Hunermend: Şer kêrî tu kesî nayê 2019-10-13 09:05:04 ENQERE - Hunermend Mikaîl Aslan, der barê êrîşên li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê got: "A girîng yekîtiya di navbera kurdan de ye." Sêwirînerê modayê Barbaros Şansal jî bilêv kir ku tu fêdeya şer ji bo kesî tune ye û got: "Beriya her tiştî aştî."    Êrîşên li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di roja 5'an de didomin. Hunermendan bilêv kir ku şer bi kêrî kesî nayê û ji bo aştiyê bang kirin.    ‘A GIRÎNG YEKÎTIYA DI NAVBERA KURDAN DE YE'    Hunermend Mikaîl Aslan, got: "Bi vê liv û tevgerê xeta neçareserkirinê li pirsgirêkên li erdnîgariya me hatin barkirin. Rojhilata Navîn, bû deriyê dojehê. Li cîhanê her kes hêla xwe ya di vê pevçûnê de diyar dike. Li herêmê, dewletên bûne çete naxwazin pirsgirêka kurd çareser bibe û qirkirinake fizîkî û çandî li kurdan ferz dikin. Lê belê tenê rêyek heye; divê gelên herêmê li hemberî van çeteyan alternatîfekê çê bikin. A girîng jî yekîtiya di navbera kurdan de ye. Heta ev yekîtî çê nebe, ne mimkun e ku di navbera gelê kur dû gelên din de têkoşîneke hevpar çê bibe."    ‘BERIYA HER TIŞTÎ AŞTÎ'    Sêwirînerê modayê Barbaros Şansal jî destnîşan kir ku di dîrokê de pevçûn û şer bi kêrî tu kesî nehatine û got: "Ji xeynî mirin û talanê bi kêrî tiştekî nayê. Li pey xwe êşên giran dihêle. Dibe sedema nefret û kînên mezin. Beriya her tiştî aştî." Her wiha Şansal, bilêv kir ku di sedsala 21'emîn de tiştekî wiha dûrî aqilê selîm e.    'FAŞÎZM DIKE KU MIROV BIBE ALÎGIR'    Hunermend Levent Uzumcu jî destnîşan kir ku di serdemên wisa de faşîzm ji bo pergala xwe biparêzer mirovan ber bi alîgiriyê ve dehf dide û got: "Ev li tevahiya cîhanê wisa ye. Li cîhanê kesên hêz di destên wan de ne hewl didin civakê bi xwe ve girê bidin, hewl didin civak wan hilbijêr e û gava hilnebijêra kesan xayîn îlan dikin. Tim û tim wisa ye; ê ne alîgir be an xayîn e an jî welatperwer e. Niha jî li Tirkiyeyê rêbazeke wiha heye."    ‘JIYANEKE MIROVANE MAFÊ HER KESÎ YE'    Uzumcu, anî ziman ku kapîtalîzm gelên li herêmê bi kar tîne û got: "Em li vira hev du dikujin, dibin dijminê hev du. Lê tenê armanceke wan heye; Li Iraqê, li Mûsûl û kerkûkê 250 salên din jî petrolê di dest xwe de bihêlin.. Kî dizane bê wê 250 sal şûn de li vira çi biqewime. Em hev du dikujin, lê civakên din ên cîhanê wekî mirovan dijîn. Halbûkî jiyaneke mirovane mafê her kesî ye."