'Navê DAIŞ'ê kirine OSO!' 2019-10-13 09:08:06   AMED - Amediyan ku şerê li dij Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wekî "dagirkeriyê" pênase kirin, gotin: "Ev dagirkerî ye. Ji ber ku DAIŞ'ê tengav bûye vî şerî dike. Ne ji bo aştiyê ye."    Êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di roja 5'an de didome. Her wiha bertekên li dijî şer jî didomin. Amediyan jî nerazîbûna xwe ya li hemberî şer bilêv kirin û xwestin rojek berî rojekê şer raweste.    'NAVÊ DAÎŞÊ KIRINE OSO'   Fahrî Derbaz ê 58 salî, diyar kir ku êrîşa li ser Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê heqareteke mezin e û got: “Ev zilm e, li me tê kirin. Gerek em vê zilmê qebûl nekin. Navê DAIŞ'ê kirine OSO û zilma xwe dewam dikin. Em dibêjin, bila temamê gelê me rabe ser piya li hemberî vê zilmê, bila mucadele bikin. Heta ku em li ser piya bin û dilopeke xwîn di laşê me de hebe em ê bitêkoşin."    'AŞTÎ ÇÊ NEBE WÊ BIBE GOLA XWÎNÊ'    Mehmet Şah Toprak ê 61 salî, da zanîn ku Tirkiyê di dema êrîşa Kobaniyê de xwest herêma tampon ava bike û got: “Tirkiye dibêje, dengê kurdan di heft qatên asîmanan de jî were ez qebûl nakim. Bi rastî Tirkiye di dinyayê de bi nav û deng e, bi zilma xwe. Aboriya vî memleketî tev li şer diçe. Qeyraneke mezin di nava vî gelî de heye. Gerek gel hemû li dijî şer û qeyrana aborî rabe ser piyan. Heta ku Tirkiye bi kurdan re aşitiyekê pêk neyne, li dor maseyê rûnenê wê sererast nebe, wê bibe gola xwînê. Va ye dikin jî, em dibînin. Ev zilm nayê qebûl kirin. Tiştê ku di qirika me de, radibe dide bi fîşekan û şer dike. Ev 50 sal e vî şerî dikin ka çi bi ser çi xistiye.”   'BILA BÊ RAWESTANDIN'    Nevriye Kaçan a 70 salî jî dest nîşan kir ku kes êdî nikare biaxive ku bibêje vî şerê qirêj bisekinîne û wiha axivî: “Em dixwazin ev şer e were sekinandin. Bila mirov nemirin, bila rondikên tu dayikan nebarin. Bila kezeba wan ne şewite, bila kuştin ji dinyayê rabe. Bila ji memleketê xelkê derkevin. Îro li Rojava êrîşî her derî kirine. Êdî bes e, em azadî û aşitiyê dixwazin. Divê li kolana her kes rabe ser piyan. Eskerê xwe şunde bikşîne êdî bes e.”   'BACÊN ME DIDIN BI TOP, GULE Û TEYAREYAN'   Yahya Akkûş ê 64 salî, diyar kir ku armanca van êrîşan qedandina kurdan e û got: “Êdî DAIŞ'ê dixin şûna wan, kê dikin şuna wan nizanim. Em şûna şer, aşitiyê dixwazin. Bi bacên ku ji me distînin gule, top û teyareyan dikirin. Îro wî pereyi bidina feqîr û fuqara kesekî feqîr nedima.”   'AMERÎKAYÊ QELEŞÎ KIR'   Hayder Çakmak ê 71 salî jî da zanîn ku şerê li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê heqareteke pir mezin e û wiha axivî: “Îro di welatê me de destê kesê nagire ku karekî bike ji ber ku bêbextî karekî zor e. Amerikayê bi me kurdan re qeleştî kir, ev di tu dîrokan de nîne. Daxwaza me ew e ku bi lez aşitiyek çê bibe.”   'EV ŞERÊ ÇI YE EM NIZANIN'   Hatîce Kapçay a 41 salî jî şerê Tirkiyeyê yê li dijî Bakûr û Rojhilatê Suriyê daye destpêkirin red kir û got: “Ne em zarokên xwe dişinin vî şerî ne jî bila biçin. Ev şere yê çi ye em jî nizanin. Qebûl nakin. Li wir kurd, tirk, ereb her mirov hene. Tev jî misilman in.”   'AŞITÎ BI ŞER NAYÊ'   Mehmet Firat ê 32 salî da zanîn ku şer nebaş e û divê şûna wê çareseriyeke din were dîtin û got: “Li axa welatekî din in. Çi hewcehî bi vê heye. Aşitî bi şer nayê. Bombeyeke balafira şer mesrafa min ya sê salan e. Ji aliyê aboriyê ve em di pêvajoyeke zor de derbas dibin. Ez niha birçî me. Bila di serî de me têr bikin. Diçin pereyê me didin şer, teyare û cebilxaneyan.”   Berat Taşkin ê 19 salî jî anî ziman ku şer naxwazin, aşitiyê dixwazin û wiha axivî: “Tirk bi çavê dijmintiyê li me dinêrin. Mesele dema em diçin aliyê wan bi kîn li me dinêrin, cudatiyê dixin navbera me. Madî manevî şer bandorê li jiyana me dike. Divê ev şer xelas be."   'TIRKIYE JI BO KU DAÎŞ TENGAV BÛYE OPERASYONÊ DIKE'   Ramazan Nergîz 25 salî jî got: “Êrîşên li hemberî Rojava qet nayên qebûl kirin. Çawa li hemberî DAIŞ’ê têkoşîn hat dayîn wê dîsa berdewam bike. Ev dagirkerî û mêtîngerî ye. Tirkiye ji bo ku DAIŞ tengavbûye vê operasyonê dike. Ne ji bo aşitiyê. Gel ji bo ku şer bisekinîne divê serhildanan bilind bike. Çawa di dema Kobaniyê de serhildan çê bûn divê niha jî çê bibin.”