna Bagdu ya ev 5 salin têkoşîna hiqûq û edaletê dide Şemsa Bagdu, diyar kir ku êşa wan hîna weke duh pir gerim û teze ye. Bagdu, da zanîn ku hevjînê wê evîndarê rojnameyê bû û wiha axivî: “Hevjînê min 16 salan bi şev û roj, bêyî ku behsa baran, herî, gerim û serbûnê bike bi eşqeek mezin rojname belav dikirin. Hevjînê min pir dihat heskirin. Lê di roja 14’ê Cotmeha 2014’an reş li me girêdan û hevjînê min bi 6 guleyan qetilkirin.”   'EM DIXWAZIN FAÎLLER BÊN DÎTIN Û DARIZANDIN’   Bagdu, da zanîn ku hevjînê wê gundê ku rojname ne diçûyê, rojname dibir wir û wiha got: “Dema rojname digirt mîna zarokan keyfxweş dibû. Em edaletê dixwazin. Di destê hevjînê min de tenê rojnameya Kurd hebû û rojnamegerekê kurd bû. Ji ber vê hat qetilkirin. Em tenê dixwazin xwîna wî li erdê nemîne, faîlên wî bên girtin û darizandin. Lê em baş dizanîn ku dewlet naxwaze faîlan bigire û bi darizîne.”